Li ser vê xakê li Mezopotamya jiyan li derdora jina xwedawenda dayikê saz bû. Xwedawendî li ser van xakan bû çandek û ji vir çand, şaristanî li tevahiya cîhanê belav bû. Çand bi civakbûnê hat hûnandin, civakbûn jî jin e, jin jî jiyan e. Ev çanda bi kok û bi jinê re bi pêş ket, bi vê çanda jiyanê mirovahî tacîdar kir û bêyî wê em nikarin qala civakbûnê û jiyanê bikin. 

Jiyan jî bi azadiyê bi wate nebe, tu carî mirov nikare bijî. Mirov jî bi xisletên jiyana azad dikare qala rûmetê û hêjayiyan bike. Mixabin li ser vê xakê di şexsê şikandina cinsê jinê de civakbûn, azadî, bedewî, bereket û eşq têk çû. Pergalek hiyerarşî û paşê jî çînayetî ya desthilatdariyê bi pêş ket û ber bi netewe dewletê ve çû. Bi modernîteya kapîtalîst jî xwest xwe bike çandek û modela jiyanê. Bi belavbûna vê pergalê re li ser van xakan di kesayeta jinê de jiyan her hate kuştin,  bê wate bû û jiyanê xwe kuşt. Weke çanda xwedawenda dayik mirov dikare bibêje nema, tenê li Mezopotamyayê weke xeleka dawîn a vê çandê bermahiyên wê mane. Ev jî bi berxwedaneke demdirêj xwestiye hebûna xwe dawam bike. 

Li cihê ku ketin mezin e, rizgarbûn jî dikare mezin pêk were. Ji ber ku giya li ser koka xwe şîn tê û xezîne li ku wenda bûbe li wir divê mirov lê bigere. Li ser vê xakê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya fikr û felsefeya Rêber Apo, jina ji bermahiya çanda xwedawenda dayik û neviyên Star, li xwe hayîl bûn û ketin ser rê. Bi coş û heyecaneke mezin kêlî bi kêlî jiyaneke azad diafirînin. Armanc jiyana azad e, jiyana azad li ser paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêk tê. Rêgezên jiyana azad jî bîrdoziya rizgariya jinê ye, welatparêzî, vîn û ramana azad e, bi rêxistinê xwe bi çek kirin e, di bin her şertî de meşandina têkoşîna cinsî û bîrdozî ye, û bi zanista xweşikbûna estetîkê re xweşik kirina jiyanê ye. 

Li ser van rêgezan li rojavayê Kurdistanê me şoreşa xwe ya jinê pêk anî. Şoreşa jinê çi ye û çawa ye ger mirov bipirse, em ê bibêjin, çêkirina guhertinê ye di warê jiyanê de, di asta şoreşê de. Bi hevjiyana azad birêkûpêkkirina hemû warên jiyanê ye,  yên wek aborî, siyasî, civakî, çandî, tenduristî, parastin û hiqûqê. Jina li xwe hayil bûye, zana û bi vîn e di hemû mekanîzmayên biryarê de cih girtiye. Jina xwe bi rêxistin kirî, xwe bi çek kiriye, ji xwe bawer e, bi cesaret dibe û çeka wê di destê wê de ye û bergiriya xak û rûmeta xwe dike. Ev şoreş bi xwe ye. Jiyan bi rêgez û bi bergirî jiyana bi şoreş û azad e. 

Niha li Rojava jiyan kêlî bi kêlî tê azadkirin. Mîna şoreşên berê, şoreş nayê hiştin ji piştî şoreşê re. Ji ber ku berî şoreşê û piştî şoreşê nîne, şoreş kêliya azadiyê ye. Madem em dibêjin jiyan jin e, wê demê di vê şoreşê de di şexsa jinê de em jiyanê azad bikin. Têkoşîna me ya bi salan di şoreşa Rojava de bi berhem bûye û ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya moralê û hêzê. Di asta pêşengiyê de bi rola xwe radibe, êdî ne tenê roja 8’ê Adarê hemû kêliyên jiyanê ji bo me sedema têkoşînê û jiyana azad in. 

Bi vî ruhî em dikarin pergala desthilatdariya mêr a zalim têk bibin û jiyaneke bi rûmet ava bikin. Ev jiyan bêguman bi berdêlên mezin ên weke rêhevala Sakîne, Arîn, Rêvan û Sêvêyan pêk tê. Ew qehremanên pêşeng ên jiyana me û pîvana jiyana me ne. Bi vê maneyê, 8 Adarê li tevahiya jinên têkoşer pîroz be.