Parlementerê BDP'ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken, endamên Meclîsa BDP'ê Zekî Koç û Şerafettîn Halîs, Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Halîs Elnarîncî, Serokê Rêxisetina BDP'ê yê Çewlîkê Halîs Yurtsever, Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk û sedan welatî tevlî civînê bûn. Di civînê de Parlementerê BDP'ê Îdrîs Baluken axivî û diyar kir ku wan ji ber şertên hewayî mitînga xwe betal kirin. Baluken, anî ziman ku tecrîda li dijî Ocalan pêktê li tu cihên cîhanê tuneye û wiha got: "Heke hûn rêberê gelekî bi vî şiklî li wir bigirin li vir behsa hiqûqê nayê kirin. Hedefên gelê Kurd, siyaseta Kurd û rêbertiya gel teslîm bgirin vala derket."
Piştî civîna gel Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Çewlîkê, KESK'ê ÎHD, MEYADR û nûnerên Komeleyên Xwendekarên Çewlîkê civîn li dar xistin. Piştî axaftina Yurtsever û Çelîk Endamê Meclîsa BDP'ê Zekî Koç axivî û wiha got: "Wekî tê zanîn ku hinek kes li emrîka fetvayan didin. Fermandê dide rêveberên welat û seferberiya topyekun îlan dikin. Ev seferberî bi gotina wan li çiya, deşt û hemû bajaran bê navber berdevam dike. Em dê li dijî seferberiya topyekûn a mirinê ya AKP'ê berxwedana topyekûn bikin."

'Gelê Kurd serî natewîn e'

Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê şevê li Salona Dehwetê ya Yeşîlvadiyê bi tevlîbûna sedan kesan xwarinek da. Li gel Baluke û rêveberên BDP'ê nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî bûn. Di salonê de pankratên "Arinç: Gotinên xwe yên demokratîk li serê xwe bide", "Ma nasname xo, zonê xo, Azadiya xo Wazenime" û "Ey zilimkarno em li dijî tecrîd û zilma we serî natewînin." hatin daliqandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê Halîs Yurtsever bi zaravayê kirmançkî yê Kurdî axivî û pişt re jî mêvan axivîn.

Parlementerê BDP'ê Baluken jî di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Hûndir ên têkildarî BDP'ê de gotin ên "Dê bi 20 kesan mitîngê bikin" û wiha got: "Li gel hemû operasyonên qirkirinê li hemû cihan em bi hezaran û dehezaran tên pêşwezîkirin. Ji ber vê yekê hewase wan di gewiya wan de man."

DÎHA/ÇEWLÎK