Koordînasyona KJB’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da zanîn ku bi navê ‘Ji serokê me re azadî, ji komkujiyê re na!’hemleyek nû dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li hemberî gelê Kurd komkujiyeke topyekûn hatiye destpêkirin û daxuyanî wiha dom kir: “Li hemberî hemû beşên civakê mudaxale û êrîşek pêk hat, her wiha daxwaz kirin ku êrîş û mudaxaleyê meşrû bikin. Polîtîkaya dewletê ya herî esasî tecrîda li Îmraliyê ye, her wiha her roj jî bi tecrîdê re jî komkuji dom dike.”
Koordînasyonyê û da zanîn ku rejîma AKP’ê li dijî nirxên mirovatiyê pergala tecrîda li Îmraliyê girantir dike. Di daxuyaniya nivîskî wiha hate gotin: “Hersa AKP’ê ya li hemberî gelê Kurd her ku diçe mezin dibe, lê ev tişt tê wateya bi dawî kirina serdestiya xwe. AKP li hemberî berxwedana 40 salan polîtîkayên şer ên taybet dîsa didomîne û gelên Tirkiyeyê kiriye hedef. Lê gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd wekî her car hesabên şerê qirêj bi hewldanên xwe vala derdixe. Di dîroka Tirkiyeyê de nav û dîrok çend cuda bin jî feraset û hewldan wek hevin.”
KJB di daxuyaniyê de got ku li hemberî polîtîkayên şer ên rejîma AKP’ê hers û berxwedana gelên li Tirkiyeyê zêdetir dibe û divê AKP’ê vê tiştî baş bizane. Di daxuyaniyê de qala tecrîda 13 salan a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiya Qilabanê hate kirin û wiha hate gotin: “Niha dixwazin tecrîde bi qanûnan rewa û meşrû bikin. Komkujiya Qilabanê nayê qebûl kirin. Dewlet dixwest bi komkujiyê dîrokê dubare bike, lê ev tişt tenê tê wateya bêçaretiya AKP’ê. Bi salane Rêberê me ji bo aştî û azadiya gelan di nav tecrîdê de ye. Êdî kêr negihişt hestiyan, kêr gihişt vîjdanên hemû mirovatiyê. Qêrînên jinên li Qilabanê gihişt erd û esmanan û ev qêrîn bû sedema ronîkirina tarîtiyê. Dê berxwedana li dijî tecrîda li Îmraliyê jî dê bibe ronahiya hemû deman.”

Koordînasyona KJB’ê wiha dawî anî daxuyaniya xwe: “Jin dê wekî her car pêşengiya berxwedanê bikin û li dijî tecrîd, komkujî, zext û zordariyê berxwebidin. Em bangî hemû jinan dikin li dijî tecrîda li Îmraliyê berxwedana topyekûn bidin û heya serkeftinê bênavber têkoşîn bidin.”

ANF/BEHDÎNAN