
Piştî lêgerînê gel ket qada mîtîngê. Welatiyên ku ji 4 aliyan de ketin qada mîtîngê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî pankarta “Ziman beden e li bedena xwe xwedî derkeve” daliqandin. Li ser dikê wêneyê Şahîn Oner ê ku di çalakiya 15’ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar dikir û ji hêla polîsên AKP’ê ve bi hovane hat qetilkirin jî hat daliqandin. Li ser dikê ji bo Oner pankarta “Em te ji bîr nakin” û pankarta “Perwerdaya zimanê zikmakî mafê herî bingehîn û rewa ye” hatin daliqandin.
Bi hezaran welatiyên ku ketin qada mîtîngê dowîza “Zimanê me rûmeta me ye” hilgirtin. Endamên Egîtîm Sen’ê yên ji Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Rihayê hatin jî bi kortejê ketin qada mîtîngê. MEYA-DER, Dayikên Aştiyê û xizmên windayan jî bi pankarta “Pêşengên zimanê me şehîdên me ne” û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji Parka Koşuyoluyê heta qada mîtîngê meş li dar xistin. Endamên Egîtîm Sen’ê jî pankarte “Em perwerdaya zimanê zikmakî dixwazin” vekirin û ketin qadê.
Endamê Meclisa Daîmî ya KCD’ê Osman Ozçelîk, Parlamenterê BDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu, Endamê MYK’ê yê Egîtîm Sen’ê Abdullah Karahan, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Sebahattîn Gultekîn, Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û gelek kesên din tevli mîtîngê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Egîtîm Sen’a Amedê Kasim Bîrtek ji bo axaftinê derket ser dikê.
Di mîtîngê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Em perwerdaya zimanê zikmakî dixwazin” hatin berzkirin.
DÎHA/AMED
Li Semsûrê û Erdîşê çalakiyên ziman
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Semsûrê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimane zikmakî şahiyek şevê pêk anî. KURDÎ-DER’a Erdîşa wanê jî ji bo ziman stant vekir.
Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Semsûrê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roza Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî şahiyek şeve pêk anî. KURDÎ-DER’ê li salona Canê şev pêk anî û di şevê de parlamenterên BDP’ê Adîl Kurt jî di navde bi sedan kes amade bûn. Şi şevê de pankarta “Em bi zîmanê Kurdi perwerdeyê dixwazin” vekir û bê navber siloganên
“Zimane me rumata meye” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Di şevê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER’e ya Semsûrê Şerîf Yilmaz, li ser tekoşîn û hewldana Osman Sebrî û Celadet Elî Bedirxan rawestiya û xwest her kes li ziman xwedî derkeve û biparêze. Adîl Kurt jî li ser rol û rista ziman axivî û xwest her kes li ziman xwedî derkeve. Pişti bernayeê KURDÎ-DER’ê belgeyê spasnayeyê da 22 xwendekarên xwe. Koma Aram Tigran a Şanoyê derket der dikê û pişt re Koma Denge Welat derket ser dikê û stran gotin.
Li Wanê standa Kurdî
Li navçeya Erdîşa Wanê jî Şaxa KURDÎ-DER’ê jî bi minasebeta 21ê Sbatê stanta ziman û pirtûkên Kurdî vekir. Stanta KURDÎ-DER’ê rastî eleqeyek mezin hat. Şaxa KURDÎ-DER’a Erdîşa Wanê li Parka Zîlanê ji weşanên Kurdî stant vekir. Stanta pirtûkên Kurdî rastî eleqeyek mezin hat.
SEMSÛR/WAN