Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî diyar kir ku li gel ku 103 sal derbas bûye jî ji ber ku pêkutî û mekanîzmayên kontrolê yên li ser çapemeniyê didome roja 24’ê Tîrmehê ne roja rakirina sansurê ye roja berxwedana yekem a li dijî van pêkanînan e.
Tirkiye ya ku di warê pêkutiyên li ser çapemeniyê dibe hedefa hemû rêxistinên pîşeyî û rêxistinên mafên mirovan li gel hemû rexne û hişyariyan ji bo ku vê rewşê biguherîne nakeve nava hewldanan. Li Tirkiyeyê nêzî 70 rojnameger ji ber TMK’ê di girtîgehan de ne û bi hezan rojnameger jî li korîdorên edliyeyan in. Pêkutiyên li ser rojnamegeran nahêle ku ew peywira xwe ya ragihandina gel bi cih bînin.
Li gorî rapora Tora Ragihandinê ya Serbixwe (BÎA) ya bi navê „Ropara Çavderiya Çapemeniyê“ ya di mehên Çile-Sibatû Adarê di nava 3 mehan de 13 kes ji ber ku der barê pirsgirêka Kurd de nêrînên xw anîn ziman rastî 21 sal û 10 meh cezaya girtîgehê û 66 hezar û 946 TL cezaya pere hatin. 5 rojnameger ji ber nivîsên xwe, 42 rojnamegen ji ber dozên weke „KCK“, „Devrîmcî Karargah“, „Balyoz“ û „Ergenekonê“ hatine girtin. Lê li gel van pêkanînan nakokiya herî mezin jî ew e ku 24’ê Tîrmehê weke roja „Rakirina Sansurê“ tê zanîn. Di 24’ê Tîrmeha 1908’an de rajnamgerên Babialiyê di jî pekutiyên Sultan Abdulhamît li ber xwe dan û qalibên çapê nedan. Lê tu caran ev yek nehat wî wateyê ku pêkutiyên li ser çapemeniyê hatiye rakirin. Ji wê dîrokê heta niha hemû desthilatdariyan çapemenî asteng kirin.

Serokê Giştî yê TGS’ê Ercan Îpekçî di salvegera „Rakirina Sansurê“ de rewşa Tirkiyeyê nirxand. Îpetçî got ku li Tirkiyeyê di 2005’an de guhertin hatin kirin, piştre di 2006’an de bi TMK’ê rewşeke ne baş derket holê û li gel hemû hişyariyan hikûmetê ev tişt paşguh kir. Îpakçî diyar kir ku hikûmetê her tim gotiye li benda biryarên dadgehan bin lê di nava 6 salan de tabloyeke pir xirab derketiye holê. îpekçî bilevkir ku ji sala 2009’an heta niha qasî ku şopandine hêj 70 rojnameger di girtêgehê de ne û 41 rojnameger jî hatine berdin, ango di nava 2 sal û nîvan de 101 rojnameger şert û mercên „demokrasiya pêşketî“ de ma. 


OMER ÇELÎK - DÎHA-STENBOL