Navenda Çanda Ciwanan ya Arî lez daye xebatên xwe yên komun û kooperatîfan. Her çiqasî êrîşî ser biryara gel a rêveberiyên cewherî pêk tê jî gel bi komun û kooperatîfan pergala xwe hîn xurtir dike. Di çarçoveya xebatan de Navenda Çanda Ciwanan a Arî ji ku xizmetê ji gelê Amedê re bike kirtasiyek komun vekir. Kirtasiyeya ku hatiye vekirin du malbat tê de dixebitin û pê debara mala xwe dikin.
Xebatkara Kirtasiyeyê Mîna Karakaş diyar kir ku ev 10 meh in li kooperatîfa kirtasiyeyê dixebite û wiha axivî: “Hîn bêhtir zarok û ciwan ji me danûstendinê dikin. Jixwe armanca me em gel ber bi kar ve bikişînin û bi kooperatîfê bidin nasandin.”
‘Perçeyek ji rêveberiya serbixwe û aboriya alternatîf e’
Karakaş bilêv kir ku hemû amûrên kirtasiyeyê li cem wan tên firotin û wiha pê de çû: “Amûrên dibistanan, amûrên bûroyan û fotokopî heye. Karê me perçeyek ji avakirina rêveberiye serbixwe ye. Xebata me ji bo aboriya alternatîf e. Ji berdêla ku sermaye derkeve derve, di nava gel de ev kar bê kirin dê hîn baştir bibe.”
‘Em ê hejmara kooperatîfan zêdetir bikin’
Karakaş destnîşan kir ku di hedefa wan de mezinkirin û zêdekirina kooperatîfan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca kooperatîfê, aboriya tê vê derê ji bo cihên nû pê were ava bibin û kooperatîf berfireh bibe. Niha em li vir xebatekê dikin û em hêvî dikin ku kooperatîfa me ji bo rojên pêş de têr û tije bibe. Ji bo kooperatîfên me zêde bibin çi ji destê me bê em ê bikin. Jixwe kooperatîf ji bo gel hatiye avakirin, ji bo ku aboriya gel ji gel re bimîne. Em dixwazin ku gelê me bi giştî bi xebatên me bihisin û pêdîviyên xwe li cem me bikirin”
DÎHA/AMED