RONÎDA HACÎ / JINNEWS / TIL TEMIR 


Jina bi navê Menal û xwişka wê Delal bi tena xwe baxçe çandin û niha jî bi kêfxweşî berhemên wê diçinin. Herdu xwişk derbarê karê xwe de wiha axivîn : “Em çiqasî bi tena serê xwe hilberînin, em ê ewqasî ambargoya li ser Rojava bêtesîr bikin.”

Ev herdu xwişk Til Temira ser bi Herêma Cizîrê bi armanca bi pêşxistina çandiniyê û bi berhemên xwe ji bo civakeke azad, xwedê ked in. Di warê çandiniyê de kedeke giranbiha derdixin holê.

Menal Seyîdo û xwişka wê Delal di baxçeyê xwe yê 14 donimî de çandinîyê dikin û niha jî berhemên xwe radikin; ew dibêjin: “Hinek zehmetiyên me hene di aliyê kêmbûna avê de. Em herdu tenê karê xwe dikin û di warê çandiniyê de çi ji destê me tê, em dikin.”

Menal û Delalê firîngî, balîcan, îsot, encûr, bamî û wekî din çandine û bi van hem pêdiviya xwe dabîn dikin û hem jî bi firotina wan debara xwe dikin. Her du xwişk baxçe weke beşek ji jiyana xwe ku dest jê nebe dibînin.

Amadekariyên zivitanê jî bi berdariya baxçeyê wan e, ava firingiyan derdixin, bamiyan hişk dikin...