Piştgiriya ji bo Kurdên Rojavaya her diçe zêde dibe. Endamê Destaya Rêvebir a Hemwelatiyên Azad û Wekhev Mele Zana ji gelê Kurd xwest k îsal zikatê xwe bidin Kurdên Rojava ku niha di rewşek nabaş de dijîn. Mele Zana da zanîn ew ê kampanyakî alîkarî bidin despêkirin û wiha got: "Di salên 1991 dema rejîma Seddam êrîşî me kir, gelê me yê Bakûr û Rojhilat xwedan li me derket. Dibe em jî niha li gelê me yê Rojava derkevin. Em wek gelê Başûrê Kurdistan dema ku em di sala 1991’an de rejîma Seddam eriş bir ser me û derberê Bakûr û Rojhilata Kurdistan bûn gelê wê xwedan li me derket û me star kir. Îro jî dibe em wek gelê Başûrê Kurdistan xwedan li gelê me yê Rojavaya Kurdistan derkevin. Ji bo wê jî em kampanyakî li ser navê Hemwelatiyên Azad û Wekhev didin despêkirin. ji bo wê em bang li gelê me dikin ku, îsal hemû zikat û xêrên xwe bidin gelê me yê Rojavaya Kurdistan.”
DÎHA/HEWLÊR