Di çarçoveya çalakiya Nimêja Înê ya Sivîl de dê li Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Agirî, Wan û Mûşê bi girseyî hate kirin. Li gel barana zêde dîsa bi hezaran welatî kom bûn û nimêj kirin.
Li navçeya Sîlopiyê ligel barana zêde bi zedan welatî li baxçeyê Şaredariyêkom bûn û nimêj kirin. Di minejê de Mele Mehmet Sadak, bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û diyar kir ku her diçe alozî zêde dibe. Sadak xwest hemû alema misilman ji bo aştiyê tifaqa xwe xurt bikin û di nava hewldana de bin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî nêzî 2 hezar welati li qada pêş BDP’ê kom bûn û ref girêdan. Li Hezexê jî bi sedan welati kom bûn. Li Êlêhê jî komê li Konê li baxçeyê Çayê hatiye vedan nimêj kir. Li Sêrtê jî bi sedan welatî li Garaja Şaredariyê kom bûn û ligel hewaya sar nimêj kirin. Li navçeya Misircê jî bi sedan welati kom bûn û nimêj kirin.
Li Amedê jî bi sedan welatî li sûka bin zikê erdê ya Selahattini Eyyubî kom bûn û nimêja înê kirin. Li pêşiya girsê Mele Osman nimêj kir. Mele Hadî jî xutbe xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê di navbera mazlum û zaliman de pirsgirêk heye û di dîrokê te zalim her tim hatine cezakirin û têk çûne. 
Li navçeya Bîsmîlê jî bi sedan welatî li qada vala ya tenişta Sehaya Xali kom bûn û minêj kirin. Li navçeya Farqînê jî bi sedan welatiyên ku li Mala Şînê ya Şaredariye kom bûn nimêj kirin.
Li Rihayê jî nimêja înê ya sivîl li pêş avahiya BDP’ê ya Rihayê hate kirin. Mele Mehmet Çiçek bi Kurdî weaz dan û binpêkirinên mafan şermezar kir. Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî girse li ber avahiya BDP’ê ya navçeyê kom bû û ref girêda.

Li navçeya Nisebine ya Mêrdînê bi sedan welatî li gel barana zêde ref girêdan û nimêj kirin. Girzê şehîdên Kerbelaye bibîr anîn û operasyon şermezar kirin. Li Wanê jî nimêj li gel hewaya pir sar li Parka Ahmedê Xanî bi girseyî hate kirin. 
Li navçeya Bazîdê jî nimêj li Konê Çareseriya Demokratik hate kirin. Li Colemergê jî nimêj li Konê Çareseriya Demokratik kirin. Piştî nimêjê starta “Ez li vir im” hate vekirin û 584 kes bûn endamên BDP’ê. Li Melezgîrte jî ji ber berf û baranê li avahiya BDP’ê hate kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN