
AZÎZ OGUR/REQA
Di gera Rojava de her kêlî li rasta surprîz û rengekî têm. Adilê Asayişê, bi gotina wî Adilê Deqandî jî yek ji mînaka rengîniya şoreşê ye ku nîv saetê pê re derbas dikim. Mirovekî mert, dilsoz û nefsbûçûk, laş deqandî lê dil spî ye Adil. Xatir jê dixwazim, bi gotinên, “Silava li havalan bike, xwedê bi wan re be, bila hey ji xwe hebin” min bi rê dike
Ji bo biçim Cepheya Başûrrojava ya şervanan, nuqteya kontrolê ya asayişê salox hat dayîn ku li wir bisekinim; di nava nîv saetê de wê werin ji wir min bigirin. Nuqteya mijara gotinê li kêleka pirê hatiye avakirin. Silavê didim du kesên nobetar, yek Ereb e, yê din Kurd. Yê Kurd bi sekna xwe, bi deqên li ser laşê xwe, cil û bergê xwe bala min dikişîne. Kesên sivîl ên dixwazin biçin aliyê bajêr ê şer lê heye ji ber nekevin xetereyê wan bi paş de dizîvirînin.
Endamên Asayişê avê tînin, paşê israr dikin ku taştê bînin, ez qebûl nakim. Di vê navberê de ez û Adil ê ji Qamişloyê dest bi sohbetê dikin. Dibêjim heval tu şaş fêm neke ez deqên te meraq dikim. Dibêje, tiştekî asayî ye ku ez meraq bikim, lê ji ber deqê li laşê xwe kirine ji ciwantî heta niha gelek tişt hatine serê wî. Ya rast ez dibêjm, belkî li derveyî welat jiyaye û ev deq jî wisa li laşê xwe kirine, lê texmîna min şaş e. Adil dibêje, “36 salî me hema ku tiştekî gelekî ferz nebe ji Qamişlo derneketime. Niha jî pêwistiya hevalên di operasyonê de û gelê vir bi ewlekariyê heye, ez jî hatime vir. Em 4 bira ne 2 asayiş, 2 jî endamê YPG’ê ne.”
Ji ber deqan keça xaltîka min nedan min
Meraq û sedema çêkirina deqan li laşê wî û pirsgirêkên ji ber wan hatî serê wî, ew jî bi dengekî nizm û tene tene ji min re dibêje, “Birayê mezin ez im, ez hîna biçûk bûm bavê min rehmet kir. Nizanim wê demê weke lêgerînekê bi min re çêbû, deqa yekemîn a fîgurê mar e li ser çengê min e, wê demê ez 17 salî bûm. Paşê dewama wê hat; di her derfetê de min dereke xwe deq kir. Gelek zext jî li min hatin kirin. Dayika min, bapîrê min tim xeber ji min re digotin, xalê min çend caran li min xist. Ji ber van deqan navê min bi serserîtî derket. Min û keça xaltîka xwe ji hev hez kir, xaltîka min ji ber van deqan neda min. Da yekî bê deq, lê li min poşman bûn. Çar zarokên min hene, ji bo jiyana wan, ji bo paşeroja wan em li vir in.”
Laşê min deqandiye ne dilê min
Ez jê dipirsim ka deqa dawî kengî li laşê xwe kiriye, dibêje, beriya du salan ji sînga xwe emeliyat bûye, dewsa emeliyatê nexweşik bû, ew der jî bi deqê xemilandiye. Dîsa meraq dikim ka ji bilî yên xuya li laşê wî gelek deq hene yan na, dikene dibêje her der deq in.
Li pirsa gelo di pêvajoya dawî di xêbatên asayişê de li rasta nerazîbûnan tê yan na wiha wergerand, “Rojekê civîna me endamên asayişê hebû, kesekî got, evê deqandî ji gel me biçûya meyê dest bi civîna xwe bikira” li ser wê min jî jê re got, “Heval laşê min deqandiye ne dilê min, ne jî mêjiyê min. Dema rejîmê û niha dema DAIŞ û çete berê xwe didin me, ji hev cuda nakin, nabêjin yên deqandî û yên ne deqandî.”
Nasnameya yekem a asayîşê amadekirî ye
Tişta herî ew kêfxweş kiriye derxistina rejîmê ji Rojava ye. Dibêje di temenê xwe de cara yekê bi nasnameya endametiya asayişê ya jê re hatiye amadekirin re bûye xwedî nasnameyek. Ez dibêjim yanî tu xwedî statuya ‘ecnebî’ yanî biyanî bûyî li Sûriyeyê, dibêje, “na ew jî statuyek e, ez nefî yanî bê statu bûm, bê ins û cins, tine dihatim hesibandin.“