Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bersiva pirsên saziya ragihandinê ya Brîtanî BBC da; Bayik got, têkildarî rawestandina şerê li Bakûrê Kurdistanê di qada navneteweyî de bi şandina nameyan li wan bang tên kirin û ew jî bi nameyan bersiva wan didin. Bayik got; “Li me ji bo rawestandina şer bang hatin kirin. Name ji bo me hatin şandin. Me jî bi nameyan bersiva van da. Yên şer destpê kirî, ne em in ku li me banga rawestandina şer bê kirin. Divê hem ji PKK’ê û hem jî ji Tirkiyeyê bê xwestin ku şer rawestînin, agirbest dualî bê ragihandin û mûzakere destpê bikin.”

Bayik diyar kir ku ew ji bo careke din destpêkirina mûzakereyan amade ne û hişyar kir, eger dewlet operasyonan dewam bike, ew ê şer berfirehtir bikin û li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin.

 

‘Divê li Tirkiyeyê bang bê kirin’

Bayik gotinên Sefîrê DYE’yê yê Enqereyê John Bass ê ku beriya bo çend rojan bang li PKK’ê kiribû çekan deyne, nirxand û got, ti wateya agirbesteke yekalî nîne.

Bayik got; “Hinek alî banga ‘şer rawestînin’ li me dikin. Ev tiştekî îfade nake. Ev şer encameke û sedemeke rê vekirina li vê heye. Ji ber vê sedemê, heya ev ji holê neyên rakirin, rawestandina her şerekî wê ti encamekê çêneke. Careke din yekalî agirbestê em bidin destpê kirin wê ti wateya xwe nebe. Divê yên ku vê bangê li me dikin, di rastiyê de bang li Tirkiyeyê bikin.”

 

‘Di navbera DYE û PKK’ê de hevdîtin hene’

Cemîl Bayik got, di Tebaxê de bi DYE re hevdîtin pêk anîne, lê piştî vê daxuyaniyê Wezîrê Derve yê Emerîka ev îdîa red kiriye. Bayik têkildarî pirsa pêşkêşvanê BBC´yê ya ‘Fermandarên PKK’ê yên ku li Kerkûkê em bi wan re peyivîn, got, ji ber ku hêzên koalîsyonê ne, hevdîtinên wan hene, ev rast e?’ weha peyivî; “Ji awayekî ne rasterast, bêhtir mirov dikare rasterasttir jî rahêje vê mijarê. Ji ber ku hemû dinya dizane hêzên me çawan li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Ji hêzên koalîsyonê veşartî şerê li dijî DAIŞ’ê nehat kirin. Dem dem hevdîtin jî çêbûn. Divê bi gerîla re ku li hemberî DAIŞ’ê şer dike, hevdîtin bên kirin.”

Bayik li ser pirsa pêşkêşvanê BBC´yê a mebesta ji van hevdîtinan DYE’ye, got; “Ji Emerîka, Ingilistanê yê ku di bingeh de nûnertiya hêzên koalîsyonê dike Emerîka ye. Pirsgirêk ne ew pirsgirêk e ka bi Emerîka yan bi aliyekî din re hevdîtin kirin an nekirin e.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN