Piştî duh erdheja hêza wê 5,7 pêl li navenda Artemêta Wanê pêk hat, 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî bi saxî hatin xelaskirin. Di erdhejê de 2 otel bi tevahî 25 avahî hilweşiyan. Der barê erdheja 2’emîn de Serokê Rêveberiya Odeya Endesyarên Avahisaziyê (ÎMO) Serdar Harp, diyar kir ku sedema mirinên piştî 2’emîn erdheja Wanê rêveberiya Karesatê ye. Harp, anî ziman ku ji ber rêveberiya AFAD’ê tedbîr negirtine û yekîneyên xelaskirinê bi lezgîn neşandine cihê karesatê ev windahî pêk hatine.
‘Nayê qebûl kirin’
Harp, anî ziman ku yekîneya ku beriya erdhejê hate avakirin, piştî erdhejê jî tu tişt nekiriye û wiha got: „Piştî lêkolînên me li herêmê kir, derket holê ku divê bi lezgîn xebat bên kirin. Me got ger ku daxwaz hebe em amade ne û me ev daxwaza xwe ji Walî re ragihand. Lê mixabin walî li me venegeriya. Diviya bû beriya bûyerek din yekîneyên karesatê licihê bûyerê amade bûya. Diviya bû berê amadekariya karesatek pêkan bihata kirin yekîne li cihê bûyerê bi lezgîn bihatana amadekirin. Lê ev yek nehat kirin. Ji ber ku ev yek nehat kirin berpirsiyar
‘Koordinasyon berpirsiyar e’
Harp, ani ziman ku otela Bayramê piştî erdhejê hate kontrolkirin û li gel ve yekê dîsa hilweşiya ye û wiha got: „Divê avahiyên wisa ji aliyê kesên pispar ve bên lêkolînkirin. Beriya erdhejê ev otel hate kiraskirin. Diviya bû ji aliyê pisporan ve rapor bihata girtin. Çawa dibe ku kontrol hate kirin û ev avahî hilweşiya. Berpirsiyarê van mirinan rêberiya Karesatê û kordînasyona karesatê ye. Li vir sûcek heye divê der barê vê yekê de lekolîn bê kirin.“
Heyeta BDP’ê li Wanê ye
Li Wanê dîsa erdheja hêza wê 5,7 pêl pêk hat û 25 avahî hilweşiyan û gelek kes di bin avahiyan de man, li ser Otela Bayram û Aslanê xebatên xelaskirin û lêgerinê dest pê kir. Xebatên xelaskirin û lêgerînê bi beşdariya yekînên ku ji Colemêrg û Wanêhatin hatin lêgerîna xwe berdawam dike. Li aliyê din BDP’ê ji bo lêkolîn û piştgiriyê heyeta ku ji şaredar parlementeran pêk dihat şandin Wanê. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo alîkariyê heyeta xelaskirin û lêgerînê ya ji 16 kesan pêl dihat şand Wanê.
Parlementerê BDP’ê Adîl Kurt û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Şeredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Li Wanê ji bin kavilan 14 kes bi saxî hatin derxistin
Li Wanê piştî erdheja 19 roj berê bi hêza 7,2 pêl pêk hat, şevê din saet di 21,23’an de dîsa bi hêza 5,7 pêl hejiya. Di erdheja dawî de dîsa 2 otel bi tevahî 20 avahî hileşiyan. Erdheja ku navenda wê li navçeya Artemêta 17 kîlometre dûrî Wanê bû dîsa zirarek mezin da Wanê. Hate zanîn ku li Artemêtê tiştek nebûye. Lê li Wanê bi tevahî 2 yurtên xwendekaran, 2 otel bi tevahî 20 avahî hilweşiyane û hemû welatî derketine derve. Hate diyarkirin ku ji bin kavilên otela Bayram û Aslan 14 welatî bi saxî hatin derxistin. Hate diyarkirin ku ambuland bê navber ji taxan birîndaran dikişîne nexweşxaneyan. Niha ber deriyê hemû nexweşxaneyan tije birîndar bûne û aloziyek mezin heye.
8 kesî jiyana xwe ji dest dan
Navenda Rewşên Lezgîn û Karesatê (AFAD), der barê erdheja Wanê ya şevê din saet di 21.23’an de bi hêza 5,7 pêlan pêk hat agahî da. AFAD’ê diyar kir kir ku 25 avahî hilweşiyane. AFAD’ê anî ziman ku di bin kavilan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî bi saxî birîndar bûne. Di 23’ê cotmhê de jî erdheja hêza wê 7,2 pêl pêk hatibû 604 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 2 hezar û 262 avahî hilweşiyan û 3 hezar û 713 avahiyan jî zirar dîtibûn. Di encama xebatên lêgerînê de kesekî din ku temenê wî li dora 45 salî yê bi navê mehmet hate xelaskirin. Welatiyê bi saxî hate derxistin şandin nexweşxaneyê. Hêjmara kesên bi saxî hatin xelaskirin derket 24 kesan.
DÎHA/WAN