Şahiyên 8`ê Adarê li Cizîr, Reqa, Şehba, Minbic û Şengalê bi heybet bûn.
Çalakiyên şahiyan ên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li herêma Cizîrê û Reqa, Şehba û Minbicê bi beşdariya jinên Kurd, Ereb û Suryanî bi cilên folklorîk bi dirûşma “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serketin e” pêk hatin..
Di çalakiya li Tirbespiyê de ji kantona Qamişlo tevahî pêkhate beşdar bûn.
Di şahiyê de tevahî jin bi cilên folklorîk ku nîşaneya kevneşop û cihêrengiya her pêkhateyekê ne, beşdar bûn. Şahî bi xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên dawîn ên der barê jinan de, piştre bi xwendina nameya jinan a ji tevahî pêkhateyên kantona Qamişlo bi zimanên kurdî, erebî û suryanî dest pê kir.
Di çalakiyên girseyî de dayik, hevjîn û zarokên şehîdan hatin xelatkirin, her wiha bi stran û dîlanên ji tîmên Kurd, Ereb û Suryan çalakî bi dawî bû.
Hesekê, Şehba û Minbic
Çalakiya şahiya 8’ê Adarê ya kantona Hesekê bi dirûşma “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” çalakî li bajarokê Tiwêne yê kantona Hesekê li dar ket.
Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Reqayê li Firqeya 17’an a bakurê Reqayê pêk hat.
Şahiya ku Rêveberiya Jinan ku li qada Tebqa û Reqayê li dar xist, bi stranên şoreşgerî û hunerên gelêrî rengîn bû.
Li Şehbayê, şahiya Roja Jinan a Cîhanê li gundê Meret El-Mislimiyê yê girêdayî navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê pêk hat.
Piştî axaftinan Koma Şehîd Mizgîn a girêdayî Hîlala Zêrîn a girêdayî Şehba stran, Koma Şehîd Barîn şano bi sernavê “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” ku der barê tundiya li dijî jina û çawaniya şikandina sîstemên desthilat ên li hember azadiya jinan, pêşkêş kirin. Her wiha tîma Şehîd Viyan Soran a girêdayî Hîlala Zêrîn dîlan gerand, li aliyekî din endama Tevgera Hîlala Zêrîn Romîna Seydo li kemanê da.
Li Minbicê jî pîrozbahî rengîn bû.
Piştî axaftinan Koma Şehîd Hevrîn Xelef stran û muzîk, Koma Şehîd Canfeda dîlanên folklorîk, Koma Rojhilat a Kobanê dîlanên folklorîk û Koma Amara ya Minbicê stran pêşkêş kirin. Çalakî bi stran û dîlanên folklorîk û gelêrî bi dawî bûn.
Şengal
Li bajaroka Sinûnê a Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinan ya cîhanê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pîrozkirin.
Pîrozbahî li ber dibistana amadeyî a Sinûnê bi tevlîbûna bi sedan kesan tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de li ser navê TAJÊ, Fermandariya YJŞ’ê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê axaftin hatin kirin û peyamên saziyan hatin xwendin. Her wiha di pîrozbahiyê de hunermendan stran gotin û şano hat lîstin.