
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mihemed Emîn Pêncewînî diyarkir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze şoreşa gelê Kurd bifetisîne lê belê îspat bûye ku ev rêbaz bi ser nakeve. Pêncewînî got aşkera bûye ku bi operasyonên leşkerî û siyasî, bi rêbazên şerê taybet û yê psîkolojîk dewleta Tirk nikare encaman bigre û bi çend gavên ji rêzê jî pirşsgirêka Kurd çareser nabe. Bîst sal jî derbas bibin dewleta Tirk naçare ku di dawî de PKK’ê û Ocalan muxatap bigre, ji ber ku nûnerên gelê Kurd ew in. Pêncewînî balkêşa ser rola medyayê û diyarkir ku di roja îro de giraniya şer bi riya medya tê meşandin û rexne li medyaya Kurd jî kir ku propagandaya tekoşîna gelê Kurd rast nakin.
Pêncewînî beşdarê bernameya Serinc a Stêrk Tv bû û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtinan li dijî huqûqa nevnetweyî ye. Pêncewînî got ev kiryar di heman demê de li dijî makeqanûna dewleta Tirk e jî. Tirkiye bi vê awayî qanûnên xwe binpê dike. Pêncewînî wiha got; “Li gor hemû yasayên navnetewî mafê birêz Ocalan heye ku her hefteyê rojekî li gel parêzerên xwe hevdîtinê bike. Lê belê ev salek e hevdîtin bi awayek keyfî tên asteng kirin. Birêz Ocalan di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de jî hate dadgehkirin. Ji ber doza wî dozek navnetewî ye divê li gor normên huquna navnetewî tevbigerin. Tecrîd ne huquqî û yasayî ye”. Pêncewînî tecrîda li ser Ocalan weke êrîşê bi navkir û got; “Ev yek êrîşeke li ser birêz Ocalan. Bê guman her kes jî dizane ku birêz Ocalan ev 13 sal in di şert û mercên giran yê Îmraliyê de, di nava huçreyek takekesî de jî karî tekoşîna gelê Kurd li ser lingan bigre û pêş de bibe. Dewleta Tirk li hember vê rastiyê bê tehemûl e. Ji ber vê yekê êrîşê birêz Ocalan dike. Êrîşa li ser birêz Ocalan êrîşa li dijî gelê Kurd e û li dijî şoreşa gelê Kurd e. Jixwe dema êrîşê gelê Kurd bijin ji Ocalan destpê dikin. Ji ber ku Ocalan remza vê şoreşê ye, damezrênerê vê şoreşê ye”.
‘Bi tecrîdê dengê Ocalan dibirin’
Mehemed Emîn Pêncewînî diyarkir ku dewleta Tirk hewldide bi kûrkirina tecrîdê nehêle ku dengê Ocalan bigehe gelê Kurd, tevgera azadiyê û got: “Bi vê awayî dixwazin tekoşînê bifetisînin. Lê belê bi tecrîd kirina Ocalan jî biser nakevin. Ji xwe dema Ocalan girtin û radestî dewleta Tirk kirin wisa hêvî dikirin ku tekoşîna azadiya gelê Kurd têk bibin. Digotin ku ger serokê şoreşê bê girtin wê şoreş têk biçe. Di mînakên din ên şoreşan de jî wiha bibû. Dema serokê soreş û serhildanan hatin girtin an jî dardakirin şoreş belav bûn. Lê belê di rastiya birêz Ocalan û PKK’ê de ev yek pêk nehat. Di rastiya birêz Ocalan de îspat bû tevgera azadiya gelê Kurd ne tevgerek klasîk e. Tevgerek hemdem ê zanistî ye. Birêz Ocalan bi sedan û hezaran Ocalan afirand ku tekoşînê heya serkeftinê bibin. Bê guman hebûna birêz Ocalan ji bo gelê Kurd û tekoşîna azadiyêpişr giring e. Hîna jî fikr, moral û maneviyata Ocalan ya di wan şertên giran ên tecrîdê de diafirîne xwedî hêzek mezin e, hêzek mezin dide gelê Kurd. Çawa ku bi girtin û zindanîkirinê ya ku wan dixwestin pêk nehat bi kûrkirina tecrîdê jî tekoşîna gelê Kurd têk naçe. Dewleta Tirk nikare pêşiya rêxistinbûna gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê bigre.
Bi operasyonan çareserî nabe
Pênciwinî balkêşa ser operasyonên ku dewleta Tirk dimeşîne û got; “Heya niha nêzîkê 12 hezar siyasetmedarên Kurd girtin û xistin zindanan. Di nava kesên girtî de parlamenter, serokên şaredariyan, endamên meclîsan, kesên zana û rewşenbîr, siyasetmedarên navûdeng jî hene. Dîsa ji aliyê din ve jî di seranserê bakûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî pêk hatin. Ev êrîş tev de bi armanca lawazkirina tekoşîna azadiya gelê Kurd tên pêkanîn. Lê belê di encama van êrîşan tev de jî carek din aşkerabû ku tevgera azadiyê bi van êrîşan, bi van zext û zoriyan lawaz nabe. Berovajî tekoşîn bihêztir dibe. Wan 12 hezar kes girtin û xistin zindanan, lê şûna her yek ji wan sedan kesan dagirt û di xebatên siyasî de erk girtin. Ew qas operasyonên leşkerî çêbûn lê gerîla neqediya berovajî 10 hezar ciwanên din beşdarê refên gerîlayan bûn. Em di medyaya Kurd, Tirk û ya cîhanê de jî dişopînan ka tevgera azadiyê roj bi roj çawa pêş de diçe. Divê êdî ev rastî bê qebûlkirin”.
Pirsgirêk bi muxataban re tê çareserkirin
Mehmed Emîn Pêncewînî di axaftina xwe de behsa rêbazên şer ê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne jî kir û got; “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd tenê rêbazê şerê çekdarî nake. Di heman demê de şerê taybet, yê propagandayî, yê îstîxbaratî jî dimeşîne. Tevahî derfetên xwe bikar tîne. Ji destpêka tekoşîna azadiyê heya niha di nava hev de ev rêbaz hatine meşandin. Lê belê ya rast israrkirina di şer de nîne. İspat bûye ku dewleta Tirk bi van rêbazan jî encam nagre”. Pênciwinî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê tiştên ku heya niha dewleta Tirk gotine tev de ji axaftinan wêdetir tiştek din nînin û di pratîkê de tiştek li holê nîne. Pêncewînî axaftina xwe wiha domand; “Rast e, TRT 6 kanaleke ku bi Kurdî weşanê dike. Ev kanala dewletê ya fermî ye. Lê belê ji ber ku di destûra bingehîn a Tirkiyê de naskirina zimanê Kurdî nîne, her dozgerek dikare kesên ku bi Kurdî dipeyivin bi rehetî bixe zîndanan. Ev ne gavek çareseriyê ye”.
‘Nûnerên rast PKK û BDP ne’
Pênciwinî riya çareseriyê jî weke guhertina makeqanûnê û muxatapgirtina PKK’ê û Ocalan destnîşankir û got; “Divê çareserî ji destûra bingehîn destpê bike. Divê di destûra Tirkiyê de ew xalên ku hebûna gelê Kurd, ziman, nasname û xaka wê înkar dikin an bên guhertin an jî bên rakirin. A duwemîn jî di bara dewleta Tirk, Ewropa, Emerîka û hemû cîhanê de jî zelal bûye ku li Tirkiyê bêyî PKK’ê pirsgirêka Kurd nikare bê çareserkirin. Ev 30 sal in şerek heye, xwîn dirije, bi hezaran kes li girtîgehan de ne, bi sedan endamên PKK’ê bi hukmê cezayên giran girtîne. Ji ber vê yekê jî çareseriya pirsgirêka Kurd bêyî PKK, bêyî Ocalan û Îmraliyê nabe”.
Pêncewînî da zanîn ku AKP ji ber soz daye her kesî ku pirsgirêka Kurd çareser bike ji ber vê yekê kariye di du hilbijartinan de ji Kurdistanê dengan derbixe. Pêncewînî wiha got; “Rast e hikûmeta AKP’ê hewl dide bi hin kesayetên Kurd ve bişêwire. Dixwaze hin mafên ji rêzê yên takekesî û çandî nas bike û bi vê awayî jî bêje ku vaye min pirsgirêka Kurd çareser kir. Lê belê li bakûrê Kurdistanê ji sedî 75-80 yê gelê Kurd alîgirê PKK’ê û BDP’ê ne. Nûnerê rast ew in. Muxatabê vê pirsgirêkê jî ew in. Ne tenê li bakûrê Kurdistanê li Tirkiyê jî Înîsiyatîf di destê PKK’ê de ye. Dewleta Tirk ji vê yekê ditirse ku her çi awayî çareseriyek çêbibe Kurdistan ji destê wan derdikeve. Jixwe AKP’ê gelek soz dan gelê Kurd. Ji ber vê yekê di du hilbijartinan de Kurdan jî deng dane AKP’ê. AKP beriya hilbijartinan got li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye û em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê heya niha sozên wan tenê di gotin de man. Gavekî pratîkî nehatiye avêtin. Gava pratîkî destkarîkirina makeqanûnê ye. Gava pratîkî ew e ku li gel PKK’ê û birêz Ocalan rûnin û bişêwirin”.
Nîqaşên danîna çekan ji rastiyê dûr in
Endamê KNK’ê Mehemed Emîn Pênciwinî di dirêjahiya axaftina xwe balkêşa ser gotinên Erdoxan ku dixwaze PKK bêyî şert û merc çekan dayne û diyar kir ku pêkhatina vê daxwaziyê ne gengaz e û li ser vê daxwazê hin pirsên xwe jî wiha rêz kirin; “Erdoxan hewar dike û ji hemû dewletan dixaze ku zextê li PKK’ê bikin da ku PKK çekan dayne. Baş e. Bila çekan dayne. Lê belê li ser çi bingehê çekan dayne? Di berdêla çi de wê çekan daynin, çawa daynin? Ger çekan daynin di berdêlê de wê çi bidin gelê Kurd? Ma ti ewlehiyek çekdanînê heye?” Pêncewînî riya çareseriyê jî wiha destnîşankir; “ Bila dewleta Tirk bê li ser masê li gel PKK’ê behsa mekanîzmaya çekdanînê bike. Jixwe PKK ne aşiqê çekan e. Ew çekan ji bo parastina hebûna xwe radikin. Rast e, heya bist sal din jî şer bikin naçar in ku di encam de alî rûnin ser masê û guftugo bikin. Lê belê di vê rewşê de ev çek ji bo parastina nirx, destkeftî û rûmetên gelê Kurd e li bakûrê Kurdistanê. Baweriya min heye ku ger dewleta Tirk gavekê bavêje wê PKK jî bersiva wê bide. PKK ji bo rûniştinê amadeye. Ger mafê gelê Kurd bê naskirin PKK jî amadeye ku bê di qada siyasî de tekoşînê bike. Weke carna Erdoxan jî dibêje ku bila bên di bin banê meclîsê de siyasetê bikin, PKK jî amadeye ku di bin banê partiyek siyasî de bê nava meclîsê û siyasetê bike. Lê belê divê di serî de bingehek vê yekê hebe. Ji damezrandina komarê heya niha dewleta Tirk dibêje yek al, yek dewlet û yek millet. Pêwîste di serî de ev nêzîkatî bê guhertin. Jixwe PKK vê yekê qebûl nake û dibêje divê maf û hebûna gelên din û yê Kurdan jî bê naskirin. Ger mafê Kurdan bê naskirin wê demê hebûna çekan jî dikare birehetî bê nîqaşkirin”.
Rexne li medyaya başûrê Kurdistanê kirin
Mehemed Emîn Pênciwinî di axaftina xwe de behsa giringiya çapemeniyê jî kir û da zanîn ku çapemeniya herêmê piraniya agahiyên xwe dispêrin çapemeniya Tirkiyê û ji ber ku rastiyan naynin ziman dezgehên çapemeniyê yên herêmê rexne kir. Pênciwinî got; “Bi şiklek giştî gilî û rexneya min li ser medyaya başûrê Kurdistanê heye ku bi awayek pozîtîf rastiya tekoşîna gelê Kurd ê bakûrê Kurdistanê ranaxin ber çavê xendevan û temaşevanan. Civakê rast agahdar nakin. Sedema vê jî berjewendiyên siyasî ne. Mixabin gelek dezgehên çapemeniyê çavkaniya agahiyan ji Tirkiyê digrin. Li Tirkiyê daîreya şerê taybet heye. Karê vê daîreyê ew e ku der barê tekoşîna gelê Kurd de agahiyên şaş û çewt belev bike. Heman awayî li medyaya Başûr de jî agahiyên xwse delav dikin. Bi vê awayî dixwazin agahiyên bê bingeh bidin gelê herêmê û dixwazin gel ji tekoşîna li bakûrê Kurdistanê sar bibe. Her wiha gelê Başûr ji çalakiyên gelê Bakûr bê agah bin”.
Pênciwinî da zanîn ku giringiya ku medya Kurd dide serhildanên gelê Erep nade raperîna gelê Kurd û di vê der barê de mînakek jî da û got; “Ji bo mînak di dema serhildana gelên Erep de wexta ku bajarekê serhildan çêdibû tevahî dezgehên çapemeniyê şev û roj behsa vê serhildanê dikirin. Lê belê her roj li hemû bajarên bakûrê Kurdistanê heta li Tirkiyê gel bi hezaran dadikevin kolanan û serhildanan dikin. Çima dezgehên çapemeniyê behsa van raperînan nake. Ma ev raperîn ji ya gelên din biçûktir e?”. Pênciwinî got ku li dijî tevgera azadiya gelê Kurd sansûrek heye û wiha dewamkir; “Di vê mijarê de çavê xwe girtin û sansûrek heye. Di serî de DYE û welatên Ewropayê naxwazin ti kes ji coş û xiroşa şoreşa gelê Kurd a li bakûrê Kurdistanê hayedar be. Naxwazin dengê gelê Kurd bê bîhîstin. DYE û Ewropa bi riya ragehandinê rojeva gelan di destê xwe de digrin û çawa dixwazin wisa birêve dibin. Dixwazin control di destê wan de be. Mixabin di vê mijarê de dezgehên ragehandinê yên Başûr jî agahiyan ji çapemeniya Tirkan digrin. Ev jî çavkaniyên negative in û rastiyan nadin”.
‘Divê medyaya Başûr rastiyan bibîne’
Pêncewînî diyar kir ku divê medyaya Kurd rola xwe bilîze û alikariyê bide çareseriya pirsgirêkê û got; “Lê dîsa jî li gor salên derbasbûyî îsal hinek din jî baştir e û medyaya Başûr jî êdî naçar e ku rastiyan bibîne. Dîsa divê gelê Kurd jî tekoşîna xwe ya bi riya medyayê bihêz bike. Ji ber ku di cîhana roja me ya îro de şer şerê medya ye. Medya dikare di pêşdebirin, serkeftin, binkeftina şoreşan de rolek giring bilîze. Ez vê rexneyê li tevahî medyaya Kurd dikim. Divê medya bikare rastiya şoreşa gelê Kurd nîşanê tevahî cîhanê bide, divê bibe zimanê çareseriyê rola dikeve ser mile wî bilîze”.
ÇOLÎ BARAN / HEWLÊR
Bila Kurd ji rejîma Erdogan bawer nekin
Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman, terora polîsên Tirk a di 14’ê Tîrmehê de li Amedê li hemberî gelê Kurd û rêveberên siyasî yên Kurdan pêk anî şermezar kir û got; “Ev nêzîkatî rûyê rast ê Enqereyê li hemberî pirsgirêka Kurdan nîşan dide” û ji Kurdên Bakûr û Başûrê Kurdistanê xwest ku ji gotinên Erdogan û rejîma wî bawer nekin. Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman di daxuyaniya li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê weşand de terora polîsên Tirk a li hemberî Kurdan û rêveberên Kurdan şermezar kir û got; “Em di demekê de ku bi tundî vê siyasetê şermezar dikin, daxwaz ji Kurdên her du aliyên sînor jî dikin ku bawerî bi sozên bê bingeh yên Erdogan û rejîma wî nekin.”
Osman got; “Hikûmeta Erdogan du rojan beriya niha êrîş kir ser ew meşa yek mîlyon kesî ya Bajarê Amedê û nêzîkî sedan kesan hatin birîndarkirin. hincetê vê jî ew bû ku destûra lidarxistina meşê nînin?! Rêveberên meşê tenê daxwaza parastina maf û serbilindiyên Kurdan û azadkirina Ocalan kirin. Ev reftar (nêzîkatî) rûçikê rastîn ya siyaseta Enqereyê der heqê pirsgirêka Kurd de derdixee û nerastbûna gotinên weke çaksazî (reform) û çareserkirina pirsa Kurd aşkere dike û vê yêkê îsbat dike ku hêj rejîma Tirkiyeyê siyaseta zordariyê li hemberî pirsgirêkaa Kurd dubare dike.”
Parlementerê Kurd Dr. Mehmûd Osman wiha domand; “Em di demekê de ku bi tundî vê siyasetê şermezar dikin, daxwaz ji Kurdên her du aliyên sînor jî dikin ku bawerî bi sozên bê bingeh yên Erdogan û rejîma wî nekin.”
HEWLÊR