AKP baweriyê nade
KCK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser kuştina ciwanê Kurd Şahîn Oner yê li Amedê bi panzerê hat pelçiqnadin û got: “Ligel ku li ber çavên her kesî hat kuştin polîs wek şahid hat guhdarî kirin û ev jî tê vê wateyê ku dewleta Tirk bi tu awayî li dijî netewa Kurd ne rêzdare û îmhayê dimeşîne. Zîhniyeta ‘Kurdê herî baş Kurdî miriye’ jî di vê raporê de bi awayekî vekirî dertê holê.
Rapora Komîsyona Binî ya Qilabanê jî polîtîkayên dij mirovahî ya delweta Tirk a li dijî gelê Kurd nîşan dide. Heta îro ku komkujî bi encam nebûye û dewletê ev nekirine mijara lêborînê jî. Di komkujiya Roboskê de jî heman nêzîkatî hatiye nîşandan. Her wiha bi vê raporê ciwanên Roboskê carek din hatine qetilkirin û hatiye xwestin ku gelê Kurd bitirsînin.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha got: “Erdogan dibêje bila dayik negirin, çi ji destê me bê em dikin. Lê piştî van gotinan helwesta veşartina komkujiya Roboskê fikarên der barê Erdogan de zêde dike. Ji ber vê heta ku AKP kujeran veşêre, niyeta wî ya baş a li hemberî Kurdan tuneye û baweriyê nade Kurdan.
KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye dest pêkirin didomin û di pêvajoya ku Serokatiya me nexşerêyeke amade kiriye û pêşkêşî tevgera me kiriye de, aşkerakirina raporeke bi vî rengî, xwedî taybetiyeke dikare hemû hewldana sabote bikeye. Ji ber vê ne mumkune gelê Kurd raporek bi vî rengî qebûl bike.”
ANF/BEHDÎNAN