Êrîşkaran bi qemyenokê êrîş birin ser welatiyên sivîl ku Kolana ‘Promenade des Ingles’ a bajarê Nice yê Fransayê derketibûn seyranê. Van kesên êrîşkar piştî ku maşîne li girseya welatiyan qelibandin, daketin û bi gule li welatiyan reşandin.

Wezîrê Karê Hundir ê Fransayê Bernard Kaznov da xuyakirin ku di vê êrîşê de 84 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûne. Li gorî Kazanov, di nava kesên birîndar de rewşa 50 kesan giran e.

Berdevkê Wezreta Karê Hundir Pierre Henry Perrin diyar ku kesê ev maşîne dajot hate kuştin.

Serokê Fransayê Francois Hollande di xîtabeke di riya televisyonê re ragîhandin ku “Fransa di bin xetereya terora Îslamiyan de ye.” Li gorî nûçeya RT, Hollande gotiye ku wê li hemberî van êrîşan hêzên xwe yên leşkerî li Sûriye û Iraqê zêde bikin.

Piştî komkujiya li Nice,li Fransayê ji bo 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin. Serokwezîr Manûel Valls, ragihand ku ji ber komkujiyê di 16, 17 û 18’ê Tîrmehê de şîna neteweyî hatiye îlankirin. Valls diyar kir, ji îro û pê ve wê alên li ber hemû saziyên fermî û bîrdariyan dakevin nîvî.

Hat ragihandin, nasnameya kesê li Nice komkujî kiriye, eşkere bûye. Rojnameya Nice Matîn îdîa kir, êrîşkar kesekî bi navê Mohamed Lahoûaîej Boûhlel ê welatiyê Fransa û Tûnisê ye. Rojnameyê ragihand di qemyona êrîş pê hat kirin de agahiyên li ser nasnameya vî kesî hatiye dîtin û şopa tiliyên êrîşkar jî li vê nasnameyê tê.


Rêxistinên Kurd êrîş şermezar kir

Rêxistinên Kurd ên li Ewropayê êrîşa li Nicê ya li dij sivîlan şermezar kir. Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Kongra Neweyî ya Kurdistan (KNK), Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F)  bi daxuyaniyên weşandin êrîş şermezak kirin û ji gelê Fransayê re sersaxî xwestin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê şermezar kir û bal kişand ser hevkariya AKP û DAIŞ‘ê. KCK’ê, ji malbatên kesên di komkujiya hovane ya li bajarê Nice yê Fransayê jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê Fransayê re sersaxî xwest. Di daxuyaniya KCK’ê de bal hat kişandin ser rola AKP û MÎT’ê ya di xurtbûna DAIŞ’ê ya li Sûriye û Iraqê de û hat destnîşankirin, ku têkoşîna azadiyê ya Kurd wê ji niha û pê ve jî li dijî çeteyên faşîst têbikoşe.

Di daxuyaniyê de pirsa “Gelo hêzên siyasî û gelên cîhanê wê hesabê encamên van polîtîkayên faşîzma AKP’ê nepirsin?” hat kirin û hat gotin, “Gelo, ji ber manewraya bi demagojiya ‘em ê dijminên xwe kêm bike û dostên xwe zêde bikin’ ya ji bo nixumandina vê polîtîkayê, wê van polîtîkayên AKP’ê ji nedîtî ve bên? Wê hesab ji hêza ku her roj Fransa û temamiya Ewropayê bi Îslama fobî sûcdar dike û bi vî rengî êrîşên çeteyan teşwîq dikin, hesab neyê pirsîn? Ji ber têkliyên siyasî û aborî yên Tirkiyeyê, gelo wê qetilkirina ewçend mirovên bêguneh weke bûyerên ji rêzê ve bên dîtin? Wê hevparê guneh ê DAIŞ a ev komkujî kiriye, ji nedîtî ve bê?” 


 NICE