Di doza ku der barê polîsê bi navê Serkat Akbulut de ji ber ku li kafeyeke stranê bi Kurdî got welatiyê bi navê Emrah Gezer kuşibû hate vekirin de heyeta dadgehê der barê Akbulut de ewil cezaya muebetê da lê piştre jî bi hinceta „tehrikê“ ev ceza daxist 19 sal û 5 mehan.
Doza ku der barê polîsê bi navê Serkat Akbulut de ji ber ku li kafeyeke stranê bi Kurdî got welatiyê bi navê Emrah Gezer kuşibû hate vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hate ditin, di dozê de biryar hate dayîn. Bavê Emrah Gezer, Hevserokê Giştî yê BDP’ê yê berê Hamît Geylanî, Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Serokê Baroya Amedê Mehmet Aktar, Emdamê MYK’a Baroya Enqereyê Erol Aras û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî dozê bûn. Her wiha Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçuk Kozagaçli, parêzerên mudafî û bersûc Selçuk Akbulut jî tevli danişînê bûn. Gelek polîsên çewîk jî di salonê de amede bûn. Heyeta dadgeha biryara xwe aşkera kir.
Heyeta Dadgeha 5 meh cezaya girtîgehê û cezaya pereyê da birayê Emrah Gezer, Ramazan Gezer. Sînem Uludag, Gulay Turk û Tulay Turk bereat bûn. Heyetê der barê Akbulud de cezaya muebetê da lê ji ber hinceta „tehrîkê“ ceza daxist 15 salan. Ji ber ku polîs e ango peywirdarê cemaweriyê ye jî bi tevahî 19 sal û 5 meh ceza da. Daxwaza „tehrîkê“ ya dozger jî ji ber strana bi Kurdî ye.
Piştî dozê endamên rêxistinên sivîl ên civakî û „Hewldana ji Nijadperestiyê re Bibêje Raweste“ li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçuk Kozagaçli axivî û got ku ev biryar nayê qebûlkirin wateya vê biryarê ev e ku „Kurdî mirovan tehrîk dike“. Kozagaçli da zanîn ku ew ê dozê bibil Dadgeha Bilind.
Erol Aras jî diyar kir ku biryara ku dadgehê daye dê ji şerê birakujiyê re rê veke, kesên ku bi zimanê xwe strana distrên dê rastî êrîşan bên ji ber vê yekê jî ev biryar hem di warê hiqûqî û hem jî di warê mirovî de nayê qebûlkirin. Mehmet Emîn Aktar jî got ku divê ceza li gorê „sucên nefretê“ be. Ozturk Turkdogan jî da zanîn ku tiştên ku diqewimin ew e ku ji bo înfaza bêdaraz ceza hatiye daxistin û nerazîbûna xwe nîşan da.

Bavê Gezer, Cemal Gezer jî destnîşan kir ku ceza 18 mehan berdewam kiriye û ev encam derketiye. Gezer got ku ew ê li Akademiya Polîsan, Koleja Polîsan, Wezareta Karên Hundir û Midûriyeta Giştî ya Polîsan gilî bikin.

ENQERE