Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan ji rojnameya Le Temps a bi zimanê Fransî li Swîsreyê weşanê dike re axivî û diyar kir ku ew dê taktîka xwe ya li ser esasê “lêxe-bimîne” berdewam bikin û ew ê têkoşîna çekdarî berfirehtir bikin. Karayilan Erdogan xwedî dildariyên dîktator ên hegemonîk ên ku Hîtler tîne bîra mirov e.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bersiv da pirsên rojnameya Le Tempsê. Karayilan li ser pirsa çima hevdîtinên Oslayê rawestiyan wiha got: “Enqereyê muzakereyên li Osloyê rawestand. Me bi delegasyona Tirk re li ser protokolên lihevkirinê li hev kiribû. Diviyabû Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan van protokolan erê bikiriba. Lê qet bersiv neda. Berovajiyê vê yekê xwe gelek bi hêz hesiband, got qey ew ê me bi çekan têk bibe û ji her eniyê ve êrîş kirin. Bi taybet di zivistana borî de gelek windahiyê me çêbûn. Me jî di biharê de xwe organîze kir û me di havînê de dest bi êrîşan kir.”
Serweriya herêmê
Karayilan li ser pirsa gelo hûn îro ji berê bihêztir in wiha bersiv da: “Ligel ji nû ve organîzebûnê, me nêzîkatiya xwe ya taktîkî jî guhert. Me berê lê dixist û belav dibûn. Artêş jî li pey me dihat û windahî dihatin dayin. Lê em êdî narevin. Em êdî êrîşê baregehên ku artêş li wir bi hêz e û li benda me ye, nakin. Em dikevin herêmên ku Artêşa Tirk lê tune ye û li benda wan dimînin. Em herêmê dagir dikin û gava artêş tê ku me derbixe, em jî van deran digirin.”
'Têkoşîn zindîtir dibe'
Karayilan li ser pirsa çima ev taktîk beriya niha nehat pêşxistin ev tişt anî ziman: “Em jî heman pirsê ji xwe dipirsin. Ji ber ku ji tişta ku me hêvî dikir, bi bandortir bû. Artêş matmayî bû. Em di hemû lêdanan de bi ser dikevin; Ger artêş êrîşê herêmên di bin kontrola me de bike, mînak li bejahiya Colemêrgê, ger mudaxele bike, dê neçar bimîne ku li dijî me li herêmên ku em pir lê şarezan e, şer bike. Ger tiştek neke, wê demê tê wê wateyê ku me herêmek bi dest xist. Em ê li ser vê rêyê bidomînin û heta em ê têkoşîna çekdarî berfirehtir bikin.
‘Emê bersiva tund bidin'
Karayilan got ku heke Tirkiye êrîşî rojavayê Kurdistanê bike ew ê jî bersivê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Tirkiye xwe ji şerên wiha dûr bixe û dest ji van entrîkaya berde. Daxwaza Kurdan a ji bo xweseriyek demokratîk û rewa heye, dixwaze mafên wan bên nasîn. PKK piştgiriyê dide hemû daxwazên Kurdan û em piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê. Ger Artêşa Tirk êrîşê wir bike, an jî êrîşê saziyên ku gelê Kurd bike em ê li ser axa Tirkan bersivên tund bidin.”
ANF/PARÎS