
‘Kedeke mezin da’
Kartal têkildarî pêvajoya xabata sazbûn û rêvberina KNK’ê de jî li ser hewldanên Wanli sekinî û wiha berdewam kir: „Wekî serokê yekem yê KNK’ê di avakirin û pêşdebirina wê de jî kedek mezin da. Di aliyê dîrok û dadê de wekî akademîsyeneke baş û mezin û rewşenbirekî Kurd xizmeteke mezin ji bo gelê kurd kir. Piştî Rêber Apo nas kir û şûn de baweriya wî di warê azadbûna gelê Kurd de her ku çû mezintir bû. Dida xuyakirin ku hevdîtina wî bi Rêber Apo re ji bo wî bû dema werçerxê bû. Windahiya Îsmet Şerîf Wanlo ji bo gelê kurd gelek mezin e. Lê belê, bi kesayeta xwe ya zanyar, dilnizim, nazik û welatparêziyek mezin wê her tim di hiş û mejiyê gelê Kurd de bijî. Em ê wî her tim bi heskirin, hurmet û bi minet bi bîr bînin. Ji bo malbata wî û heskiriyên wî sersaxî û ji bo wî jî rehmetê dixwazim”.
Ji KNK’ê peyama sersaxiyê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî ser saxî xwest û diyar kir ku mirina Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, ji bo wan, ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e, ew weke KNK’ê, ji malbata wî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. KNK, destnîşan kir ku Wanli di tevahiya jiyana xwe de wek canfedayekî doza Kurd têkoşîn kir û piştî Haraketa Azadiya Kurd dest bi raperînê kir, hêviyên wî bêhtirîn mezin bûn û wek dilsoz û evîndarekî ciwanên Kurd, têkoşîna xwe domandiye. KNK’ê di daxuyaniya xwe da anî ziman ku Wanli heya roja çû ser dilovaniya xwe jî, dilsoziya xwe ya ligel ciwanên Kurd ku bi canfedayiyek destanî têkoşîna azadiyê bi pêş dixin diparast. KNK’ê daxuyand ku ew weke KNK’ê mirina Wanlî ji bo doza azadiya Kurd windahiyeke mezin dibînin û bang li endamên berê û nû yên KNK’ê dikin ku tevlî di rêwresma cenazeyê Îsmet Şerîf Wanlî bibin.
Daxuyaniya KNK’ê wiha berdewam dike: „Di heman demê de, em bang li tevahiya gelê Kurd yên li Ewropa dikin ku, li cenazeyê Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanli xwedî derbikevin. Li hemberî mirovekî dilsozê azadiya Kurd weke Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanli, em gişt wefadar in û pêwist e di koça dawî ya wî de em wefadariya xwe bînin cih. Carake din em ji malbata Prof Dr. Îsmet Şerîf Wanlî û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û ji Yezdanê Mezin niyaz dikin ku, wî ber efû, mexfiret û rehmeta xwe bixe.“
ANF/BRUKSEL