Mîlyonek û 500 hezar TL. yê ku ji bo birînên gelê Wanê derban bikin hate şandin ji aliyê alîkarên Waliyê Wanê û Sekreteriya Îdare ya Taybet ji bo prefabrîkên xwe cuda kirin. Pereyê hate cuda kirin 360 hezar TL. bi lezgînê hate rêkirin.
Pereyên hatin berê alîkariyên Waliyê Wanê, Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajar û midûran ji bo malên prefabrîk hate cudakirin. Ji pereyê milyonek û 500 TL. beşa yekem a ji 360 hezar TL. hate şandin. Temelê malên prefabrîk ên dê li baxçeyê avahiya Îdareya Taybet a Bajarê bên çêkirin hatin avêtin û dest bê çêkirina malan hate kirin.
Seroka Meclîsa Giştî ya Bajarê Wanê Semîra Varli bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku îhale bêyî wan hatiye kiri. Varli, anî ziman  ku pereyê ji bo gel bê xerçkirin ji bo xwe xerç dikin û wiha got: “Li baxçeyê Îdareya Taybet a Bajar ji bo 10 projeyên malên prefabrîk temel hatin avêtin. Ev prefabrîk li dijî erdhejê bi teknolojiya herî bilijnd tên dizaynkirin. 5 ji bo alîkarên Walî, 3 ji bo sekreterê Îdaryea Taybet a Bajar, 2 jî ji bo alîkarên sekrete tên çêkirin. Ev proje bi 360 hezar TL bi îhaleyê dan Şireket Aymîna û peywiriya pere heya milyonek û 500 hezar TL. xerç bikin hate dena. Me ve yek di civîna meclîsa giştî de anî rojevê. Ji ber ku ev îhale bêyî me hate kirin. Walîtiyê ji me re got ‘Me giştînmaya karesetê pêk anî. Em bi alîkariya karesetê van malên prefabrîkê çêdikin’ Ev yek bi tena serê xwe bêdadiye. Gelê me ji bo xwe konekî peyda nake we bi pereyê gel ji xwe re malên prefabîrkan çêdikin.“


 FERHAT ARSLAN/DÎHA/WAN