Piştî hevdîtina heyeta Emerîkî ya bi beşdariya alîkarê serokê DYE´yê Mike Pence û wezîrê karê derve yê DYE´yê Mike Pompeo, doh agirbestek hat ragihandin ku gelek xisûsên wê ne zelal in. Bi her halî di çarçoveya wê de diviyabû ji bo 120 saetan êrişa Tirk rawestiye. Lê xisûsên hatin eşkerekirin ên metna agirbestê ya di navbera Tirkiye û DYE´yê de li Emerîkayê li aliyê senatorên demokrat de weke dewama xiyaneta bi Kurdan re hat şirovekirin. Dengvedana di siyaseta Emerîkayê li aliyekî, serokê DYE´yê Trump bi xwe ev agirbest weke serketina xwe xwest nîşan bide.
Seroka Senatoya Emerîkayê, Nancy Pelosiya ji Partiya demokrat, li ser metna agirbestê got, “Trump dîsa bi bin dikeve. Vegerandina muezîde û cezayên li dijî Tirkiyeyê ji ber êrişa wê ya hovana a li dijî hevgirên me yên Kurd beramberî agirbesteke cihê şermê, baweriya bi siyaseta karê derve ya Emerîkayê bi awayekî cidî xira dike û peyamên bi tehlûke ji hevgirên me û reqîbên me re dişîne.
´Agirbesta cihê şermê´
Ev agirbesta cihê şermê tiştekî nake ji bo ku bi hezaran DAIŞ´î ji hepsan nerevin, û nîşan dide ka çawa Serok bi temamî ji staretejiyeke têkbirina DAIŞ´ê bêpar e.
Doh Meclîsa Nûneran peyameke pirr zelal a herdu partiyan da û xwest stratejiyeke zelal a têkbirina DAIŞ´ê hebe, û senato divê heman tiştîtavilê bike.” Ka ev banga Pelosî wê li aliyê Partiya Komarxwaz jî bê bihîstin ne diyar e. Ji senatorên diyarker ên Komarxwazan Lindsey Graham li ser mijarê bi daxuyaniyên xwe zelûliya li ser helwêsta xwe neda alî. Wî got, “Di wextekê de ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi dengekî zelal li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li bakurê Sûriyê dipeyive, cezayên ku herdupartî bikin qanûn wê bibin dengekî zelal.
Komarxwaz li ku ne ne diyar e
Qanûna me dixwaze ji cezayên rêveberiya (Trump) ên li dijî Tirkiyeyê û wê de biçe li warên muhim ên weke qedexekirina alîkariya eskerî ji bo Hêzên Çekdar ên Tirk û lêkirina cezayên ji ber kirrîna S-400´an.” Lê wî ji bo agirbesta DYE û Tirkiyeyê jî got, “Fikarên ewlekariya neteweyî yên Tirkiyeyê yên rewa hene, lê nabe ku vê bi dagirkeriyê û hêza eskerî çareser bike.” Ji ber van helwêstên zelûl, ne diyar e ka ew ê li pişta pêşnûmaya xwe bimîne yan na. Serokê DYE´yê Trump bi xwe, agirbest weke serketineke mezin ragihand û aliyên şer, û her wiha aliyê qirker Tirkiye jî weke zarokên şer dikin bi nav kir û ya rastî henekê xwe bi Tirkiyeyê û Kurdan kir. Gotinên bi maneya divê mirov bihêle şer bikin û piştre navcîtiya wan bike jî gotin. li gorî gelek analîstên li Washingtonê bi vê agirbestê rêveberiya Trump got, “Tirkiye bi giştî hevgirekî NATO´yê ye, lê li xasma li Sûriyê û niha reqîbek e.”
WASHINGTON