
“Zimanê biyanî wekî cilê mirovî ye. Kengê dixwazî dikarî derxî. Lê zimanê dayikê wekî çermê mirov e. Mirov nikare wê derxe…”
( C.Elî Bedirxan)
Li gorî salên berê di hînbûna ziman de me xwe gihandiye astekê. Berî niha bi çend salan me digot “ Çima em bi Kurdî neaxivin?” An jî “Çima li ser zimanê Kurdî em ranewestin?” Wê demê ev pirs û sûal rast bûn û hewce bûn ku em li ser van pirsan bisekînin. Li gor ku - çi kêm çi zêde- em li ser sekinîne, îcar pirs û pirsgirêka me di kîjan ast û radeyê de ne. Em baş dizanin ku ev çand sal qenc û xerab her mirovek Kurd di hêla Kurdî de xwe bi pêş xistiye û li gorî hêz û qeweta xwe li ser vê mijarê sekiniye û disekine. Ev jî ji bo me kêfxweşiyek e!
Îcar pirsgirêka giran û girîng ev e ku ji îro pê ve lazim e ku di her qada jiyanê de em bi Kurdî xwe bidin îfadekirin û bikaribin di sohbetên xwe de jî bi zimanê xwe di nava têkiliyan de bin. Tê dîtîn ku gelek caran, gava keys bi dest dikeve û “valahiyek” diqewime em xwe sist dikin û xwe li nav pêla zimanê Tirkî didin. Erê, em bi Tirkî bizanibin û bipeyivin baş e, ev ne pirsgirêkek e. Lê mebesta me ne ev e. Derd û armanca me ew e ku em di “valahiyê” de jî bi zimanê xwe xeber bidin. Dema di sohbet û têkiliyên siyasî û nîqaşên teorîk de zor li me tê, bêyî ku em serê xwe biêşînin li ser navê “ezê xwe îfade bikim” de em xwe li sînorê Kurdî diqelibînin û berê xwe didin nav “zêviya” Tirkî. Jixwe şaşî di vir de ye. Ango di “tengasiyê” de em çima li ser benê Kurdî û Tirkî baz didin?
Di vê hêlê de em mirovên Kurdîhez, heke rola xwe baş neliyizin, emê nekaribin bibin avakarê hêvî û armancên xwe jî. A pêwîst, divê Kurdî her dem bi gavekê li pêş be. Di vir de ya girîng ew e ku mirov Kurdiya xwe ne bi Tirkî û bi zimanekî din, bi tehma Kurdayetiyê û bi Kurdî bijîn.
Zimanê me sînorê cihana me ye
Ev karê ku em dibêjin, helbet ne karekî ji rêzê ye. Naxêr! Ev kareke zehmet û stratejîk e û ewqas jî pîroz e. Ji ber vê jî bi hewl û xebatên xwe (her çiqas di destpêkê de em berhemên mayînde neafirînin jî), emê hîm û bingehê çandeke Kurdewarî biavêjin û biçînin pêşeroja xwe. Bi vê ked û hewla xwe her yek ji me, wê bibe dilopek di nava deryaya rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire. Gava ez vê dibêjim; mebesta min ne ew e ku hema di destpêkê de em li ser dengzaniyê (fonetîk) û teşezaniyê (morfolojî) û hevoksaziyê (sentaks) zimên û hwd. bisekinin. Ev jî lazim in, lê ev ne hewcedariya me ya sereke ye. Ev mijar karên pisporî ne. Ya ku niha ji me re hewce ye ku, em bikaribin ziman. Ango weke mirovên ku bi hêsanî bikaribe zimanê xwe bixwîne û binivisîne ku jê re -asgarî be jî- dibêjin “xwendin û nivîsandina wî heye.”
Weke tê zanîn ev jî xwedî hîn bingehan e. Ango zimanê nivîskî xwediyê sê stûnên bingehîn e. Ev gramer e, alfabe ye û ferheng e. Ev her sê jî jixwe li ber me amade ne. Êdî kar û bar li ser me dimîne. Çawa ku însan sînorê cîhanê bi zimanê xwe dinase, hebûn û nebûna xwe jî li gora vî esasî sazûman û bi pergal dike. Ev jî bi xwendinê, bi nivîsê û bi wergerê dibe. Yanî ji bo ku em bikaribin Kurdiya xwe têkûz û mayînde bikin, bi xwendinê emê xwe li nava kurahî û dewlemendiya zimanê xwe bidin; bi nivîsê emê êş û şahiyên xwe bînin ziman û bi wergerê jî emê di navbera nirxên mirovatiyê û Kurdî de pireke çanda gelan ava bikin.
Wê gavê ya li me ferz e , emê vê karê pîroz ji ser guhên xwe neavêjin. Lewra ji vî zimanî pê ve tu zimanê me yê din jî tune. Heke em bi zimanê xwe xeber nedin, ji me pê ve tu kesê din nayên û xeber nadin. (Mînak di dîroka Cihûyan de camêrek bi navê Elyezer heye. Wî camêrî bi ked û hewldana xwe, zimanê Cihûyan ev zimanê ku êdî li ber taya mirinê de bû, rabû gotin bi gotin berhev kir û ji nû ve da zîndîkirin. Zimanek ji tunebûnê xelas kir û bi vî zîmanî gelek û neteweyek civand hev.)
Tu şik û guman tuneye ku em her yek ji hêla xwe ve rûmetê didin zimanê xwe û jê hez dikin. Belê bi rastî jî wisa ye! Lê çi feyde hezkirineke wiha zuha ji me re heye? Na, bi ya min tu feydeya wê tune ye. Hezkirin bi ked dayînê û bi hewldanê dibe. Heke em qala hezkirinekê bikin, wê çaxê berî her tiştî emê di pratîka xwe de û di rihê xwe de bi Kurdî bijîn. Ancax bi vî rengî em dikarin qala rûmet û hezkirinekê bikin.
Ziman bingeha hizir û ramanê ye
Di dîroka mirovahiyê de, ji bo ziman gelek feylesof û ramanger nêrînên xwe gotine. Ji Arîsto heta Goethe her yek li ser girîngî û pêdiviya ziman rawestiyane. Gava Arîsto dibêje; “Mala hizir û ramanê ziman e”, pêwendiya ziman û ramanê nîşanî me dide. Dema Fernando Lazaro C. dibêje; “ Ziman çermê giyanê mirov e”, em pê dihisin ku em nikarin zimanê xwe ji giyanê xwe derxînin û dema Octavîo Paz dibêje: “Her zimanê ku dimire pê re rûyê mirovekê/î winda dibe” tîne bîra me ku, bi windabûna ziman re mirovahî jî winda dibin. Û gava M. Heîddegeer dibêje “Ziman mala hebûnê ye”, dide zanîn ku nebûna ziman tunebûna me ye jî. Emê ancax bi zimanê xwe ve di mala xwe de rûnin û hebûna xwe saz bikin. Gava Goethe dibêje, “Ziman wek daristanê ye. Dar dirizin, daristan dimîne”, em dizanin ku dema di jiyanê de me qewlê xwe temam kir, em nebin jî dê ev zimanên delal hebûnên xwe dewam bikin.
Ev camêrên hêja her yek tiştekî dibêjin. Lê her gotineke wan ava heman çeman e. Herî dawî jî gotina pêşiyên Galiyan vana hemûyan mîna deryayekê li hev dicivîne û dibêje, “Neteweya bêyî ziman, neteweya bêyî dil e.” Ev gotin Kovara Hawarê bi bîra me dixe. Lewra C. Elî Bedirxan wisa hawar dikir: “… Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudu. Lê heke ola miletê serdest û bindestiyek bibe hingî yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.”
Em li pêşiya ziman nebin asteng!
Baş tê zanîn ku, zimanê Kurdî ji gelek zimanên serdest kevintir e û qewîmtir e. Dîrok vê rastiyê daye peyitandin û piştrastkirin. Ev bi hezara salan e ku zimanê Kurdî ji vê erdnigariyê derketiye û bi cîh bûye. Bi navê Aryeniyê, vî zimanî tovê xwe li baxçê şaristanî û mirovahiyê çandiye û madêriya ziman kiriye.
Ji bo hemû gelan tehma zimanê wan ji wan re xweş û şîrîn e. Ji bo me Kurdan jî wiha ye. ‘Hayê hayê’ û ‘wî wî’ ya dengbêjan, lorîna zêmarbêjan, ahenga lawij û heyranokan, newa û melodiya stranên wê bi sirûşt û zindîtiya wê ve pir dewlemend û şîrîn e ji bo me. Tenê deng û awaza dengbêjan hêjayî tevahî senfoniyên cihanê ye. Êş û kulên me, kêf û şahiyên me hemû di vî zimanî de xwe dide der. Çêj û xweşiya zimanê me xwe ji lutkeyên çiya û zozanan berdide û tê di derika guhên me de olan dide. Erê, her ziman şîrîn û xweş e lê zimanê me, ji me re hîn xweştir tê. Zimanê me delaliya ber dilê me ye. Ronahiya me, hêlîna heyîna me ye.
Îro, em dizanin ku bandora zimanê Kurdî her ku diçe zêde dibe. Ya ku li ser me ferz dibe, berxwedan e. Berxwedana ziman e. Jixwe ev bi hezara salan e ku ziman bi hebûna xwe li ber xwe dide. Di dîrokê de gelek ziman di nava toza dîrokê de windabûn e. Û êdî tu pêjn bi wan nakeve. Sed mixabin! Lê zimanê Kurdî hîn li ser xwe ye. Ev zimanê pîroz bi xwe re hebûna me jî parastiye. Di her qada jiyanê de û modernîteya kapîtalîst de ji bo ku em xwe biparêzin, lazim e di serî de em zimanê xwe biparêzin. Ev jî bi xebata ziman dibe. Berê me digot kelemê li pêşiya me dijmin e, lê niha me ev qonax bihûrand. A girîng ew e ku, êdî bixwe nebin asteng û kelemên ber xwe. Ya na wê tu carî dîrok me nebexşîne.
Xewnên me yên Kurdî, azadiya Kurdî ye
Zimanê dayikê bender û stargeha me ya herî bi ewle ye. Di rastiyê de stuna ku, em ê manewiyat û heyîna xwe bispêrîne zimanê dayikê bixwe ye. Lewra, kevneşopî, zargotin û folklora me û hwd. hemû di nava vê rastiyê de bi xwe re ahengek saz dike. Manewiyat jî bi nasnameya netewî ve girêdayî ye. Ango bi gotineke din, manewiyat destpêka mirovatiya însên û wijdanê wê/wî bi xwe ye. Loma manewiyat kaniya rih û şoreşgeriyê me bi xwe ye. Heke rih û mejiyê me û hebûna me Kurdî be, wî gavê wê manewiyata me jî bi Kurdî teşe bigire. Heta ku em b zimanê xwe di nava dan û stendinekê de nebin, ewê hêlekî manewiyata me kêm û qels bimîne.
Lewra qeyd û bendên ku li pêş me hatine civandin, rasterast ji bo fetisandina me û jibîrkirina zimanê me ne. Jibîrkirin jî mirin e. Heke di vê hêlê de em xwe xurt nekin, ev jî pişaftina manewiyatê û ruhiyetê dide der.
Gotineke pêşiyan heye, dibêje, “Kanîka ku mirov jê avê vedixwe divê mirov bişekirîne” Ango minetî û şikiriya xwe pê bîne û kaniyê hîn xweştir bike. Divê em nebêjin, “Êdî ez hîn bûme, Kurdiya min bes û têra min e.” Na gidî! Ev şaş e û kuştina ziman e! Heke em roj bi roj bi pêş nexin, mîna ava sekinî wê genî bibe, bêhn bide. Dema neyê bikaranîn hesin bi hesintiya xwe zingar dibe. Îcar ziman!..
Tê gotin ku, rojeke ji Konfûçyus dipirsin, “Ji bo ku tu welatekî bi rêve bibi, tiştê ku beriya her tiştî tu biki çi ye?” Dibêje ku, “Min wê beriya her tiştî zimanê wî welatî li ber çavan derbas bikirana. Lewra dema ziman bi kêmasî û bi qisûr be, peyv û gotin jî dê nekaribe ramanê baş rave bike. Heke raman baş neyîn vegotin dê tiştên pêwîst jî rast pêk neyên. Ji ber vê jî tu tişt bi qasî ziman ne girîng e…”
Ev mînak ji bo me pir balkêş û watedar e. Derdê me ne ew e ku, em pend û şîretên bikin û giliyên xwe bêjin. Na, derdê me ew e ku em hin tiştan bi bîr bixin. Me di serî de jî gotibû; li gorî berê kêm zêde êdî em bi zimanê xwe diaxifin û didin dîstînin. Di vir de sistî heye, mesele jî ev e. Mîna turikê çiriyayî lazim e ku em her den tûrikê gotinên xwe bi hev re bidirûn û qewîm bikin, da ku gotinên me winda nebin. Ya na ji ber vê sistbûnê, dê gotin û biwêjên me birijin û em ê muxtacî zimanê xelkê bibin.
Gelo çend kes ji me dikare bêje ku “Ez xewn û xeyalên xwe bi tevnên Kurdî dirisînim.” Bila baş bê zanîn ku kengî me xewnên xwe jî bi Kurdî xemiland û xeyalên xwe bi Kurdî sêwirand, ew çax em dikarin bêjin ku me bi silê safî û dilrehetî, xwe ji bandora zimanên serdestan xelas kiriye. Lewra em dizanin ku jiyan bi Kurdî xweş e û em dizanin ku xewn û xeyalên bi Kurdî, azadiyeke bi Kurdî ye! Ev ji bo me Kurdan, binketina zimanê serdestan û serkeftina zimanê dayîkê ya gelê me ye.
Em hêvîdar û bendewar in ku di demên pêş de, dê jiyanek bi Kurdî bibe para jiyana me ya bi asayî, xweşî geşî….
* Girtîgeha Aliağa