Her çend 40 salan li Çiyayê Cûdî şerekî dijwan hat meşandin û di şer de xweza û xweşikbûna wê wêran bû jî dîsa cewher, xweza û xweşikbûna xwe diparêze. Çiyayê Cûdî, bi xweşikbûna xwe ya xwezayî û parastina hemû zindiyan bi hemû heybeta xwe sekiniye, bi efsaneyên dîrokî tijî ye. Yê Çiyayê Cudî ziyaret dike kulîlkên bi inad ji nav tahtan serê xwe radikin, Kaniya Mele Emer, Deriyê Cebraîl, abîdeya azadiyê Sefîne û gora Lawikê Xerîb a xwest bigihije yê dikare bibîne û serpêhatiyan guhdar bike. Dema mirov van cihên xweş û serpêhatiya wan guhdar dike, sedema çima ewqas navê Çiyayê Cudî di stran, helbest, roman, pirtûkên dîrok û pîroz de derbas dibe, fêm dike.
Çiyayê Cudî ku di sêgoşeya Şirnex, Silopî û Cizîrê de ye nêzî 2 hezar 100 metre bilindahiya xwe he ye. Ji ber dewlemendiyên xwe yên bin erdê yên wek komir, neft, mermer û weke din heye, her tim rastî êrîşan hatiye. Ji destpêka Têkoşîna Azadiya Kurd heta niha her tim bi hinceta "ewlehiyê" ji hêla dewletê ve hatiye şewitandin, ligel vê yekê jî ji hêla şîrketên hundir û derveyên welat ve bi hovane hatiye bikaranîn û texrîbkirin.
Deriyê Cebraîl
Dema mirov ji Silopî ber bi Çiyayê Cudî ve diçe li nêzî qontarê ji bo mirov bigihije lûtkeyê di Deriyê Cebraîl ku ji ber qelişandina tehtan dolek çêbûye re derbas dibe. Tê gotin ku şivanên ji bo sewalên xwe bibin zozanan piranî vî derî bikar tînin. Hat dîtin ku bi taybetî ji bo mirov bigihije Sefîneyê ya şûna Keştiyê Nûh Pêxember lê hatiye danîn, pêwiste mirov di vê dolê re derbas bibe.
Bi taybetî ava Kaniya Mele Emer a dikeve hêla navçeya Silopî û di qûntara çiya de ye, tê gotin ku jiyanê dide hemû zindiyan. Di serî de pezkovî û sewalên kuvî ku ligel şewitandin, hilweşandin û texrîbkirina çiyayê dîsa Çiyayê Cûdî terk nekirine, her serê sibehê di seat 05.00'an de diçin ser vê kaniyê û piştî jê av vedixwin belav dibin.
Goristana Lawikê Xerîb
Di destpêka qontarên çiyayê piştî meşek 2 seatan mirov xwe digihijîne Sefîneyê ku piştî Keştiya Nûh li wir daniye nêzî 80 metreqare qadek vekiriye. Ji Sefîneyê ku xaniyek yek ode ya bi keviran hatiye çêkirin, lê kengê ji hêla kî/ê ve hatiye çêkirin nayê zanîn, Şirnex, Cizîr, Silopî heta Zaxo jî hemû derdor tên xûyakirin. Nêzî 500 metre jêra Sefîneyê ya aliyê Şirnexê dinêre, gora tê gotin derwêşek ê bi navê Lawikê Xerîb heye. Li dora gorê jî gelek cure kulîlkên ku ligel hemû texrîbkirina xwezayê bi inyad ji nav tehtan serê xwe derdikevin, hêjayê dîtinê ye. Ji hêla welatiyên derdora çiya, kesên tên Çiyayê Cudî digerin, teqes çîroka Lawikê Xerîb ku ji bo xwe bigihîjîne Sefîneyê vînek bêhempa nîşan daye vedibêjin.
ERDOGAN ALTAN/SEBAHATTÎN KOYUNCU/DÎHA/ŞIRNEX