Şandeya Emerîkayê ya bi serokatiya Mike Pence li Tirkiyê hevdîtin pêk anîn û di encamê de bi erêkirina QSDê jî agirbesteke ji bo 5 rojan hat ragihandin. Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew jî vê agirbestê qebûl dikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de weha tê gotin:

“Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi nûnertiya Cîgirê Serokê Emerîkayê birêz Mike Pence, îro (17.10.2019) lihevkirina agirbeta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Dewleta Tirk de hate ragihandin. Ev lihevkirin ji bo qada eniyên şer ji aliyê rojhilat bajarê Serêkaniyê yê heta rojava heta aliyê bajarê Girê Spî ye. Lihevkirina agirbestê wê saet ji 22:00 were pêkanîn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir ku ew ê li gorî lihevkirina agirbestê tevbigerin û bang li dewleta Tirk dikin ku ew jî li gorî lihevkirinê, tevbigerin.”

Divê demografya neyê guhertin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî ji Ronahî TV re axivî û têkildarî agirbestê bersiv da pirsan û destnîşan kir ku agirbest ji bo herêma Grê Spî û Serêkaniyê ye û got, “Agirbest ji bo Grê Spî û Serêkaniyê ye. Em jî vê agirbestê qebûl dikin.”

Ebdî wekî din anî ziman ku divê Demografya herêmê neyê guhertin û xelk li cih û warê xwe vegerin.

Ebdî diyar kir agirbest di encama berxwedana mezin a şervanên li çeperan de pêk hatiye û got, “Ji vir û şûn ve divê têkoşîna siyasî were xurtkirin.”

Metirsiyeke mezin li ser Rojava heye

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî diyar kir agirbest di encama helwesta netewî ya gelê Kurd û berxwedana bê hempa ya şervanan de pêkhatiye û got, “Hîn detayên agirbestê hemû nayên zanîn. Wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşê binirxîne û helwesta xwe eşkere bike.”

Xelîl her wiha dazanîn ku divê gel navber nede berxwedanê û hîn jî metirsiyeke mezin li ser Rojava heye û got, “Divê berxwedan were xurttirkirin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN