Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan daxuyaniya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin nirxand û wiha got: “Peyama Rêber Apo, peyama tevgera me ye.” Karayilan da zanîn ku ew ji îro û pê de agirbest îlan dikin û ji bo mijara vekişînê jî got: “Ger ku dewleta Tirkiyeyê, hikûmet û parlamento bi erkên xwe rabin, ji bo paşvekişandinê, biryara pêwîst bigirin, komîsyonên pêwîst, saziyên pêwîst ava bikin, zemîna paşvekişandinê ava bikin em ê wê jî pêk bînin.”
Cejna Newrozê ya ku li bajarê Bonn ê Almanyayê hat pîrozkirin, di demjimêrên serê sibehê de Kurdên li tevahiya welat dijîn berê xwe dan Bonnê. Di şahiya Newroza Bonnê Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan bi peyamekî bi dîmen bersivê da banga Ocalan.
Newroza ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) ve bi şîara “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” hat organîzekirin, bi deh hezaran Kurdên li Eyaleta Bakurê Ren Vestfalyayê, Berlîn, Hambûrg, Hannover, Sachsen, Kiel, Bremen, Oldenburg, Kassel, Salzgitter, Munih, Nurnberg, Freiburg, Ulm, Stuttgart, Mannheim, Frankfurt, Darmstadt, Bodensee, Heilbronn, Saarbrucken û Gissenê jiyan dikin, beşdarî şahiya Newroz Bonnê bûn.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan peyameke bi deng ji pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Bonn ê Almanyayê re şand û daxuyaniyên girîng da. Axaftinên Karayilan bi çepik, tilîlî û dirûşman hat pêşwazîkirin. Karayilan di axaftina xwe de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newroza Amedê de hat xwendin nirxand û helwesta KCK aşkere kir.
Karayilan girseyê silav kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hevalên hêja dostên bi rûmet, ez bi navê tevahiya tevgera me, tevahiya hevalan û tevahiya gerîlayên Kurdistanê Newroza we pîroz dikim. Di vê pêvajoya girîng de ez tevahiya şehîdên Kurdistanê di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û di şexsê heval Sara, Rojbîn, Ronahî de bi bîr tînim, sozên ku me dane şehîdan di şexsê van hevalên qehreman de careke din dubare dikim û em ê bîranîna wan bi avakirina Kurdistana azad û Rêbertiya azad bidin jiyandin.”
 
Pêvajoya nû

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan wiha berdewam kir: “Hevalên hêja dostên bi rûmet, Newrozê di dîroka Kurdistanê de xwedî ciheke taybet e, lê di dîroka têkoşîna azadiyê PKK’ê de Newrozê cihekî xwe yê taybet heye. Di dîroka têkoşînê de Newroz roja derketinên nû ye, roja pêşxistina hemleyên nû ye, roja bilindkirina berxwedanê ye, roja geşkirina agirê azadiyê yê Newrozê ye. Newroz bi berxwedan û xwîna şehîdan îro bûye Newroz û gihiştiye vê wateyê. Ji ber wê jî ev hefteyeke ku gelê me li tevahiya Kurdistanê ji bo Newroza 2013’an bi girseyên mezin, bi hêviyên mezin pîroz dike. Bi taybet di roja 21’ê Adarê de li Amedê li qada Newrozê, li Qendîlê, li rojavayê Kurdistan û tevahiya Kurdistanê gelê me bi girseyeke mezin Newroz pêşwazî kir. Ev yek tê wateya xwedîderketina li Rêber Apo û banga Rêber Apo. Gelê me careke din piştrast kir ku ew bi rêbertiya xwe re ye û bi tevgera xwe re ye. Ji bo vê jî ez hemû gelê me û her kesên ku beşdar bûne silav dikim. Newroza 2013’an ji bo me, ji bo tevgera me û ji bo tevahiya gelê me bû rojeke nû. Newroz jixwe wateya xwe roja nû ye. Lê Rêber Apo di vê Newrozê de peyameke nû da, bangek nû kir. Ev bang di Newroza Amedê de ji bo tevahiya gelê Kurd, tevahiya raya giştî hat pêşkêşêkirin. Li Kurdistanê, li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê kir. Newroza 2013 de bû destpêkek nû û bû destpêka pêvajoyeke nû. Pêvajoya yekgirtina gelan, pêvajoya avakirina jiyana azad, pêvajoya rizgarkirina demokratîk. Jixwe em bi van pêvajoya bi perspektîfên Rêber Apo weke pêvajoya bilindkirina azadiyê û demokrasiyê dibînin. Divê her kes wisa bibîne.”

Şer û aştî

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan wiha got: “Ji bo paşvekişandinê, ger ku dewleta Tirkiyeyê, hikûmet û parlamento li erkên xwe rabe, ji bo paşvekişandinê, biryara pêwîst bigire, komîsyonên pêwîst, saziyên pêwîst ava bike, zemînê paşvekişandinê ava bike em ê wê jî pêk bînin. Em niha li bendê ne ku ev zemîn bê avakirin. Derbarê vê yekê de, tişta ku em bibêjin bi kurtahî ev e. Divê her keseke bizane ku divê qonaxa dîrokî de em weke PKK, amade ne. Em ji şer re jî amade ne, ji aştiyê re jî amade ne. Tevgera me li ser esasê 2012’an pêşçûna çêkir, bilindbûna ku nîşan da, amade ye ku pêngavên xurtir û mezin pêş bixîne. Lê li ser esasê perspektîfên Rêber Apo û tercîha me ya esasî ya niha çareseriya demokratîk e. Di vê çarçoveyê de em ê gavên pêwîst biavêjin û berpirsyartiyên dikevin ser milê me pêk bînin. Em di vê yekê de xwedî biryar in. Em bi awayeke taktîkî nêzî vê pêvajoyê nabin, em bi awayeke stratejîk nêzî vê pêvajoyê dibin. Em ê heta dawiyê jidil, bi biryar û cesaretê nêzî vê yekê bibin. Bi rastî em dixwazin biratiya gelan pêş bixin û çareseriya demokratîk pêş bixin û di vê çarçoveyê de bigihin encamê. Pêwîst e hemû gelê me, perspektîfên Rêber Apo bi şêwazeke rast fêm bike. Perspektîfên Rêber Apo di têkoşîna azadiyê de qonaxeke nû pêş dixe, ne dawî ye, destpêkek e. Destpêka têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Hevalên hêja, dostên bi rûmet, bi taybet gelê me yê li Ewropayê, divê hûn di vê pêvajoyê de rola xwe bileyizin. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê em bi têkoşîn û tevgera xwe bawer bikin . Bawerî û hêviya me heye ku em ê ser bikevin. Lê divê hûn jî di qada Ewropayê de hemleyeke siyasî û dîplomasî bi rê bixin. Zêdetir di vê dema dîrokî û qonaxa nû de li erkên xwe xwedî derbikevin. Bi taybet divê hûn kampanyaya azadiya Rêber Apo bilind bikin. Li tevahiya cîhanê bilind bikin. Êdî dem hatiye ku Rêber Apo azad bibe. Ji ber wê jî divê kampanyaya azadiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bibe û divê hûn bi ser bixin.”
 
Komkujiya Parîsê

Karayilan balkişan ser komkujiya Parîsê jî û wiha got: “Li nîva Ewropayê, li Parîsê êrîş li ser me çêbû. Komkujî çêbû, divê komkujiya Parîsê aşkere bibe. Em şehîd Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan ji bîr nakin. Divê bê aşkerekirin, hesab bê pirsin. Erkê vê yekê dikeve ser milê we. Di aliyê hiqûqî, siyasî, dîplomasî de divê Kurdên li Ewropayê û rêxistinên wan xebatên xwe yên mutlaq di vî warî de pêş bixin û bi ser bixin.”
 
Xurtkirina yekitiyê

Karayilan herî dawî wiha got: “Şoreşa me îro kete qonaxeke girîng. Rast e, li pêşiya me xeter jî hene, hemû tişt ne mîsoger e. Lê divê em têkoşînê xurt bikin. Rîsk hene, ji bo em rîskan hindik bikin û li ser esasê perspektîfên Rêber Apo ser bikevin, divê em yekitiya xwe bi rêxistin bikin. Divê yekitiya neteweyî , yekitiya rêxistinî hebe û disiplîn hebe, divê fedekarî hebe. Di riya şehîdên qehreman de em bi vî awayî tevbigerin em ê ser bikevin. Bi hêviya serkeftinê ez careke din Newroza we tevan pîroz dikim û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim. Dibêjim; Bijî Newroz , Bijî Rêber Apo.  Hevalên hêja, welatparêzên bi rûmet peyama ku Rêber Apo, pêşkêş kir peyameke girîng û dîrokî ye. Li Amedê li Newroza Amedê, roja Newrozê, rûpelek nû vebû û dîrokek nû hat nivîsandin. Peyama ku hat pêşkêşkirin pir dewlemend, kûr, bi wate û hêja ye. Ne tenê ji bo bakurê Kurdistanê, ji bo tevahiya Kurdistanê hêja ye, ji bo tevahiya Tirkiyeyê û ji bo tevahiya herêmê jî rûmeteke xwe ya girîng heye. Ji ber ku bi xwe re demeke nû pêş dixe. Rûpelek nû vedike. Niha her kesek dipirse, ka helwesta PKK-KCK’ê dê li hemberî vê banga Rêber Apo çi be.”
 
Bi awayeke fermî agirbest

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez niha li ser navê tevahiya tevgera me, bi şahidiya we hemûyan helwesta tevgera me aşkere dikim. Peyama ku Rêber Apo daye, di heman demê de peyama me ye jî. Em qebûl dikin û tevli dibin. Naveroka wê, çarçoveya wê, em dîrokî dibînin rast dibînin û pir girîng dibînin. Wekî destpêka qonaxeke nû û pêvajoyeke dîrokî dibînin. Ji bo wê yekê, ji dîrokê peyam hat pêşkêşkirin, ji 21’ê Adarê û vir ve, em wekî tevger, wekî KCK, PKK, HPG bi şêwazeke fermî û aşkera agirbest îlan dikin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê tu çalakiyên leşkerî pêş naxin, di nav sînorên Tirkiyeyê, xebatên leşkerî di çarçoveya agirbestê de dê bên plankirin. Lê ger ku êrîş were ser hêzên me, helbet dê hêzên me xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Dîsa li hemberî êrîşan mafê me yê bersivdayînê heye. Ger ku êrîş hebin, hêzên gerîla dê xwe biparêzin. Ev mafeke rewa û gerdûnî ye û di qanûnên navneteweyî de jî heye. Ger tu kes bi ser hêzên me ve neyê, dê hêzên me tu çalakiyan nekin. Biryara me ya niha mîsoger bûye ev e.”

BONN