Başkaya, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku li Sûriyeyê şerekî navxweyî heye û wiha got: "Lê medya û aliyê diplomatik rastiyê vedişêre." Başkaya, anî ziman ku di aliyê şer de hişê mirovan tevlihev e û wiha axivî: "Di rastiyê de şer li dijî rejîma Esad e. Lê gelek welat dixwazin Sûriyeyê hilweşînin. Di serî de DYA û Îsraîl dixwazin Sûriyeyê bi xwe ve girê bidin. Tirkiye ku bi NATO ve girêdayî ye dixwazin Sûriyeyê hilweşinin.
Tîmên mirinê ji Tirkiyeyê tên
Başkaya bal kişand ser şolîtiya medyayê û wiha axivî: "Em dikarin behsa muxalefetekê bikin. Lê rastî tê berovajikirin.Tîmên mirinê ji welaten derve yên wekî Tirkiyeyê tên. Herî zêde ji Tirkiye, Urdun, Lubnan tên û bi pere ne. "
Başkaya, destnîşan kir ku medya nasnameya êrîşkaran vedişêre û wiha berdewam kir: "Televîzyonên weke El Cezire û El Arabiye ku piştgiriyê ji Katar û Suudi Arabistanê digirin bi fîlmên çêker û şaş diyar dikin ku 1.5 milyonek Suriyeyî hatine dîlgirtin, nûçe û agahiyên şaş didin. Armanca wan a Sereke hilweşîna Rejima Beşar Esad e. Îsraîl, hêzên emperyalist siyonist dixwazin li ser berjewendiyên Tirkiyeyê Rejîma Îslamî ava bikin. Polîtîkaya AKP'ê û Erdogan a li hemberî Suriyeyê şaş e."
Dixwazin rejîmeke îslamî ava bikin
Başkaya bal kişand ser hewldanên dewletan yên ji bo parçekirina Suriyeyê û di vê mijarê de jî weha got: "Gelo dixwazin Suriyeyê perçe bikin û rejîmek îslamî li gorî xwe ava bikin. Lê divê dest ji vê rêbazê berdin. Tirkiye heta pirsgirêka nava xwe çareser neke nikare dersa demokrasiyê bide Suriyeyê. Di vê rewşê de herî dawî Tirkiye ye ku dersa demokrasiyê bide Sûriyeyê. Tirkiye hîn nû komkujiya Roboskiyê pêk anîye behsa demokrasiyê dike."
DÎHA/ENQERE