Li Wan û Erdîşê di 23'ê cotmeha û 9'ê mijdara 2011'an de 2 erdhejên mezin û pişt re bi hezaran erdhejên biçûk pêk hatin. Di erdhejê de 644 mirovan jiyana xwe ji dest da û 28 hezar û 500 avahî hilweşiyan. Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û Wezîrên Tendurisityê çûn Wanê lêkolîn kirin û soza alîkariye dan welatiyan. Li gel 3 meh zêdetir di ser erdhejê re derbas bûn jî, bi hezaran welatî hêj di çadirên naylonî de dijîn û li derve ne. Bi hezaran welatî birçîne. Rayedarên dewletê li şûna ku li gorî pêdivî û rewşa welatiyan alîkariye belav bike, dijberî vê yekê berî her tiştî alîkariyê dide şaredariyên AKP'î. Pişti li Wanê berf zêde bariya rê li trafîkê hate girtin û nava kolanan ji çûn û hatinê re hate girtin. Ji ber ku derfetên Şaredariya Wanê zêde tunebû karkerên Şaredariyê têr nekir. Li gel ku Şaredariya Wanê alîkarî ji rayedaran xwest jî dîsa li şûna dewlet alîkariyê bide welatiyan tenê alîkarî da şaredariya AKP'î ya Erdîşê. Saziya dewletê Îş-Kurê 380 karker da şaredariya Wanê ya BDP'î. Lê li aliyê din 850 karker û personel da Şaredariya AKP'î ya Erdîşê. Li gel ku Îş-Kur'ê 2 qat karker dan şaredariya AKP'i ya Erdîşê jî dîsa xizmeta paqijê nayê kirin û li nava kolan û sûkên navçeya Erdîşê çop kom bûye.
Welatiyen Erdîşê nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku Şaredariya Erdîşê xizmet nake. Welatiyê bi navê Muslum Başkale, anî ziman ku tu xizmet ji wan re nayê kirin û êdî perîşan bûne.
Başkale, anî ziman ku raşedarên şaredariya AKP'î îşkenceyê bi welatiyan dike û xizmeta nava bajar nake. Welatiyê bi navê Alîm Bogaoglu, jî heman pirsgirek anîn ziman û da zanîn ku şaredarî tu xizmetê nake. Bogaoglu, helwesta dewletê jî rexne kir û xwest dewlet li hemberi vê yekê bêdeng nemîne.

WAN