Li gorî ajansa Rueterê, cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhaîl Bogdenov li ser zimanê serokdewltê Sûriyeyê Beşar Esed ji Rûsya re gotiye: Eger gelê Sûriyeyê min nexwaze bila di hilbijartinan de serokekî nû ji bo xwe hilbijêrin ez dê dev ji posta xwe berdim û biçim.
Bogdenov ragihand ku Beşar Esed bi xwe ji wî re gotiye heke gelê Sûriyeyê min naxwaze, bila serokekî nû ji bo xwe hilbijêrin ezê jî biçim. Ji aliyekî din ve Munaf Atlas ê ku ev demeke ji rejîma Esed veqetyaye û niha li parîsê dimîne daxuyaniyê derbarê pêşeroja Sûriye û veqetandina xwe de da. Munaf Atlas ku salên dirêj hevaltiya Beşar Esed kiriye û di artêşa Sûriyeyê de cihekî girîng digirt da xuyakirin ku veqetîna wî bi alîkariya istixbarata Fransayê pêk hatiye. Atlas da xuyakirin ku divê civaka navnetweyî rola xwe bilîze û pêşiya kuştina gelê Sûriyeyê bigire. Pêwîste ku civaka navneteweyî pêşiya vê aloziyê bigire berî ku rê li ber felaketên mezin veke û hemû herêmê bide ber xwe.
Atlas dibêje ku Beşar Esed dixwaze gelên Sûriyeyê bîne hember hev û di nava şer û pevçûnan de daxwazên gel ên guhertinê winda bike û welat ber bi şerekî navxweyî ve bibe. Atlas anî ziman ku ew ne bi destwedaneke leşkerî ya derve re ye û got ku gelê Sûriyeyê jî destwerdaneke derve naxwaze ew dixwaze vê serkeftina li hemberî zilma rejîmê bi destê xwe bi azadiyê taceser bike.
Atlas anî ziman ku Sûriyeyê li ser xaçeriyeke gelekî talûke ye û planeke navneteweyî ya bir êk û pêk divê ji bo ku pêşî li kuştinan bê girtin û çareseriyeke bi tevlêbûna hemû aliyên muxalefetê pêk bê.
Ji aliyekî din ve hewldanên nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî ji bo riyeke çareseriyê berdewam dikin. El Exder El Ibrahîmî piştî hevdîtina bi serokê Yekitiya Ereban Nebîl El Erebî û serokdewletê Misrê Muhemed Mursî re got ew di wê baweriyê de ye ku peywîra wî gelekî zehmete lê heta dawî ew dixwaze ji bo gelê Sûriyeyê tiştekî bike û pêşî li vê gola xwîna bê girtin. Her wiha El Ibrahîmî da zanîn ku ew dê piştî demekê biçe Şamê û bi rayedarên wî welatî jî hevdîtinan bike, ji bilî rayedaran ew dê hevdîtinan bi saziyên sivîl û rewşenbîran re jî bike. Piştî hevdîtina bi Mursî re jî El Ibrahîmî got ku serokdewletê Misrê alîkarî û piştgiriya xwe ji bo riyên çareseriyê ên pêşiya tundiyê digire dest nîşan kiriye.
Nûnerê Rûsyayê
Li paytexta Fransa Parîsê nûnerê taybet yê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhaîl Bogdenov digel opozisyona Sûriyeyê li wî welatî civyaye.
Li gor nûçeyeke radyoya (Dengê Rûsya) daye zanîn ku îro roja duşemê 10/9, cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov niha li Prîsê ye û hevdîtinan digel opozisyona Sûriyeyê dike. Ji aliyê xwe ve cîgirê Serokê Sûriyeyê yê berê Ebdulhelîm Xedam ji radyoya dengê Rûsya re teqez kir ku duh roja yekşemê 9/9, danê şevê li mala xwe pêşwaziya dîplomatê Rûsî yê paye bilind nûnerê taybet yê Serokê Rûsya û cîgirê wezîrê derve Mikhail Bogdenov kiriye.
Her weha dengê Rûsya aşkira kiriye ku Bogdanov bi emîdê cudabuyî ku kesê herî nêzîkî serokê Sûriyeyê Beşar Esed bû Minaf Tilas re jî dîtiye.
MOSKOV