Hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, têkildarî Newroza Amed û Stenbolê û mirina Rêveberê BDP'ê Haci Zengîn daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li Amed û Stenbolê li gel êrîşan gel xwedî li cejna xwe ya neteweyî derket û bi hêzeke mezin Newroz pîroz kir. Ji ber vê têkoşîn û berxwedanê em gelê xwe silav dikin û li ber wan bejna xwe di tewînin." Di daxuyaniyê de hate gotin ku di mudaxeleyên Stenbolê de Rêveberê BDP'ê yê Arnavutkoyê Haci Zengîn jiyana xwe ji dest û sersaxî li malbatê wî dan û wiha hate gotin: "Haci Zengîn şehîdê me yê Newrozê ye û cihê xwe di nava kerwanê şehîdan de girt. Bîranîna wî dê her tim di têkoşîna me de bijî."

'Gelê me li ber xwe da'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li her 2 bajaran rewşa awarte hebû û wiha hate bilêvkirin: "Gelê me li heberî êrîşan paşve gav neavêt û li Amed û Stenbolê bi topyekun berxwedan nîşanda. Bi berxwedana gel a demokratîk qedexe hatin şikandin û Amedê malevaniya rojekî dîrokî kir. Gelê Amedê biryara Dewletê ya qedexeykirina Newrozê vala derxist. Gelê me bi rûmet di Newrozê de xwedî li nasname, ziman û cejna xwe ya neteweyî derket."


'Gelê me got diyalog û muzakere'
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin li qada Newrozê gelêKurd daxwaza xwe ya Xweseriya Demokratîk bi hêz nîşan da û wiha hate gotin: "Gelê me bi rumet daxwaza xwe ya azadî û aştiyê bi hêz nîşan da û got 'diyalog û mezakere' Gelê me bi berxwedana bi hempa li dijî hemû zext û operayonên siyasî û leşkerî daxwazên xwe yên çareseriyê nîşan dan."

'Berpirs hikûmet e'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêveberê BDP'ê yê Arnavutkoyê Haci Zengîn di mudaxeleya polîsan de rastî darpê hat û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û wiha hate gotin: "Sedema mirina Haci Zengîn ramana hikûmetê ya qedexekar e. Heke Newroz nehatiba qedexekirin îro dê Zengîn di navbera me de ba. Li hemberî êrîşan hemû gel li hemberî derketin."
Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê jî hate kirin ku dest ji ramanê qedexekar bê bedan. 

ENQERE