Şêwra Gelê Kurd a Ermenîstanê Kinyasê Hemîd got: “Di hilbijartinên 2002 de li Ermenîstanê 45 hezar Kurd diijiyan. Hilbijartinên 2012 jî çêbûn. Di hilbijartinên 2013 de dê aşkere bibe ka çiqas Kurd li Ermenîstanê hene. Çiqas kêm bûne, çiqas zêde bûne.”
Hemîd bi bîr xist ku roja 25’ê çileyê Şêwra Gelê Kurd a Ermenîstanê bi keyayên 8 gundên Kurdan ên herêma Elegezê û gundên Bayisiz, Heko, Îçmezînê û Talinê re kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgirî dan Serokkomarê niha yê Ermenîstanê Serj Sarkisyan.
Hemîd destnîşan kir ku ev 21 sal bûn, dîsa bi saya Serokkomarê Ermenîstnaê Serj Sarkisyan ev pirtûkên zarokan ênku 21 sal bûn nedihatin çêkirin, hatin çêkirin û weşandin û got: “Bi hatina Sarkisan re me ev pirsgirêk çareser kir. Me ji bo dersên Kurdî serî li dewletê da û perwerdeya bi Kurdî li dibistanan bi awayeke fermî hate qebûlkirin.”
Hemîd wiha xivî: “Beriya sê salan rêveberiya Serj Sarkisyan destûr da ku perwerdehiya bi Kurdî a bi tîpên Latînî di dibistanên me de bên dayin. Ji bo vê pirtûkên dibistana seretayî hatin derxistin û di dibistanan de ders hatin dayin. Her wiha dewleta Ermenîstanê di qanûnan de destûr da ku li dibistanên 21 gundên Kurdan perwerdeya bi zimanî Kurdî ya bi tîpên latînî bi fermî bê dayin.
Dîsa dewletê ji bo derxistina pirtûkên Kurdî yên ji bo zarokan fonek daye me û niha zarokên em li dibistananan bi tîpên Kurdî yên Latînî dixwînin.”
Hemîd destnîşan kir ku Serokkomarê Ermenîstanê Serj Sarkisyan di warê çandê de jî piştgirî daye Kurdan û got: “Gelê me vê yekê dibîne. Di warê çandê de pêngavên girîng avêt. Zimanê me jî qebûl kir û ji bo pêşxistinê piştgirî da.”
Hemîd destnîşan kir ku Serj Sarkisyan sozên ku dane Kurdan pêk aniye û diyar kir ku ji bo sala bê jî soz daye Kurdan û got: “Serj Sarksiyan gelek ji gelê me hez dike û Kurdan weke dostên xwe dibîne.” Kinyasê Hemîd diyar kir ku namzedên din jî hene, lê gel wana baş nas nakin û got: “Em nizanin ka wê xizmetê bikin an na. Ji ber wê jî em ê dengê xwe bidin Serokkomarê niha yê Ermenîstanê Serj Sarkisyan.”
ANF/ÊRÎVAN