9 pêşmerge girtin
PDK’ê ji ber beşdarbûna xwepêşandana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên wê 9 pêşmerge binçavkirin û xistin lêpirsînê.
Şeva borî 9 pêşmergeyên Lîwaya Şêx Sabeh Barzanî ku rûniştvanên Şêladizê ne ji ber ku tevlî xwepêşandana 20’ê Hezîranê ya dijî dagirkeriya Tirk bibûn ji aliyê fermandarên xwe ve çend saetan hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, ji wan pêşmergeyan re hatiye gotin ku nabe careke din tevlî xwepêşandanan bibin.
19’ê Hezîranê dewleta Tirk li Şêladizê komkujî pêk anî û di encamê de 5 ciwan şehîd bûn. Di heman rojê de, dema ku cenazeyên wan gihîş Şêladizê xwepêşandanê destpê kir. Roja din jî ango 20’ê Hezîranê jî xwepêşandanek berfireh hate lidarxistin. Zêdetirî 4 saetan dewam kir. Xwepêşanderan daxwaza derxistina artêşa Tirk û dawîanîna êrişên dewleta Tirk kirin.
Xwepêşander çûn ser Şaxê PDK’ê û piştre bi çend mercekê dawî li xwepêşandanê anîn. Destnîşan kirin ku eger daxwazên wan pêk neyên wê dubare dakevin qadan.
ŞÊLADIZ/ROJNEWS