
Her mirina ne li ser erda xwe yan jî her mirina mirov xwe ne li welatê xwe dibîne, tahltir e ji yên din. Ji dema diyarbekir bûye maşûqek belkî jî hîna aşiqekî wekî Mamoste Mehmûd (Onder) jê re peyde nebûbû, mirina vî aşiqî dûrî maşûqî êşeke dijwar jî li tahliya mirinê zêde dike. Lê Mamoste ew tahlî di xwe nedianî der û her moral dida dost û hevalên xwe.
Ji dema ku ekranan Kurdî nas kiriye û vir ve yek ji dilsozên sereke yên van ekranan Mamoste Mehmûd bû. Bi dilocaniya xwe, bi rûkeniya xwe wê ji bîra gelek nifşan jî dirûvê wî yê Amedî qet neçe. Nefspiçûkiya TV´yên Kurdî di dema nexweşiya xwe ya dirêj de, di demên dirêj ên dermanbûnê de her xwedî moral bû; di navberên dermankirinê de şagirtên xwe, saziyên xwe ji bîr nedikirin, li wan dipirsî, diçû serdana wan û moral dida wan. Di pêvajoya nexweşiyê de jî bi wêneyê yê ku nîşana serketinê dikir, eşkere dikir ku li hemberî mirinê yê xwedî moral û bi ser dikeve ew e.
Mamosteyê me yê dilsoz û ji dil, Abêyê televizyona Kurdî Mamoste Mehmûd Onder doh berê sibê li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê wefat kir, lê li dûv xwe miletekî wî bi bîr bîne û gelek dost, heval, rêheval û şagirt hiştin. Ji Mamoste Rêşad Sorgul heta bi pêşkêşvanên ciwan ên Stêrk TV´yê gelek kesan ji rojnameya me re behsa Mamoste Mehmûd, abêyê televizyonên Kurdî kir.
Mamosteyê sînfireh û bîhnfireh
RÊŞAD SORGUL: Mamoste Mehmûd û min 20 sal di xebatên çapemeniyê de bi hev re borandin. Di rojên xweş û nexweş de, me mil da hev û em meşiyan. Ew bi temen ji me mezintir bû. Lê ew bi mezinan re mezin û bi piçûkan re piçûk bû. Jixwe xisleta wî ya herî li pêş çav dilnizmiya bû. Dizanîbû ji ber hevalê xwe deyne û li bendê bimîne hêmin bibe. Sînfireh û bêhnfireh bû. Kedkar û karker bû. Ji taqeta wî zêdetir bûya jî ji kar re nedigot na. Kîn û rika wî li hemberî dagirkerî û mêtinkariyê zêde bû. Hezkiriyekî mezin ê Amedê bû. Pir hez dikir qala rojên berê yên Amedê bike. Xweşsohbet û xweşzar bû. Di civatê de serkêş bû. Gotin di cih de be, gula civatê bû. Di warê çapemenî û ragihandinê de gelek heval perwerde kirin. Xwedî wijdan bû. Bi nirxên têkoşîna azadiyê girêdayî bû. Bi Rêbertî û gerîlayên Tevgera Azadiyê re dilsoz û pabend bû.
Em ê bêriya te bikin
AYSEL AVESTA: Mamoste di hest û mejiyê min de weke kesêkî dilnizim, kedkar û fedekar cîh girt. Ew bi eşq û evîn dixebitî û bi heval û ciwanên nû hatî re dibû alîkar û ew perwerde dikirin. Mamostê Mehmûd ji nav me koç kir lê bêlê li pey xwe gelek taybetmediyên xwe yên pozîtîf hiştin. Bila dilê te şabe mamoste, tu wê bi dilnizimî, beşdariya xwe ya bê sînor, ked û fedekariya xwe her tim di dilê me de bijî. Mamoste me gelek sal û dem bi hev re derbas kirin, em carinan bi hev re keniyan û carinan jî xemgîn bûn. Ez ji te ferî gelek tiştan bûm, spasiya te dikim ji bo keda te ya giranbiha. Em ê pirr bêriya te bikin Mamoste. Oxir be ji te re…
Cihê Mamoste cenet bît
EDNAN BERWARÎ: Min mamoste Mehmûd Onder berê di ekranên TV’yên Kurdî de nas kir. Carekê min nivîseke Mamoste di rojnameya Ozgur polîtîka de xwend. Babetê Mamostê rexne bû. Mamoste nivîsîbû, gelî hevalan! Tirk dibêjin ‘Êşim’ Ereb dibêjin ‘Mertî’ Faris dibêjin ‘Hemserê men’ lê hevalên me yên qada siyasî ‘Xanim û Hevserên me Kurdan kirine hevalên me. Piştî hingî sala 2008’an ez hatim Roj TV û min li navenda nûçeyan dest bi xebatê kir û bû nesîb ez mamoste Mehmûd ji nêz ve nas bikim. Mamoste carekê ji min re got, binêre lawkê Behdînî, hin gotinên we Behdîniyan û Hekariyan hene divê tu wan nexî nava nûçeyan. Min got çi ne mamoste? Wî jî got. Hebîtin. Nebîtin. Wesa bîtin û hwd. Cihê mamoste cenet bît. Em ji mamoste hînî gelek tiştan bûn.
Kurdayetiya wî heta nefesa dawiyê zindî bû
ULKEM ZEREMYA: Mamoste Mehmûd weke Çinareke bû ji nifşê Apê Mûsayan. Damara wî ya Kurdayetiyê heta nefesa wî ya dawî her zindî bû. Ji zilma dewleta dagirker a Tirk re têra xwe dît. Herwiha heskirin û hesreta xaka xwe jî di tevahî temenê xwe de di dilê xwe de hişt. Tevî ezmûnên pîşeyî Mamoste xwedî ezmûnên girîng yê jiyanê bû. Ya girîng ew bû ku mamoste ev ezmûnên xwe bi dehan berendamên rojnamegeriyê re parve kirin. Ne tenê pîvanên rojnamegerî, her wiha rastîya welatê xwe jî da fêhmkirin. Bi qasî ku “Abê”yê rojnamegerîya kurd bû, hevalê me, mamosteyê me bû. Mamoste bi ciwanan re ciwan, bi mezinan re mezin bû.
Wekî şagirtên ku para xwe ji keda wî girtin, em deyndarê Mamoste ne û em ê xwedî li keda wî derkevin.
Dixwest nûçeya Azadiya Ocalan pêşkêş bike
ASLAN ASLAN: Li Roj TV dema min dest bi xebata televizyonê kir ez şagirtê Mamoste Mehmûd bûm. Li navenda nûçeyan bi min re dibû alîkar. Hem çêkirina nûçeyan hem jî xwendina dûblajan mînak didan min. Li ser pêşkêşvaniya Televizyonê nivîseke wî hebû û ew da min. Bi taybetî jî pêşkêşvaniya Mamoste bala min dikişand. Dema nûçe pêşkêş dikirin karê xwe cidî dikir. Hem pêşkêşvanî, hem jî xwendina dûblajan ji bo me bû mînak. Mijareke din jî têkiliya wî ya bi gel re bû. Di nava me de herî zêde Mamoste bi gel re di nava têkiliyê de bû. Bi mêvanên televizyonê re elaqedar dibû û di cih de bi wan re sohbet dikir. Ji xebatkarên televizyonê re jî hertim moral bû. Di nava ewqas kar de jî bi meseleyên xwe yên dinyadîtiya xwe em dikenandin. Daxwaza wî ya herî mezin ew bû ku nûçeya azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş bike. Dibe ku ev daxwaza wî pêk nehatibe, lê em ê wekî şagirtên wî, li ser şopa wî bimeşin û wê daxwaza wî pêk bînin.
Bê ax û ofan çiyana wî ya kar hebû
IKRAM BALEKANÎ: Mamoste Mehmûd di nava hevalan de wekî Abê dihate nasîn. Enerjî û şiyana wî ya kar pir zêde bû. Hefteyê 7 rojan dixebitî lê ax û ofîn nedikir. Ez her dem ji ber wê enerjiya wî heyîrî dimam. Min gelek caran jê re digot jî.
Ew kesekî dinyadîtî û civatxweş bû. Bi qasî ku ji mirovan hez dikir, ewqas ji rihberên din jî hez dikir. Seyekî wî yê bi cinsê kangal hebû. Navê wî Tîkî bû. Hezkirina wan cuda bû. Mamoste pir ji Tîkî hez dikir.
Lê mixabin ji ber bêderftetiyê nekarî zêde li ba xwe ragire. Ew da cihekî din. Piştî hingê her ku çû êş û nexweşiya wî lê kar kir û zêde bû. Tîkî ji Kurdistanê anîbûn. Dibe ku bêhna welatê wî, bêhna Kurdistanê ji Tîkî dihat.
Di demên dawî de pir ji strana “Bêbextî” ya Aramê Tîgran hez dikir. Cara dawî ku min mamoste dît, ev stran digot.
“Li min bihorîn gelek sal û dem
li min kom bûn gelek derd û xem
Emir diçe bi êş û elem
Tenê hiştim vê bêbexitiyê
Zeman û yar li min bûne yek
Li dora min çêkirin xelek
Li min gerandin çerxa felek
Tenê hiştim vê bebixtiyê...”
Evîndarê mezin ê Amedê
AZÎZ OGUR: Di medya û zimanê Kurdî de kedkarekî bê westan bû Kekê Mehmûd. Kedeke wî ya bêhempa li ser her kesê di medyaya Kurdî de xebitî heye. Elaqedarbûn, parvekirina tecrûbeyan mîna perpirsiyariyeke xwezayî didît. Dema 2001’ê min li televizyonê dest bi xebatê kir hem di mijara zimanê Kurdî, hem nûçegihaniya Kurdî hem jî di warê pêşkêşvanî û moderatoriyê de min gelek sûd ji wî girt. Rêbaza wî ya perwerdeyê jî balkêş bû. Ne tenê li Navenda Nûçeyan di her kêliya jiyanê de mirov fêr dikir. Li kafeterya, li xwarinê, di meşê de bi dilnizmî, bi sebr ezmûn û tecrûbeyên xwe parve dikirin. Ne mîna kesekî ku hewl dide tiştinan fêrî mirov bike, mîna mirovekî ku dixwest xezîneya xwe bi mirov re parve bike tevdigeriya.
Piştî kedeke mezin da di yekemîn bernameya min pêşkêş kir de li rejiyê bû û serê çend deqeyan ji min re anons dikir û moral dida min. Piştî ku bername qediya bi heyecan û şahiyeke mezin hat ez pîroz kirim.
Mîna deryayekê bû. Di sohbetê de ji nîşka ve kilam digotin, carinan mirov derdixiste rêwîtiya bîranînan. Kesî mîna wî baş zimanê gel bi kar neanî û kesî mîna wî jî ji zimanê gel fêhm nedikir. Lewra dema bernameyan ne li ser ekranên televizyonan bû, mîna mêvanekî mala Kurdistaniyan bû.
Dilsozekî Kurdistanê û evîndakerî mezin ê Amedê bû. 36 salan Amed nedîbû, lê heger hûn ji min bipirsin, Mamoste Mehmûd ti caran ji Amedê derneketibû. Ji ber ku Amed di dilê xwe de bi cîh kiribû... Ji bo ragihandina Kurd wendahiyeke mezin e. Hîna gelek tişt hebûn ku MAMOSTE MEHMÛD fêrî me şagirtan bike.
LUQMAN GULDIVÊ: Mamoste Mehmûd yek ji wan kesên herî bîhnfireh ên dinyayê bû. Dinyadîtî û xwedî tecrûbe bû, lê bi me şagirtên xwe re weke heval bû, ne di ser me re bû, lê bi me re bû. Tevî ku tecrûbeya wî bi qasî emrê me bû jî, guh dida me û qîmet dida gotina me. Dema min nû li Roj TV´yê dest bi xebatê kir, piştî ku çûm navenda nûçeyan, li ber destê wî û mamoste Rêşad fêrî nivîsandin û mentiqê nûçeyê bûm. Her cara wergerek diqediya teşwîqa wî û kêfa wî hîna li ber çavên min e. Dema min yekemîn dublaja xwe kir jî ew qasî kêfa wî hatibû, bi min weha bû ku ew ji min bêhtir şa bûye.
Navê 45 salên berxwedanê: Mehmûd Onder

Mamoste Mehmûd Onder yek ji zarokên Amedê yê qehîm, aliyekî rûyê wam li ken ê din jî xembarkirî ye. Ev zarokê Amedê sala 1952-53'an li Amedê li taxa Alî Paşayê li kolana di navbera qonaxa Cemîl Paşa û Dêra Dayik Meryem de ji dayik bû.
Ango bi gotina diya wî "di dema Herba Qorê de çêbûye. 5 bira û 3 xwişk bûn. Ew zarokê sêyemîn yê malbatê bû. Dibistana seretayî li Alî Paşayê û dibistana Pîşeyî li dibistana Zenaatê xwend.
Zaroktî û hinek jî ciwaniya wî li taxa Alî Paşayê derbas bû. Yanî salên 1950-60an li taxa Alî Paşayê, li ber çemê Dîcleyê, li Baxçeyên Hewselê tûyên reş-qera hubur, li Enzele, Benûsenê û li ber Bedena Amedê derbas bûn.
Di dema zaroktî û ciwaniya wî de li kolanên wan Ermen, Asurî-Suryanî û Misilmanan bi hev re bûn. Di destpêka sala 1970'î de jiyana wî ya şoreşgerî dest pê kir. Di nava refên hin rêxistinên wê demê de cih girt û doza sosyalîzm, Kurd û Kurdistanê kir.
Ji Doktor Şivan (Seîd Kirmizi Toprak) bigre, heta Omer Ayna, Omer Çetîn gelek lîder û şoreşgerên Kurd û Tirk nas kirin. Di dawiya sala 1976´an de li saziya karayolarî ya Amedê dest bi kar kir û di dawiya sala 1978´an de li sendîkaya Yol-Îşî’yê bû sendîkavan.
Mexdûrê darbeya eskerî
Piştî darbeya 12 Îlonê sala 1980´yî hat binçavkirin û piştî çend caran binçavkirin û êşkenceyên giran, weke bi hezaran şoreşgeran ji neçarî terkîwelat bû.
Paşê tevî gelek hevalên xwe derbasî binxetê ango Rojavayê Kurdistanê bû û ji wir jî çû Lubnanê. Li cem rêxistina El-Fetîh ya di bin serokatiya Yaser Erefat de li bajarên Bêrûd, Seyda, Sur û Nebatiyeyê ma.
Lêbelê meha Hezîrana sala 1982´yan, Îsralê êrîşê Lubnanê kir û neçar ma ji Lubnanê derkeve. Di dawiya sala 1982´yan de tevî 3 zarok û hevsera xwe di ser Sûrî re derbasî Ewrûpayê bû.
Piştî destpêka şerê çekdarî ya sala 1984´an û şehîdbûna çend komên şervanan, biryar da ku di nava refên tevgera azadiyê de têkoşîna xwe dewam bike. Di destpêka sala 1997´an de, li televîzyona pêşî ya satelîtî ya Kurdistanî Med TV´yê dest bi xebatê kir.
Li navenda nûçeyan a MED-TV dest bi kar kir û paşê li MEDYA-TV, ROJ-TV û herî dawî li STÊRK-TV´yê xebata xwe ya li navenda nûçeyan bi spîkerî û bernameçêkeriyê 20 salan dewam kir.
Mamoste Mehmûd di nava xebatê de gelekî hêmin û dilnizm bû. Di danûstendinên xwe yên rojane de sîngfireh û bêhnfireh bû. Gelek hevalên ciwan gihandin û perwerde kirin. Di rojên zor û zehmet de li pêş bû, xwe nedida paş. Li dijî dagirkerî û mêtinkariyê xwedî rik û kîneke mezin bû. Bi rêbertî û gerîlayên tevgera azadiyê bi awayekî hestyarî dilsoz û pabend bû.
Di çend salên dawî de mamoste Mehmûd bi nexweşiya xedar a kansêrê ket. Tevî vê jî heta dawiyê ji heval û hogirên xwe, ji kar û xebatê dûr nema. Mamoste Mehmûd Onder li dijî dagirkerî û mêtinkariyê bû navê 45 salên têrûtijî yên berxwedanê.
Em pirr ji te hez dikin
GULÊ ALGUNERHAN:
“Li min bihûrîn gelek sal û dem,
li min kombûn gelek derd û xem
Emir diçe bi êş û elem,
tenê hiştim vê bêbextiyê...”
Mamoste her ku ev stran tê gotin tu têyî bîra min. Dema te ev stran digot diyar bû bê ka tu çiqasî diêşî û xerîbî çiqas li te zor e. Tu bi vê kilamê, tu bi tax û kûçeyên Amedê, tu bi şîretên xwe yên li ser Kurdî û Kurdistanê tê bîra min. Jiyana li xeribiyê her tim kulek bû di nav û cergê te de. Lê tevî jiyana bi dehê salan ya li sirgûnê, dil, mejî û berê te tim li Kurdistana bedew û li wan kolanên Amedê ku zarokatî û ciwaniya te bû. Bi xweşxeberî û xweşsohbeta te, te hişt ku em hîn bêhtir ji Kurdistanê, ji Kurdî û têkoşînê hez bikin. Şîret û pêşniyazên te ji bo me kirî, wê tim û daîm li me bibin çira. Min nedixwest te di nav nivînên nexweşxanê de bibînim. Lê min têkoşîna te ya jiyanê heya kêliya dawî dît û ji dil hîs kir mamoste. Taqet nemabû, ji bo tu du gotinan ji me re bibêjî te gelek li berxwe da. Gotina dawî “Helal be, me dilê hevdu neêşand” bû. Helbet mirov di nava jiyanê de gelek caran ji hev dixeyide yan jî dilê hev dihêle, lê ji ber dilnizmiya te, ne em jihev xeyidîn ne jî me dilê hev hişt. Ev yek ji dilnizmiya te ye mamosteyê me yê hêja. Em pir ji te hezdikin, em ê li ser rêça te li pey heqîqetê bin.

NAVENDA NÛÇEYAN