Kê ku wek însanek were li ser dinê, mafên wê/î ya xwezayî jî bicîh dibe, mafên wê/î digihîje rastiya xwe. Ango mafa însanetiyê... Ji ber ku însan, bi mafên xwe însan e. Ji ber ku hebûna însan, bi îrade ya mafparastinê re ye. Wisa tê li ser dinê.
Ji ber wê, xwedîbûna îradeya parastina mafan e ku însan dike xwedî maf. Bi vê sedemê em dikarin qala mijarê “mafa însan” bikin. Heke îrade ya parastina mafê tuneba, wê demê em nikarîbûn behsa mafên însanan jî bikirana.
Wek mînak em bêjin, avên ku diherikin, mafa wan nîn e. Ji ber ku av, çi rê bibîne li ser wê rê diherike. Ji ber wê, wek lêlat, mafa însanetiyê, ji mafa hin tiştan cûda ye.
Avê ku diherike, îradeya wê avê, bi herikandina xwezayê ve girêdayî ye. Xweza çawa meşiya, divê av jî wisa bimeşe û biherike. Bi çi sedemê dibe bila bibe, gava ku xweza rêya xwe guherand û wek erdnigarî di dilê xwezayê de guherînek hat rastî bû, hewceye ku av jî rêya xwe li gorî dilê erdnigariyê biguherîne. Ji ber ku ne bi îrade ye.
Wekî av; dar, çok, zinar, kevir, giha, şikeft, çiya, berf û baran, ba, sî, deşt û mêrg, behsa ji çi dikin bila bikin, heke ew “tişt” daxilî xwezayê be, mafên wan tiştan jî wek bi awayekî fermî û mantiqî nîn e. (Lê gava em bi şêwaza dil û bi nêrîna ramandina rojhilatî lê binêrin, mafa van tiştan jî heye û pêdiviya însan, tevahî bi van tiştan re jiyan e, ew mijarekî din)
Mafên ajal û heywanan jî wek bi îzafî tên nîqaş kirin. Ji ber ku, hin ajal hene ku ji bo mafên xwe ber xwe didin, îtirazker in, ango xwedî îtiraz in, lê zêdetirî ajalan li gorî xwesteka xwedî ya xwe dijîn. Ji ber wê, em li vir digihîjin, nasîna mafê bi xwe...
Maf, heke ku tu ji bo wê bi îrade bî, ji bo wê ber xwe bidî, ji bo hebûna wê têbikoşî, hewl bidî ku xwedî wê derkevî, wê ji hin kesan biparêzî, di demê de ji bo wê şer bikî, berdêl bidî, ji bo wê hin tiştan biterkînî, ji bo wê dexes bî û ji bo qezenckirina wê wendakirina hin tiştên xwe hildî berçav û bi rastî jî bo wê hin tiştên xwe wenda bikî, wê demê ew tişt dibe maf... Mafa te...
Mafa însan jî li vir tên jixwe... Ez bi rastî jî bêjim, hin kes hene ku qala mafên Kurdan dikin, lê kî ku ji bo qezenckirina ew mafan têdikoşe wê/î jî sûcdar dikin. Her kes zane ku ew hişmendî, di nav Kurdên welatparêz de wek “tirşikçî” tên binav kirin. Ew tirşikçiyan, di van rojên dawî, çi firsend bibînin hema li wê derê derdikevin ser dikê û “heta ku çek neyên berdan û PKK neyê teslîmî çelîkên Tirkan nebe gotûbêjên aşitiyê dê rast nabe” dipeyîvin. Ew kes, neta niha jî ji bo ku tekoşîn vala derxin, tevgerê, wek şirîkê desthilatdariyê binav dikirin û ji bo biçûkkirina tevgerê bi can û dil xebat dikirin. Li Amedê rûdinin, li Stenbolê dijîn, li Hewlêr an jî li Awropa dijîn, lê her tim devê wan û zimanê wan bi hişmendiya desthilatdariyê ve dizivire.
Maf mafa însanetiyê ye, ji bo ku ew maf were rastiyeke jiyane bibe, hewceye ku ji bo qezenckirina wê mafê tekoşîn were meşandin. Kurd jî, bi vê mijarê ve girêdayî ne tiştekî din e, însan e. Tekoşîn ji bo mafên civakî, ji bo mafa însan tên dayîn, amûrên vê tekoşînê jî misogerên van mafan in.
Pêyva dawî, heke tu nikarîbe bixwazî, maf jî nîn e...
‘XWEDÎMAF’