
Şêniyên Kantona Kobanê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermerzar kir. Rêxistina TEV-DEM′ê ya Kantona Kobanê li gundên rojhilatê Kobanê di bin dirûşmeya ′Bê serok jiyan nabe′ de meşek organîze kir û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir.
Di meşê de bi sedan şêniyên taxên rojhilatê Kobanê û nûnerên TEV-DEM′ê yên Kantonê, amade bûn. Meşvan ji ketina rojhilat a gundê Şêranê heta meydana Şehîdan a gundê Helincê ve dan rê û berxwedana zindanan silav kir. Li qada Şehîdan deqeyek rêz hat girtin, piştre jî TEV-DEM′ê derbarê tecrîdkirina Ocalan de daxuyaniyek da.
Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya gundên rojhilatê Kobanê Feyad Şahîn bal kişand ser serketinên gelên herêmê di çeperên berxwedanê de li dijî çeteyên DAIŞ′ê û wiha axivî: ″Em ê bi berxwedan û lehengiya şervanên xwe, Rêbertiyê azad bikin.″
Meşvanan di dawiya meşê de têkoşîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silavkir.
KOBANÊ