
Komînan li Rojava gaveke din ber bi bipêşxistina aboriyê ve avêt. Di vê Çarçovê de Koperatîfa Nesrîn ku bi semyanê 70 hezar lîreyên Sûriyê dest bi kar kir di nava sal û nîvekê de semyanê xwe kir milyonek û nîv lîreyên Sûriyê. Niha jî Kopertîfa Nesrîn ji bo bipêşxistina projeyên xwe di nava liv û tevgerê de ye.
Komînên ku xwe dispêrin Sîstema Netewa Demokratîk, li Rojava tecrûbeyeke nû ye. Komînan di hemû şert û mercên zehmet de kar û xebatên xwe dane meşandin. Tevî hemû zehmetiyan jî komînan pêngavên mezin avêtin û berhemên xwe ava kirin.
Komîna Şehîd Salih a taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo derbarê bipêşxistina aboriyê de dest bi gavavêtinê kir û kopertîfa xwe vekir. Endamên Komîteya Aborî ya Komînê navê koperatîfê kirin Nesrîn. Şêniyên taxê bi vê pêngavê re ji aliyekî de pêdiviyên xwe peyde kirin û dahateke din a aboriya malbatê bi dest xistin.
Bi 7 malbatan dest pê kir
Koperatîfa Nesrîn di 11’ê nîsana 2015’an de hate dest bi xebatên xwe kir û destpêkê pêdiviyên paqijiyê û alavên malan difrotin. Destpêkê 7 malbat her yek ji wan bi 10 hezar lîreyên Sûriyê beşdarî kopertîfê bû. Di dema embargoya li ser Rojava de kopertîfê pêdiviyên welatiyan peyde dikirin.
Koperatîfê bi van pereyan dikanek kirê kir û amûr û pêdiviyên kargeheke madeyên paqijiyê li bajarê Qamişlo kirrîn û dest bi xebatê kir. Madeyên paqijiyê wek Şampûan, dermanê cilşûştinê, klor, paçikên paqijiya zarokan, madeyên ciwantiyê û her wekî din pêdiviyên nav malê jî amade kirin û dest bi firoştinê kir.
Erzan û guncaw
Erzanbûn û guncawbûna nirxên madeyên koperatîfê kir ku şêniyên taxê hemû pêdiviyên xwe ji koperatîfê peyda bikin, lê belê hîna şêniyên taxên din jî ji bo peydekirina pêdiviyên xwe berê xwe dan Koperatîfa Nesrîn.
Hejmara endamên komînê ku 7 bûn zêde bû û gihîşt 54`kesan, bi vê yekê miqdarê pareyên koperatîfê jî zêde bû û dest bi projeyeke din kirin. Vê carê dikanek ji bo kirîn û firotina berhemên kargehê hate vekirin.
Evîn Mihemed ku hevjîna welatiyekî nexweş e li gorî nirxên destnîşankirî madeyan difroşe û rojane di sicîlan de tomar dike û her serê du mehan hesab tê kirin.
Qezenca koperatîfan piştî ku xerc û mesref jê tên derxistin, li endamên koperatîfê belav dibe yan jî li ser sermiyanê koperatîfê tê zêdekirin. Mehane miqdarê 5 hezar l.s wek alîkarî dide kesekî xizan.
Koperatîfê semyanê xwe yê 70 hezar L.S di nava sal û nîvekê de gihand milyon û nîvekê û 4 kes ji bo rêvebirina wê dixebitin. Koperatîfê karîbû rêgeza Aboriya Komînal di çarçoveya komînê de pêk bîne û bi alîkariya komîna Şehîd Aram koperatîfeke din bi navê Şîlan ava kir. Koperatîfa Şîlan a cil û bergên spî bi destpêka vê salê re li heman taxê hat avakirin.
Koperatîtîfa Şîlan ji 141 beşdaran pêk tê, her yekî ji miqdarê 10 hezar L.S beşdar Bûne, her endamekî komînên bi miqdarê 50 hezar lîreyên Sûriyê beşdarî kopertîfê bûne. 3 jin niha di koperatîfa Şîlan de dixebitin û cilên spî yên binkiras bi nirxên guncaw difroşin.
Koperatîf niha jî amadekariya vekirina şaxeke din li taxa Hilêliyê bi beşdarbûna 100 endamên ji taxê bi 15 hezar L.S dike ji bo firotina madeyên xwarinê.
Bi vê yekê re koperatîf diyar dike ku aboriya komînal pêdiviyên şêniyan bi nirxên guncaw peyde dike û kar jî ji endaman re pêk tîne.
ŞÎNDA EKREM / ANHA / QAMIŞLO