Li Botan, Serhat, Garzan, Amed û gelek herêmên din di şerê 30 salan de bi hezaran welatî ji malên xwe û kolanan hatin revandin û windakirin. Dîsa di şerê navbera PKK'ê û TSK'ê de bi sedan endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Endamên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan bi komî hatin definkirin. Bi taybetî di sala 1990'an tîmên taybet, cerdevan û endamên JÎTEM'ê hem welatî înfaz kirin û hem jî di şerê li hemberî PKK'ê de bi sedan endamên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan bi komî defin kirin. Heta niha gelek şahidên bûyer û gorên komî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan û xwestin gorên komî bên vekirin. Komeleya Mafên Mirovan a Wanê rapor amade kir û diyar kir ku li herêma Serhedê 87 gorên komî ku 1129 kes têde hatine definkirin hene û li benda vekirinê ne. Li gorî lêkolîn û raporên ÎHD'ê, tenê li navçeya Motkiya Bedlisê di 5'ê Çileya 2011'an de li qada Fermandariya Cendirmeyan a Motkiyê kolandin hat kirin û di kolandinê de hestiyê 9 jê sivîl 12 kesan derket holê.


Bêyî otopsiyê hatin definkirin

Disa di kolandina duyemîn de li sergoyê fermandariya Cendirmeyan de hestiyê 8 kesan derketibû holê. Sala par jî ji bo gora komî ya li gundê Dim'ê yê herêma Çiyayê Reş ya navçeya Payizavaya di sala 1994'an de 48 endamên PKK'ê bi komî hatibû definkirin hat dîtin. Li herêmê herî zêde gorên komî li Bedlisê hene. Li gorî serlêdan û raporên ÎHD'ê tê gotin ku nêzî 400 gorên komî li herêma Bedlîsê hene. Wekî dojeha gorên komî jî jî tê zanîn. Bi taybetî di serdema Dogan Gureş û Serokwezîr Tansu Çiller de li herêma Tetwan, Motkiyê wekî navenda lêpirsînê dihat zanîn. Li gorî girtekên dozgerî û Şaredariya Motkiyê di sala 1999'an de li Motkiyê cesedê 15 kesan hatin definkirin. Di sala 1995'an de gundê Alpertê yê Bedlisê cenazeyê 27 endamên PKK'ê bêyî otopsiyê bi komî hatin definkirin. Dîsa li Wan, Colemêrg û Agiriyê şahidên gelek gorên komî hene û li benda vekirinê ne. Li navnavçeya Hîzana Bedlîsê gora 8 endamên PKK'ê yên di sala 1994'an de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn hatibû dîtin. Tê gotin ku li vê gorê cenazeyên endamên PKK'ê Tufan Aydın (Rubar), Osman Taş (Şiyar) û edamê PKK'ê yê bi kod navê Welat jî di nava 8 kesan de heye. Li gorî rapora ÎHD'ê ya Wanê li Bedlîs, Colemêrg, Agirî, Erdexan, Qers, Îdirê Hezar û 129 ke di 87 goran de hatine veşartin û cihe wan hatiye tespîtkirin û li benda vekirinê ne. Li Tetwane di serdema Fermandarê Tugayê Tatvanê Korkmaz ji bo xebatên JİTEM'ê herêma Motkiyê wekî navenda "Navenda Lêpirsînê" bikar dianî. Li gorî raporê li Bedlisê 35 gorên komî ku 485 kes têde hatine defnikirin hatiye tespîtkirin. 

DÎHA/WAN