REWŞAN DENIZ

Endama Komîteya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî li ser çalakiyên 8´ê Adarê, têkoşîna jinan a li dijî sîstema bi desthilatdariya mêr de bersiva pirsên me da. Qeredaxî got, “Wer bawer dikim ku jinên Kurd zemînekî bi hev re xebatê bi jinên Rojhilata Navîn û cihanê re afirandiye. Ji ber ku têkoşîna jinan mêr jî neçarî guhertinê kirine.”

Wê li ser tesîra xebatên Jineolojiyê jî got, “Jineolojî di nava 3 salên dawî de hem li akademiyê, hem di nava tevgerên altenatîf û femînîst de, û hem di nava civakê de hat nîqaşkirin; wê bi van derdoran re coşeke ava kiriye û ew xistine nava lêgerîneke nû.”

Kiryarên pergala desthilatdariya zilam ku krîzeke wê ya bingehîn heye, bi çi awayî bandora xwe  li jinê dike?

Desthilatadariya mêrsalarî hem di asta mîkro û hem jî di asta makro de ku hevdu têr dikin û bi hevdu re girêdayî ne, di rewş û pêvajoya xwe ya herî bi kirîz de ye. Ev kirîz jî bandora xwe li ser hemû aliyên jiyana mirovan dike, lê jin hem weke hebûneke civakî û hem di warê bîolojîk ve ku herî zêde bi rastiya jiyanê ve girêdayê ye, di bin bandora vê kirîzê de ye. Di asta gerdûnî de û li her dera şer, şidet, xizanî, pirsgirêkên jîngeh, koçberbûn, bazirganiya mirovan, kirîza demografî û bêsînor zêdebûna nifûsê hemû jî ji kirîzên sistemê ne û her yek ji wan rasterast bi dagîrkirina beden, ruh û hebûna jinê pêk hatiye anîn û pêk tê anîn. Zêhniyeta mêrsalarî êdî di herdu astanda jî bi kûrkirina çanda destavêtinê xwe li ser piyan digire û herî zêde êrişî ser jinê dike. Di şexsê jinê de li ser hemû civakê. Dibe ku li gorî erdnîgariyê şêwaz û cûreyên pêkanînan cuda bin, lê bandora wan wek hev e.

Li dijî faşîzmê têkoşîna jinê jî xurt dibe. Di salên dawî de gelek çalakiyên bi bandor pêk hatin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Di cihanê de beramber krîz û kaosê, lêgerîn, berxwedan û têkoşîna ji bo jiyaneke alternatîf xurt e. Niha li dinyayê hemûyî jin bi têkoşîna xwe jiyaneke nû diafirînin. Hem di asta cihî de modela xwe ava diken û hem jî tesîrê li hev dikin û ji ezmûnên hev fêr dibin. Di serî de têkoşîna Jinên Kurdistanê, Çiyapas, Filîpîn, welatên Emerîka Latîn, Hindistan û hwd hene lê ezmûn û têkoşîna jina Kurd, hem ji aliyê modela rêxistinî û hem jî danehevên ku di têkoşîna xwe ya 40 salan de gehiştiyê, weke mîraseke dewlemed aniye asta avakirine zanista jineolojiyê.

Wab salên dawî, faşizima Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê li herêmê hemûyî û heta li cihanê jî gihişte asta xwe ya herî hov. Lê jina Kurd bi berxwedana xwe ya bêhempa li hemberî DAIŞ´ê li Rojava  û Bakurê Suriye, Bakurê Kurdistanê, Şengal û li hemberê hemû cureyên dagîrkeriyan li beşên din yên Kurdistanê û li zindanan jî têkoşîn heye. Li aliyê din jî berxwedana grevên birçûbûnê ne tenê peyama “bisekine” da vê faşizmê, di heman demê de ji bo hilweşîna vê faşîzimê careke  din bi ruhê berxwedana salên 80´yî qebqebûyê li faşîzmê dike. Pêşengiya vê berxwedanê jî hevseroka KCD ´ê Leyla Gûvenê kir û li pey xwe pêleke berxwedanê ava kiriye. Ev berxwedan di pêvajoya avakirina sîstema konfederalîzma demokratîk a jinê de bi rola sereke radibe.

Gelo em dikarin bibêjin, ew çalakî veguherîn tevgereke birêkxistî?

Ji bo jinên Kurdistanê erê; rêxstinbûna wan, ne tenê berhema van salên dawî ye, lê ev gav bi gav têkoşîneke pratîkî û teoriya girêdayî hev e pede bû. Bi xwe nasîn, bi xwe hesîn û şerê hebûnê dest pê kir. Wer bawer dikim ku jinên Kurd zemînekî bi hev re xebatê bi jinên Rojhilata Navîn û cihanê re afirandiye. Ji ber ku têkoşîna jinan mêr jî neçarî guhertinê kirine. Pîvan û prensîpa jinan ji bo azadî û bi hev re bûnê, hemû beşên civakê xistine nava pêvajoyeke nîqaşê û dahûrandinê. Jinên Kurd bi êş û berdêlên giran têkoşîna xwe û berxwedana xwe anîne vê qonaxê û hîna jî berdêlan didin.

Tevgera Azadiya Jinên Kurd ev demeke dirêj e dixwaze têkoşîneke hevbeş bi jinên Rojhilata Navîn û yên cihanê re bike; çi gav hatin avêtin?

Pêvajoya dawî ya Rojavayê Kurdistanê îsbat kir ku sirra xurtiyê bihevrebûn û bihevrejiyan e. Herkes wê pirsê dike ka civaka feodal û girtî ya bajarên Ereb ên mîna Minbic, Tebqa û Reqayê jinên Şervan yên YPJ´ê çawa pêşwazî kirin. Çawa dibe ku di nava 3 mehan de 4 hezar jinên Ereb tenê li Minbicê di jineolojiyê de perwerde bûn. Ev ne mînakên normal in, ev bi hemû maneyên xwe şoreş e.

Ji ber ku prensîpa beşdariya rasteraste ya jiyana siyasî ne tenê ji bo jinan lê ji bo hemû beşên civakê, bi hev re jiyanê xurt dike. Ev heta dawî li hemberê sîstema dewleta navendî û şovenîst e. Lê gavên rêkxistinbûnên hevpar bi jinên cihanê û Rojhilata Navîn re hîna di qonaxa destpêkê de ne û divê bi lez ev pêvajoyê bêne birêvebirin.

Têkoşîna azadiyê û jineolojî ya jinên Kurdistanê, bandoreke çawa li jinên cihanê dike?

Sosyolojiya heyî û zanistên pozîtîvîst wer li civakên rojavayî kiriye ku hêza xwenûkirinê felc kiriye, ji her tiştî nerazî ye, lê deriyekî nabîne ji bo derkeve. Tevî salên piştî şerê cihanê yê dûyemîn, pêvajoyeke nîqaşên kûr ûteoriyên xurt li hemberî sistemê hatine afirandin. Lê ev  teorî di pratîkê de gelekî qels û lawaz mane, nexasim bi hilweşîna yekêtiya sovyetê re bi carêkê hêvî neman. Mirov dikarê bi hêsanî bibêje ku şoreşa Kurdistanê û tezên Rêber Ocalan weke hêvî û tekane çareseriyê tên dîtin. Jineolojî û konfedralîzma demokratîk weke du mijarên sereke balê dikişînin ser xwe. Jineolojî di nava 3 salên dawî de hem li akademiyê, hem di nava tevgerên altenatîf û femînîst de, û hem di nava civakê de hat nîqaşkirin; wê bi van derdoran re coşeke ava kiriye û ew xistine nava lêgerîneke nû.

Gelo divê em xeta têkoşîneke hevpar çawa ava bikin da ku em bikarin vê serdemê veguherînin serdemeke azadiya jinê?

Rêbaza têkoşînê ku heta niha serketina xwe nîşan daye, ew rêbaz e ku jinê dixe navenda têkoşîna azadiyê. Ew rêbaz e ku dijminan ji hev venaqetîne, bi watayeke din zêhniyeta mêrsalarî, dewlet û sermayedarî girêdayî hev dibîne û bereya têkoşîna li hemberî wan fireh dike. Rêbaza têkoşînê timî divê xwe nû bike, ji dogmabûnê xwe rizgar bike, nirxên civakê bi taybet jî dînî ji nav lepên desthiladarîyê derxe û bi lêkolînên sosyolojîk bandora wan erênî û neerênî li ser jinê û civakê di dîrokê de û di rewşa heyî de eşkere bike.

Rêbazeke din a têkoşînê a bi bandor, li gorî taybetmendiya her herêmê bipêşxistina siyaset û rêbazên têkoşîna hevpar e ku rasterast tesîrê li jiyane civakê bike. Yek ji wan rêbazan jî beşdariya li siyseta demokratîk û esasgirtina pirensîpa beşdariyê ye. Li aliyekî din jî rêbaza hevgirtina teorî û piratîkê ye.

Li gorî we têgihîn, nêzîkatî, şêweyên ku sînoran datînin û hevpariyê çenakîn çi ne?

Hin têgîn û teoriyên ku jinên Kurd di têkoşîna xwe de ava kirine, jinên cihanê jî bi qasî em çavdêrî dikin ji bo xwe esas digirin. Ji van, têgînên Rêber Ocalan ji bo tevgera azadiya Kurdistanê pêşniyaz kirî, teoriya qutbûnê, hevjiyana azad, qutbûna bêdawî, mekanîzmayên rexne û xwerexnekirinê, û rêxistinbûna xweser ya jinan û hwd... hene. Me di nava 4-5 salên dawî de dît ku jinan bi van teoriyan hem dikarî pêvajoya bihurî rexne bikin û hem asoyekî nû ji bo têkoşînê vekin, bi taybet li nêzîkayetiya ji bo pirsgirêkên civakî ku jinan tene weke pirsgirêka cinseke nabîne lê weke pirgirêka civakî dibîne, weke pirsgirêka takekesî nabîne lê weke pirgirêkeke kolektîf dibîne, bi tenê weke  pirsgirêkê demê nabîne lê weke pirgirêkeke dîrokî û li ser hevkombûyî dibîne.

Ev rexneyên ku tevgera jinê bi nêrîna jineolojî li rêbazên têkoşîna jinên cihanê dike, wan hem bi dilgermî û hem vekirî werdigirin û li ser wê jî diponijin.

Ji bo jinên cihanê, taybetmendiya 8 Adarê ya îsal çi ye?

Jinên Kurd her roj kirine roja 8´ê Adarê û roja têkoşînê. Jinan di nava salê de ji bo dinyayeke din dengê xwe bilind dikir. Vê 8 Adarê ji bo jinên Kurd ku di heman demê de berxwedana Leyla Gûven û hemû grevên birçîbûnê yên din di dora vê berxwedanê de mîna pêlêke mezin dibe, rojeva sereke ye. Ev sal wê bibe sala rûxandina faşîzmê. 8´ê Adarê li deverên din yên cihanê wê nêzî vê naverokê werê pîrozkirin. Jin wê êdî potansiyela xwe ya şoreşgerî li hemberî sîstemê nîşan bidin, herî kêm li welatên weke Emerîka Latîn, Çiyapas, Hindistan, Filîpîn, welatên Ereb, welatên Efrîka, Îran, Başûrê Ewrûpayê û heta cihêkî weke Efxanistanê jî ku cihanê bi çavêkî lê dinêrê ku şoreş li wir ne mumkin be. Jinên Efxanistanê potansiyeleke naye texmîkirin ya şoreşê dihewînin. Weke Şehîd Sara (Sakine Cansiz) gotiye, “ti tişt nemûmkin nîne”.