
ÊRÎŞA ÎRANÊ NEMERDANE YE
Ocalan, derbarê operasyonên Îranê de wiha got: “Ez texmîn dikim Tirkiye jî di nava operasyona Îranê ku di 16’ê tîrmehê de ya li hemberî Qendîlê de ye. Êrîşa Îranê êrîşeke nemerdane ye. Êrîşeke kirêt e. Ev êrîşa kirêt vê gavê Îranê hilgirtiye ser milê xwe. Ev ne êrîşeke tenê li hemberî Qendîlê ye, dixwaze damara azadiyê ya kurdan ku li her çar parçeyan bibire. Bi vê êrîşê dixwazin tune bikin. Gerîla dizane çawa xwe biparêze, dê şer bike.”
REWŞA ÎRANÊ DIŞIBE YA SEDAM
Ocalan, destnîşan kir rewşa Îranê ya niha dişibe rewşa Sedam û wiha got: “Îran dixwaze damara azadiyê ya kurdan ji kokê ve bibire, ev pir talûke ye. Ev êrîşeke di asta herêmî de ye. Tirkiye, Îranê bi ser qadê ve dahf dide, lê Îran ne di ferqa talûkeyê de ye. Îran pir bi talûke dilîze, li Tirkiyeyê kesekî ku vê fêm bike tune. Hikûmet jixwe derdê wê cuda ye, derdê wê ew e ku çawa roja tê de ye xilas bikî. Îran dê bi vê yekê xwe sînor neke, piştî kurdan dê hewl bide Tirkiyeyê bixe bin bandora xwe. Çimkî Îran li herêmê li hemberî Israîlê hegemonyaya xwe ava bike. Tirkiye vê yekê fêm nake, bi awayekî talûke dilîze. Polîtîkayên DYA’yê jî ne rast in, DYA bi awayekî objektîf piştgiriya Îranê dike, bi Îranê de dikeve heman eniyê!”
DIVÊ SIVÎLAN BIPARÊZIN
Ocalan, diyar kir ku sivîlên li Qendîlê divê bêne parastin û ewlekariya malbatan bê standin. Ocalan, daxuyand ku divê sivîl zirarê nebînin û wiha got: “Heke pêwîst bike divê sivîl ji wê derê bêne derxistin. Saziyên navneteweyî jî divê bala xwe bidin ser Îranê, di vê mijarê de divê xebatên bikin. Hêzên Başûr jî divê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.”
TIRKIYE DIXWAZE KURDAN LI SER ÎRANÊ TUNE BIKE
Ocalan, da zanîn ku Tirkiye hewl dide kurdan li ser Îranê tune bike û wiha got: “Ev planeke herêmî ye. Hewl didin ku nirxên gelê kurd ji holê rabikin. Îran bi vê êrîşê peyama hevkarî û nêzikbûnê dide DYA û Israîlê. Dîsa Ahmedînejat li hemberî molayan, Amerîka û Israîlê peyamê dide Tirkiyeyê û dixwaze bikişîne cem xwe.”
HER DU ALÎ JÎ MIN ÎDARE DIKIN
Ocalan diyar kir ku di nava şert û mercên ku dijî de nikare rêbertiya pratîk bike û wiha pê de çû: “Ez li vir nekarim rêbertiya pratîk bikim. Di van şert û mercan de ez nekarim wisa bikim. Her du alî jî ji min re hin tiştan dibêjin. Dewlet û AKP ji xwe çi dikin li holê ye. Herdu alî jî min îdare dikin. Ev jî şantaj e. Qendîl min wekî taşeron bi kar tîne. Dewlet jî min wekî taşeronê heyetê bi kar tîne. Her du alî jî min wekî taşeron bi kar tîne.”
TIŞTÊ KU EZ BIKIM QEDIYA
Ocalan, destnîşan kir ku ew êdî dawî li bikaranîna xwe ya wekî taşeronê tîne û wiha got: “Ji îro şûnde ez dawî li vê tînim. Tiştê ku ez bikim qediyan. Ji vir şûnde ji bo ku ez rola xwe bidomînim, divê derfet ji bo tenduristî, ewlehî û bi awayekî azad hereket bikim hebe. Êdî ev tunebin ez nikarim tu tiştekî bikim. Pozîsyona min bi vî awayî zirarê dide dewletê jî kurdan jî. Hinek kesan digot ku Ocalan nikare di van şert û mecan de rêbertiya pratîk bike. Rast e mirov nikare biki. Di van şert û mercan de hevdîtinên aştiyê pêk nayên.”
REWŞA MIN DIŞIBE YA MANDELA
Ocalan, diyar kir ku rewşa wî dişibe rewşa Mandelayê li Afrîkya Başûr û wiha got: “Desmond Tutu, ji Mandela re digot, ‘Heta azad nebî, nekeve nava vî karî.” Rast digot. Lê piştre pêşiya Mandela vekirin. Heta ez jî azad nebim, bi awayekî azad tevnegerim ez xwe tevli vî karê aştiyê nakim. Ji niha û pêve jî ne rast e.”
KESEK KU BIKARIBE ROLA DE CLEKR BILEYÎZE TUNE YE
Ocalan, daxuyand ku li Tirkiyeyê kesê ku bikaribe rola De Clerk bileyîze tune ye û wiha got: “Dest ji De Clerk berdin, niha Erdogan rola Çîllerê wergirtiye. Operasyon li ser operasyonê dike. Tiştê ku diket ser milê heyetê pêk neanî. KCK’ê jî tiştî ku dikeve serê milê wê pêk neanî. Bi vî awayî em nikarin bimeşînin. Ziyanê didin dewletê jî û didin kurdan jî. Di van şert û mercan de ger zêdetir were meşandin tu sûdeke xwe ji bo kurdan tune ye.”
MIN KARÊ HER DU ALIYAN JÎ HÊSAN KIR
Ocalan, bilêv kir ku wî karê her du aliyan jî hêsan kir û wiha got: “Min ji bo wan pêşniyar kir û riyên çareseriyê destnîşan kir, min protokol pêşkêş kir. Weke din dikarim çi bikim? Ez ê çawa bikaribim zêdetirê bi hefte an jî mehê bi axaftina yek saetê bikim! Lê helwesta herdu aliyan jî êdî cuda ye. Min jî li vir weke teşeron bi kar tînin. Her du alî jî min îdare dikin. Ez ne kesekî wisa me. Ez tu carî destûr nadim ku bi rûmeta kurdan bilîzin.”
JI BO SIYASETMEDARÊN KURD Û RAYEDARÊN TIRK…
Ocalan, got ku divê siyasetmedarên kurd jî vê yekê bizanin û wiha got: “Di her carekê de dibêjin “Em nikarin pêşiya gel bigirin. Girse li ber teqînê ye. Ger çareserî pêk neyê em ê şerê gel ê şoreşerî bidin destpêkirin. Em ji bo şer jî û ji bo aştiyê jî amade ne.” Gelo kî li pêşiya we digire. Tu dikî an nakî, tu dizanî. Lê bi vî awayî neavêjin ser min. Tirkiye jî di her carekê de dibêje “Em ê biqedînin” ger tu dê biqedîne, biqedîne.”
JI BO HIKÛMETÊ: GER TU DÊ BIQEDÎNE;BIQEDÎNE, LI BENDA ÇÎ YE?
Oclan, der berê helwesta hikûmetê de jî ev tişt got: “Hikûmet ji bo qedandinê çi dike bila bike; wê polîs û tîmên taybet bixe dewrê. Çar hêzan bi hêzekê ve girêdide. Hûn çi dikin bikin. Ha duh jî li Serokwezaretê civîna bilind kirin. Çi biryar girtine, ez pê nizanim, lê ez bi vî awayî tune me. Qala Srî Lankayê dikin. Dibêjin wê 300 balafiran rakin li Qendîlê bixin! Tu li benda çi ye? Ger rêxistin amade be, dê îsbat bike ku vir ne Srî Lanka ye.”
AKP ŞER DIXWAZE ÇARESERÎ NAXWAZE
Ocalan, got ku ew taşarontiyê nake û wiha got: “Min ji heyetê re jî got. Min bang li Erdogan jî kir. Min gotibû ez ê gerîlayan bikişînim cihekî bi ewle. Lê ji bo vê jî derfet nedan. Ocalan dibêje “Ez ê hêzên çekdarî bikişînim cihekî bi ewle”. Bersiva vê yekê jî nadin. Ma ez çi bikim. AKP şer dixwaze, çareserî naxwaze. Bi vî awayî hêsirên çavên ew dayikên ku Serokwezîr her tim qîmetê dide wana narijin. Ez dibêjim ji bo hêsirên çavên dayikan rawestin dayikan bikişînim aliyekî, bersiva vê yekê jî nadin. Berovajiyê vê her roj şer, pevçûn û operasyon hene. Her roj gerîla û leşker têne kuştin. Bi vî awayî dê aştî çawa pêk were? Ev nameya min a vekirî ye ji bo hikûmetê; Ger hûn dixwazin hêsir rawestin, bihêlin ku ez hêzên gerîlayan bikişînim cihekî bi ewle.”
ŞER BI LEZ Û BEZ TÊ
Ocalan, li ser rewşa kesên ku dibêjin şer tê ev tişt gotin: “Ez ji kesên ku dibêjin şer bi lez û bez tê û dibêjim tenê ez dikarim pêşî li vî şerî bigirim re dibêjim; Gelo ez ê ve yekê di hevdîtinek ku ez li vir salê carekê an jî mehê carekê pêk tînim de bi ser bixim? Ji bo Ocalan jî bikaribe rola xwe bilîze, divê hikûmet jî pêngavan biavêje. Divê îrade nîşan bide. Di van şert û mercan de bi awayekî yekalî ev yek dê çawa pêk were? Bang li rewşenbîrên lîberal dikim; tiştekî wiha dibe? Her tiştê diavêjin ser milê min. Her tiştê ji min hêvî dikin. Ez dikarim çi bikim? Di destê min de darikek bi sêhr ê çareseriyê tune ye? Rewşa min a li vir dişibe avjeniya di gerek bê av de. Di van şert û mercan de ez dê çawa avjeniyê bikim? Lê kesekî din tu berpirsyartî nagire ser xwe.”
30 SAL IN HER KESÊ BARÊ XWE AVÊTINE SER MILÊ MIN
Ocalan, daxuyand ku tam 30 sal in her kes barê xwe avêtiye ser milê wî û wiha got: “Min 30 salan li derve û 13 sal jî li vir ew bar hilgirt. Fêrî vî rêbaza min a Rêbertiyê bûne. Min her tim didin xebitandin. Lê ez ji vir û pêve nikarim alîkarî bikim. Ez feresateke wiha qebûl nakim. Ez gerîlatiya bi vî awayî qebûl nakim. Dê şer bikin, şer nakin, hêza wan heye, tune ye, ez nizanim. Lê ez nikarim bi vî awayî bidim domandin. Divê gerîla pêvajoyê baş binirxîne, ger pêwîst be guh nede tu kesî û li nirxên me xwedî derkeve. Divê siyasetmedar jî bi awayekî rast û durist biryar bidin û biryarên xwe pêk bînin.”
SÊ ŞERTÊN MIN HENE
Ocalan, got ku van şertên xwe ji heyetê re jî bêje û wiha got: “Min ji heyetê re jî gotibû ku ez nikarim di van şertan de bidomînim. Bawer im ez ê careke din bi heyetê re bicivim. Ez ê vê biryara xwe ji wan re jî bibêjim. Ji niha û pêve ger herdu alî li hev bikin, bila bikin. Ez jî di van şertan de tune me. Şer dikin bila bikin, ez xwe têkel nakim êdî.”
Ocalan, ji bo şertên xwe yên rolgirtinê jî wiha got: “Ger ku dixwazin ez rol bigirim, sê şertên min hene; şertê tenduristî, ewlehî û bi awayekî azad tevgerkirin. Ger van mercan pêk bînin, ez ê bidomînim. Ger her tu alî jî ji bo rewşa min li hev bikin, ez ê rola xwe bilîzim. Ger pêk neynin, ez nikarim bidomînim.”
NAXWAZIM HESIRÊN ÇAVÊN TU DAYÎKEKÊ BIRIJE
Ocalan, diyar kir ku ew naxwaze hesirên çavên tu dayikekê birijin û wiha got: “Ev yek êşê dide min. Dixwazim raya giştî ya Tirkiyeyê vê yekê bizane. Min ji Serokwezîr re gotibû em ji bo çareseriyê gerîlayan bikişînin cihekî û pisgirêkê di hefteyekê de çareser bikin, lê deng ji Serokwezîr nehat.”
REXNE LI REWŞENBÎRÊN KURD
Ocalan, da zanîn ku dîroka kurdan tê lêkolînkirin, lê bi kûrbûna îro nanirxînin û wiha got: “Celadet Elî Bedirhan, mesele baş fam kiribû, baş dizanî û baş lêkolîn kiribû. Ji Mistefa Kemal re name jî şandibû. Lê tiştek ji destên wî nedihat. Ew pêvajo jî lawaz ma. Nekarî zêdetir tiştek bike. Lê min di van şert û mercan bi qasî cîhanekê tişt kir. Gelo ev nayê dîtin? Hin hevalên hinek tiştan dinivîsin û vediêjin hene, lê evane jî bi kûranî tênegihiştine, kêm dimînin. Hemû dişibin hev.
Hin rewşenbîrên kurd hê jî li ser pişt amin debarê dikin, hê jî min bi kar tînin û bi vê yekê hene. Me her tiştên hinek ji wan pêşwazî dikir. Me hemû derfet didan wana. Evane li Ewropayê li ser pişta me debara xwe kirin. Niha jî 13 sal in xwe li ser pişta min xwedî dikin. Tu titşek nakin û her tim êrîşê min dikin. Heta niha jî debara xwe li ser pişta min dikin. Bi xêra vê yekê vedigerin Tirkiyeyê û êrîşê min dikin!”
EVRÎM DEMÎR BAŞ FÊM KIR
Ocalan, diyar kir ku ew van nirxandinên xwe diyarî keça kurd Evrîm Demîr ku di 14’ê Tîrmehê de xwe şewitand dike û wiha got: “Vê pêvajoyê herî baş Evrîm Demîr fêm kir. Keçeke 18 salî ye, lê tiştên diqewimin baş fêm kiriye. Ji ber ku fêm kiriye biryara xwe daye, çalakiya xwe pêk aniye. Evrîm fêm kiriye lê KCK, PKK, BDP, KCD fêm nekirine. Pêşengê vê pêvajoyê û yê baş fêm kiriye Evrîm Demîr e. Di heman demê Mustafa Malçok jî. Her du pir ciwan in û di vê pêvajoyê de ji me re pêşengtiyê bikin. Lê ez pêşniyar dikim li şûna ku xwe feda bikin derfetên ku bi awayekî azad dikarin xwe îfade bikin biafirînin. Ez her duyan bi hurmet bi bîr tînim.”
GLADYOYEK KU DÊRSÎMÊ BI RÊVE DIBE HEYE
Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim li ser Dêrsîm û Çewlikê hin tiştan bêjim. Li van deran cihên ku di hilbijartinan tiştê ku dixwest bidest bixe negirtiye. Nenirxandina vê û bi ser de neçûyîna vir ez rexne dikim. Gladyoyek ku Dêrsîmê bi rêve dibe heye. Her wiha ji bo Çewlikê jî heman tişt derbasdar e. Gladyoyek ku Çewlikê îdare dike jî heye. Lê Gladyoya her du cihan jî di heman navendê de tên birêvebirin. Ew kesên wekî Kamer Genç dibêin ku em elewiyên tirk in, ne kurd in. Ev elemanên Gladyoyê ne û zarokên xwe jî li Amerîkayê didin xwendin. Kamer Genç kesekî ku ji darbeya 1980’yî ye. Ligel ku her tiştî dike jî kes jê re tiştekî nabêje. Çima? Ji ber ku beşek Dêrsîmê bi vî awayî digire, girêdayî Gladyoyê dihêle. Welatiyên Çewlikê dibêjin em ne kurd in, em zazayên şafiî ne. Li Dêrsîmê Elewî-zazatiyê li hemberî pêş dixin. Dîsa li Çewlikê Şafiî- Zazatiyê pêş dixin. Çavkaniya herduyan jî Gladyoye. Divê ev baş bê analîzkirin. Divê li ser vê yekê bê sekinandin. Ji xwe her du jî heman tiştin. Herdu jî ji bo ku kurdan tune bikin tên kirin. Divê tedbîrên van bên girtin. Herdu jî heman zîhniyete. Heta ku ev rewş baş neyê analîzkirin pêşketin çênabe. Divê em bê dîtin.”
Ocalan, da zanîn ku der barê girtîgehan de hin nûçe hatine weşandin û wiha got: “Tê gotin ku gelek girtî hatine sirgûnkirin. Tê diyarkirin ku dê operasyoneke nû ya KCK’ê bê kirin. Dibe ku ji ya berê mezintir û berfirehtir be. Dikare operasyonê leşkerî yên mezin jî pêk bên. Ev rewş dê her tiştî jî bixitimîne.
STENBOL