Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li dijî agahî û dîmenên têkildarî vîrûsa Korona li medya civakî tên parvekirin kete nava liv û tevgerê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji bo şaşî û rastiyê ji hev cihê bike li medya civakî dest bi kampanyayê kir. Bi vê hewldanê dixwaze bersivê bide weşan û îdîayên li ser Facebook û Twîtterê tên parvekirin.

Yek ji agahiyên têkildarî mijarê tên parvekirin jî ew e ku sîr li dijî vîrûsa Korona baş e. WHO’yê bersiv da vê îdîayê û ragihand ku di vî warî de ti delîl li ber destê wan tineye.

WHO’yê her wiha diyar kir, dûyê fîşekên hewayî bi kêrî têkoşîna li dijî vîrûsê nayê. Wekî din ragihand ku ji bo tedbîrê bikaranîna antîbiyotîkê jî bi kêr nayê. Antîbiyotîk ne li dijî vîrûsê, lê li dijî bakteriyan kêrhatî ne.

WHO’yê her wiha ragihand ku kolî yan jî nameyên ji Çînê tên zerara xwe nînin û destnîşan kir ku vîrûs li ser objeyên bi vî rengî demeke dirêj nikare bimîne.

Deriyên xwe li Çînê digirin

Li Çînê heta niha zêdeyî 300 kes ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan. Bajarê Wenzhû ku bi 800 kîlometreyî dûrî navenda vîrûsê Wûhanê ye, xistin karantînayê.

Li gelemperiya cîhanê gelek welatan deriyê xwe li veguhastina komî ya ji Çînê girtin. Ji ber vîrûsa ku mirov ji hev pê dikevin heta niha 14 hezar kes li 24 welatan bi vîrûsê ketine.

DYE, Awûstralya, Zelanda Nû, Iraq û Îsraîlê deriyên xwe li mirovên ji Çînê tên girtin.

Mogolistan, Rûsya, Nepalê jî sînorên xwe yên bi Çînê re girtin. Papûa Nû Gîne jî ji roja Çarşemê ve deriyên xwe li Çînê girtiye.

Fîlîpînê jî ku kesekî jiyana xwe ji dest da deriyên xwe hemû li rêwiyên ji Çînê girt.

Brîtanya, Rûsya û Swêdê jî ragihandin ku dawiya hefteyê hin kes bi vîrûsê ketine.

Îtalya û Cezayîr ji bo welatiyên xwe yên li Çînê bînin dixebitin.

 

 NAVENDANÛÇEYAN