Dewreya perwedeyê ya 95 ciwanên Ereb ên ji kantona Qamişlo ku tevlî QSD’ê bûn, bi dawî bû.
Akademiya Şehîd Mîtan a Leşkerî ya QSD’ê beriya bi 30 rojan, dewreya perwedeyê ya 95 ciwanên ji kantona Qamişlo ku tevlî QSD’ê bûn, bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîmê de Fermandarê QSD’ê Mazlûm Şawîş dewreya perwedeyê ya şervanan pîroz kir û got, ew ê li ser şopa şehîdan têbikoşin. Piştî axaftinê şervanên nû tevlî nav refên QSD’ê bûne, sûnda eskerî xwar. Di dawiya merasîmê de beşdaran govend gerand.
QAMIŞLO