Li bajarê Elmanyayê Nûrnbergê, 9’emîn Rojên Çanda Kurd pêr dest pê kir. Bi sedan Kurdistaniyên ku cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn, saet di 17:00’an de li Qada Plarrerê bi dahol, zirne û erbaneyê heta salonê meşiyan a ku çalakiyên Rojên Çanda Kurd lê tên lidarxistin. Çalakiya destpêkê ji aliyê endamên meclîsa şaredariya Vîlla Leon û bi beşdarbûna parlamenteran çêbû. Her wiha Heval Trîo û Yelda Abbasî jî derketin ser dikê.  ANF/NURNBERG