Berfîn Emektar, di 1979’an de li navçeya Çewlikê Gêxî hat dinê. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dibin. Di sala 1993’yan de li NÇM’a Îzmîrê di perwerdeya beşa zarokan de tevli atolyeyan dibe. Di 1996’an de li heman cihî dest bi perwerdeya şanoyê dike. Heta 2003’yan li NÇM’a Îzmîrê di Koma Şanoya Hêvî de û ji 2003’yan şûnde jî li NÇM’a Stenbolê di Koma Teatra Jiyana Nû de cih digire. Ji 2010’an vir ve li Şanoya Bajar a Amedê lîstikvaniyê dike.


Tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe bikî?

Bi çûyina min a NÇM’a Îzmîrê û pê re nasîna min a şanoyê dest pê kir.  BI min a herî girîng jî li metropoleke Tirkiyeyê di nav pişaftina salên 90’î li ser çand û zimanê Kurdî pêk dihat me bi zimanê xwe şano dikir. Ev ji bo min tiştê herî bi wate bû. Her çiqas me baş bi zimanê xwe nizanibûya jî me hewl dida ku bi vî zimanî Şanoya Kurdî bikin. Bi taybetî ji bo ku ez fêrî ziman bibim 9 mehan ez ligel malbateke mêrdînî mam û di encamê de min bi zimanê xwe şanogerî kir.    


Şanoya ku tu jî wekî lîstikvan tê de bû, ya bi navê “Jinên Çaverê” tu dikarî hinekî qala wê bikî?

Projeya “Jinên Çaverê” projeyeke ku ji jinên her çar parçeyên Kurdistanê hatine pêk tê û ev proje bû zarvekina çîroka jinên Kurdistanê. Ji bo min wateya herî mezin a vê projeyê jî ev bû. Ji Rojhilat, Rojava, Bakur û başûrê Kurdistanê 17 jinên hunermend di vê projeyê de hatin gel hev û tragedyaya jinên Kurdistanê vegotin. Cara yekem e ku ji her çar parçeyên Kurdistanê jinên Kurd ên hunermend ji bo mijara xwe tên gel hev û bi rêka şanoyê çîroka hemû jinên çaverê yên Kurdistanê vedibêjin. Di vê projeya şanoyê de min karektera bi navê “Hêvî” ku wekî hêviyeke wan jinên çaverê bû cih girt. Ev karakter li hemberî ew hovîtiya ku li jinên çaverê dihat kirin, di nav berxwedanekê de tevdigeriya.  


Di lîstika “Jinên Çaverê” de, hemû lîstikvan ji jinên Kurd pêk dihat û we şanoya xwe li başûrê Kurdistanê derxist, têkiliya lîstikvanên jin ji destpêkê heta dawî çawa bû? Bi vê lîstikê re ji bo te çi hat guhertin?

Ji bo hemû jinên ku di vê projeyê de cih girtin kefxweşî û tecrubeyeke baş bû. Bi rêka vê projeyê hunermendên jin ên her çar parçeyê Kurdistanê hatin gel hev û diyalogeke ku bi salan e di navbera hunermendên Kurd de ku divê hebûya ava kir. Wateyeke vê projeyê jî li gorî min ev bû, sînorên ku di navbera zaravayên Kurdî de ji holê rakir. Di destpêkê de ji bo zaravayên cuda me di peywendiyên xwe de astengiyan kişand lê di dawiya vê projeyê de me êdî dît ku bi hêsanî em ji hev fam dikin. 


Çavderiyên te yên ji bo şanoya Başûr û lîstikvanên wir yên jin çi ne? 

Çavdêriya min a herî balkêş ev bû, dema ku me li lîstikên başûrê Kurdistanê temaşe dikir tunebûn an jî kêmbûna lîstikvanên jin bû. Piştî ku ji her çar parçeyên Kurdistanê ew qas jinên hunermend bi hêsanî hatin gel hev û di encamê de jî kareki hunerî afirandin me fam kir ku tu pirsgirêkeke jinên lîstikvan tune ye, ev pirsgirêka hişmendiya mêran ne. Bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê bi sedan jin li peymangeh û zanîngehan de perwerdeya şanoyê dibînin. Lê mixabin dîsa jî em di lîstikên Başûr de kêm caran lîstikvaneke jin li ser dikê dibînin.


Ji malbata te ji bo şanogeriya heta niha tu astengî derketin?

Na, nebû. Malbata min bi xwe, ez birim NÇM’ê û tim pişgiriya min kirin.


Şanoya ku te pêşî de tê de lîst kîjan bû? Karaktera te tê bîra te? Piştî vê şanoyê te çi hîs kir? Tu dikarî qal bikî?

Lîstika yekem a ku ez derketim pêşberî temaşevanan lîstika bi navê  “Qerîneke Bê Deng / Helepçe” bû. Ev lîstike kolektîf a Şanoya Hêvî bû. Karaktera min a di vê lîstikê de jineke ku ji Komkujiya Helepçeyê reviyabû. Wekî jineke şanoger a Kurd wateya wê lîstikê ji bo min ne tenê heyecana ku ez cara yekem derdikevim peşberî temaşevanan, ji wê jî wetadartir e, wê lîstikê tragedyayeke Kurdistanê dianî ziman.


Zimanê Kurdî di lîstikvaniya te de, bandorê li çi dike?

Ziman ji ber ku bi xwe re kodên laş ên çandî diguherîne, gava ku tu karakterekê bi Kurdî yan jî bi tirkî diafirînî tu tê digihîjî ku refleksên laş vediguhere. Loma jî mirov têdigihîje ku bandora wê li ser lîstikvaniyê yan jî li ser afirîneriya şanoyê heye.   


Heta îro te xwe di kîjan şanoyan de, te xwe wekî jineke Kurd hîs kir, kîjan karakter bi te nêz û nas bû?

Ya ku herî bandora wê li ser min pêk hat, mixabin lîstikeke klasîk a bi navê “Daweta Xwînî” ya nivîskarê îspanyol Lorca bû. Di vê lîstikê de min rola ‘Dayik’ê dilîst. Her çiqas ev lîstik ne ya nivîskarekî Kurd be jî ji ber ku dramatûrjiya vê lîstikê wekî ku ev lîstik li axa Kurdistanê derbas dibû hatibû avakirin û ew “Dayika” ku min dilîst wekî dayikeke Kurd hatibû şîrovekirin.


Temsîla jinê di şanoya Kurd de, tu çawa dibînî û dinirxînî?

Ji bo roja îroyîn mirov vê temsîlê her çiqas ne di asteke bilind de nebe jî temsîliyetek heye. Ev temsîliyet ne tenê pirsgirêka lîstikvanên jinên Kurd e, li gorî min ev mijareke nivîskariya şanoyê ye. Ne tenê ji bo neteweya Kurd, ji bo şanoya hemû neteweyên din jî ev pirsgirêk heye. Ev temsîliyet gava ku nivîskarên jin ên şanoger pêş kevin dê xurtir be.


Şano û huner û siyaset û jina Kurd… Dema ev hemû li ba hev bin, tu yê çawa van têgehan bi hev re girêbidî?

Şano, huner, siyaset, jin û civak… hemû bi hev ve giredayî ne. Heke ji van têgehan yek jê kêm be jiyaneke bêreng dimîne. Ji ber ku jiyan ne yek-alî ye, dema ev têgeh hemû tên cem hev, jiyan dewlemendtir û rengîn dibe. Şano ji ber ku hunereke civakî ye ji  xwe ve dibe tiştekî polîtîk. Şano girêdayî civaka xwe ye, di nav vê civaka polîtik de jin jî ciyê xwe digire. Jixwe afirînerî û huner nêzî xwezaya jinê ye. Disa em dikarin bêjin ku huner û bi taybetî jî şano, ji bo mirov bigihîje heqîqeta xwe rêbazek e. Ya ku ji heqîqeta xwe, hatiye bidûrxistin, jin bi xwe ye. Ji bo vê, ev her çar têgeh bi hev ve giredayî ne.


Di şanoyê de, bi lîstikvanên mêr re çi astengî derket pêşberî te?

Dema ku lîstikvan -mêr an jî jin- ji bo helwesteke di nav pêvajoya afirandinê de bin, li gorî min astengî ji mijara zayendiyê derdikeve, dibe mijara hişmendiyê. Li gorî min bi nêzîkatiyeke klasîk a hişmendiya mêrane, çawa ku di qadên civakî derdikeve pêşberî me, di qada hunerî de jî derdikeve. Mirov dikare gelek mînakan ji avakirina lehengên jin ên ji destê nivîskarên mêr ve hatiye nivîsîn bibîne.


Heta niha tu qet bi derhênereke jin re xebitî? An jî ew derhênerên ku tu bi wan re xebîtî ku jinbûna, bi dîtina  wê çi bihate guhertin?

Mixabin na. Heta niha ez bi derhênereke jin re nexebitîme. Heke ez bi derhênreke jin re bixebitîbûma, dibe ku ji hin aliyan ve, taybetî jî nêrîna zayendî, di warê estetîkê de hin encam derketina. Wekî mînak; di listika “Jinên Çaverê” de derhêner û nivîskar jin bûna dibe ku lîstik bêtir “jinane” bûya.


Ji temaşavanên jin, ên ku dihatin şanoyên ku tu tê de lîstikvan bû, bertekên wan ji bo te çawa bûn?

Ji bo hemû lîstikan mirov nikare heman tiştî bêje, ji ber ku her lîstika ku min tê de cih girt karakterên cuda bûn, gava ku temaşevaneke jin karektera ku min derxist pêşberî wan û wan xwe di nav wê karakterê de dîtin bêtirketine bin bandora wê. 


Çi hêza hunera te xurt dike?

Ger ev pirsa te ji bo afirandineke karakterekê be, ez dikarim vê bêjim; karaktera ku ez xwe nezîkî wê bibînim û ew karakter, karaktereke ku nakokiyê wê hebin û di nav jiyanê de bijî hêzê dide min. Eger ev pirsa te pirseke giştî be, tu tişt ji jiyanê û civakê qut nîne, ne huner ne jî afirîneriya hunerî... 


Tu dikarî, ji me re qala şanoya Kurdî ya NÇM’ê (Îzmîr) û DBŞTê bikin?

Li NÇM’a Îzmîrê mirov dikare vê bêje, bi awayekî dilxwaz û bi ruhekî amatorî me afirîneriya şanoyê bi rêxistin dikir. Lê Şanoya Bajar a Amedê ji ber ku bi salan e, karê şanoyê bi awayekî sîstematîk û periyodîk dike, ez dikarim bêjim ku ji hev pir cuda ne. Ji alî şert û mercên xwe ve jî ji hev vediqetin.


Bandora kîjan şanogerên jin li te çê bû?

Lîstikvana ku bi navê karaktera xwe “Kewê” tê nasîn, lîstikvana jin a Kurd Yildiz Gultekîn.


Tu têkiliya şanogeran bi zimanê wan bi giştî çawa dinirxînî? Lîstikvanên jin, li gorî şanogerên mêr çawa ne?

Di van salên dawî de, her ku diçe zimanê şanogerên Kurd jî tevî zimanê Şanoya Kurdî pêş dikeve lê dîsa jî mirov nikare bêje ku problema ziman di Şanoya Kurdî de çareser bûye. Ji bo şanogerên mêr jî ji bo şanogerên jin jî mirov dikare bêje ku problemên wan wekî hev in.


Li gorî te Şanoya Kurdî ya îro di çi rewşê de ye?

Bi giştî mirov dikare vê ya bêje, Şanoya Kurdî her ku diçe xwe birêxistin dike û ber bi sazîbûnekê ve diçe, di du mijaran de li gorî min kêmasiyên şanoya Kurd didome; yek ji van mijaran nîvîsandina berhemên şanoyê, yek jê jî rexnegiriya şanogeriyê, li hemberî pratîka wê di asteke baş de nîne. Ev her dû pirsgirêkên hanê ji bo şanoya her çar parçeyên Kurdistanê jî heye.   


Li ser şanoya bo zarokan dîtinên we?

Li gorî min problema herî mezin a Şanoya Kurdî ev e ku ji bo zarokan berhem pir hindik derdikevin. Di tecrubeyên cîhanê de mirov dibîne ku civakên ku bi pişaftinê re rûbirû mane, ji bo zarokan bêtir berhemên hunerî afirandine. Lê têne ne şano di hunera  Kurdan de giştî ji bo zarokan xebat û perwerde kêm in.


Bendewariya te ya ji jinê Kurd çi ye?

Jinên Kurd di van sih saliyên  dawî de bi têkoşîn û rexistina xwe, jiyaneke nîşan da ku divê jin çi bikin derxist ber çavan. Tenê ji bo jinên Kurd ne, ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêviya jiyaneke nû. Le mixabin ev tecrube di qada hunerê de nehatiye wê astê. Mirov dikare bibêje hunermendên jin ên Kurd vê têkoşîn û berxwedanê ji aliyê civak û jiyanê ve pêş xistiye di afirandina hunerê de pêş nexistiye. Huner ji jiyanê feyz digire. Hunermendên jin dikarin ji vê ya hêza xwe hil bigirin. Ez hêvîdar im ku di demeke kin de berhemên xurt bi destên jinan û bi bi şeweya jinan derbikevin. 


ÇETOYÊ ZÊDO / AMED