Di ser komkujiya Şengalê re 5 sal derbasbûn. Di 14'ê Tebaxa 2007’an li herêma Şengalê, li bajarokê Gir Hizêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir hêzên tarî ferman li ser serê Kurdên Êzîdî rakirin. Di êrîşa hovane ya bi tankêrên bombebarkirî de tevî jin û zarokan bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 300 kesî giran birîndar bûn.
Federasyona Komelên Êzîdiya (FKÊ) bibîr xist ku beri her tişti ev 5 salen li ser bûyerê re derbas bûye lê, birînên Şengaliyan nekewiyane û perîşaniya wan dewam dike. Jiber ku pergala Şengalê û herêmê din yê civaka Êzîdiya lê dijin ne zelale, lewra ji mafê jiyana Êzîdiya li Îraq ê û li başûrê Kurdistanê ne di bin ewlekariyêdeye. FKÊ qurbanên tevkujiyê bibîr anîn û ev peyam da: "Di seride em bi navê  Federasyona Komelên Êzîdiya, komkujiya Şengalê bi tundi şermezardikin û Cangoriyê Şengalê bibirtinin.Her weha em hemû derdorê ku tiliya wan di vê komkujiyê de heyi bi tundi şermezardikin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nasnama Êzîdiyatiyê û mafên civaka Êzîdî weki kêmnetew û baweriyê din, di makezagona Îraqê de û ya başûrê Kurdistanê de misoger ne bûye û wiha hate gotin: "Ji bo civaka Êzîdiya mafên xwe bi dest bixe û nasnama baweriya Êzîdiyatiyê were naskirin, beri her tişti pêwiste yekiti û tifaqa civaka Êzîdiya pêk were. Di vê pêvajoya diroki de, ev erk dikeve ser milê rêxistin û saziyê civaka Êzîdiya û bi taybeti yê Êzîdyê başûrê Kurdistanê. Em weki  Federasyona Komelên Êzîdiya ji bo yekiti û tifaqa Êzîdiya pêk bê, tiştê ji me were xwestin em amadene."

Ji bo Kurdên Êzîdî bang
Federasyona Komelên Êzîdiya (FKÊ) di peyama xwe de ji bo Kurdên Êzîdî ev bang kir: "  Banga me ji bo gelê Kurd û bi taybeti ji civaka Kurdên Êzîdî re, di vê pêvajoya giring de li erk ê xwe yên bingehin xwedi derkevin, li dor rêxistin û saziyê xwe top bibin û ji bo demoqrasi û azadiya gelên rojhilata navin, gelê Kurd, kêm ol û kêm netewa tevi hemû hêza xwe piştgirtinê bidin tekoşina demoqrasi û azadiyê."

Bîranîna qurbahên tevkujiyê
FKÊ ragihand ku ji bo bîranîna şehîda û bi taybetî cangoriyê Şengalê li hemû mal û komelên Êzîdiyan civinên gel û panel têne li dar dixin.  Hat diyarkirin ku armanca van çalakiyan jî ewe ku cangoriyê Şengalê neyên jibir kirin û piştgiriyê bidin Êzîdyên Şengalê.
FKÊ bang bang li tevahiya civaka Êzîdî, gelê Kurd û dostên wan kir ku  tevli civin û panelê û çalakiyên din ên bîranîna şengalê bibin.   Di çerçovya bîranîna qurabên tevkujiya Şengalê de li Celle, Wesel, Sullingen û Emmerichê bîranîn tên organîze kirin. 

DUISBURG