Casim Dêrhîni, di zarokatiya xwe de bi şanogeriyê mijûl dibû. Wekî qirdikê gund dihat zanîn. Casim li gundê Dêrahênê jî di nava komek lîstokvan de cîh digirt. û di şahî û dawetan de pêşandanên pêkenokî dilîzt. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî vî karê xwe berdewam dike. Casim, ku niha li wargera penaberan a Mexmûrê hem şanoger e û hem jî karê pînevaniyê dike, der barê hewldanên xwe de diyar kir ku wî her tim şano di giyana xwe de his kiriye û wiha got: “Şano coş û hêzêk cuda dide min. Sinorê wê nîne, sînoran nas nake. Ji ber ku dibe qêrîna hemû kes û gelên kû bi awayek zorî dest ji xaka xwe berde.
Casim, da zanîn ku ji bo gelên penaber ango kesên penaber bi şanoyê êşên xwe bi lêvkirine û wiha axivî: “Kesek wekî min encex xwe bi şanoyê îfade bike. Şano beriya her tiştî xwe îfadekirine. Helbet di nava van şert û mercên penabertiyê de mirov afirîner jî dibe.” Casim, li kampa Etrûşê karê pinevaniyê dike û ji kesekê perwerde negirtiye. Casim, niha dabara xwe bi karê pînevanî û lihêmê dike. Bi pinekirina tankên avê, çêkirina deri û şibakeyan debara xwe dike. Casim li ser jiyana xwe ya penaberiyê rawestiya û wiha berdewam kir: “li qampa Etrûşê ji ber ku em penaber bûn ji tu alî alikari jimere nedihat. Li vir agir tune bû. Topek min a qeynaxê hebû. Min li bajêr tije dikir û li wargehê belav dikir. Di nava mehekê de agir li wargehê belav bû. Li li warghe Mexmûr’ê di sala 2007 de ji dû caran projên min yên weke ku ji hewayê elektirk heye li ser xebitîm. Lê mixabin ji ber şert û mercan dest nehatiye dayin van projên xwe berdewam bikim.” Casim, niha ji bo pêdiviyên xwe yên ceyranê temîn bike hewld dide ku afirîneriya ceyranê jî bike û li ser vê yekê dixebite.
MEXMÛR