Di 37. salvegera damezrandina PKKê de, dewleta Tirk dixwaze “agirê azadiyê” bi bayê şantaj û polîtîqa demagojî bitefîne. Îro jî Kurdistan di şerekî germ û dijwar de ye. Dewleta Erdogan, di kesayeta DAIŞ'ê de li Kobanê, li Şingalê, li Holê têk çû. Lê hêrsa Erdogan ku bi kina kronîk ya li dijî Kurdan kêm nebûye: Şerek giştî da dest pê kirin û ji bilî komkujiyên li Pirsûs û Enqerê, bajarên Bakurê Kurdistanê jî wêran dike.
Cîhana kerr û lal jî, lîstika 3 meymunan dilîze. Di komkujiya li Parîsê de jî derkete hole ku, lîstika 3 meymunan, polîtîqe “zikê nerm û aşê hêrtinê” Ewropa ji qeyranan rizgar nake. Dewleta Erdogan, li dijî Ewropa jî serî li riyên şantajê dide. Bi vê polîtîqa diru, dixwaze du tiştan bike. Hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê, El Nusra û hwd. veşêre. NATO û hêzên navneteweyî li dijî Haraketa Azadiya Kurd bi kar bîne. Piştî têkçûna li Kobanê, dewleta Erdogan li dijî gelê Kurd şerê giştî da dest pê kirin. Ligel êrîşên kontrawarî, pêkanîna komkujiyên li dijî aştîxwazan, bi kiryarên faşîzan navçeyên Bakurê Kurdistanê dorpêç dike, ji Serhedê heta bi xeta wek Serxet û Binxetê tê naskirin, bi tekbîran komkujiyan dike. Destekkirina çeteyên terorê, ji destpêka şerê li Iraqê û heta îro, bûye “aîdiyeta dewleta Tirk”. Di dema desthilatdariya AKP'ê û Erdogan de, ev “aidiyet”, di şerê li dijî gelê Kurd de, di qonaxek stratejiyek siyasî de berdewam dike.
Kiryarên dewleta Erdogan, li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya “faşîzma demokratîk, faşîzma oryantalîst û faşîzma reş” de dewam dikin. Ev biwêj û “aidiyet” ji dema Hitler û Mussolînî heta bi Saddam û El Başîr, ji aliyê Ewropiyan ve hatine bikar anîn. Mixabin di kiryarên dewleta Erdogan de lalûebkem in... Gelo, piştî hevkariya di şerê li dijî çeteyên DAIŞÊ de û erê kirina rastiya “xeta sêyemîn” jî gelê Kurd wek qurban tê dîtin?
Bersiva vê pirsê: Dewleta Erdogan şer û qeyranên bi destê çeteyan bijartiye, gelê Kurd, Haraketa Azadiya Kurd, û HDPê aştî û demokrasî bijartine. Lê xuya dike ku giraniya înîsiyatîfa şer û qeyranan, di mîzêna edaleta cîhanê de, hê jî giran e. Akademisyen û zanistên Ewropî wek Martîn Van Bruiness, (12.11.2015-GUNCEL) bi hişmendiya “zikê nerm û aşê hêrtinê”, hêviyên xwe digihînin Kurdên di nava AKPê de. Wan kesan jî wek eniyek Kurd bi nav dikin, dibêjin, “wê di nava demê de, jib o çareseriyê zext li AKPê bikin”. Ev siyaseta metîngeriya Fransa ya li Cezayir e.
Balkêş e, Dewleta Erdogan, êrîşî kantonên li Rojava û sîstema xweseriya demokratîk dike, PDKe jî êrîşî Meclîsa Gel û rêveberî û parastina cewherî ya Şingalê dike. Bruness jî, li Bakurê Kurdistanê feodalên ketî û Kurdên li ser alif û delavên AKPê derdixe pêş.
Ev dîtin, li xiş û hesabê dewleta Erdogan jî tê. Erdogan jî ne Kurdan, Kurdên ne urd muxatab digire û aîdiyeta Kurdan bêjî dike, dewşirme dike. Edogan ne Kurdan, feodaliteya ketî ya Kurd muxatab digire. Feodaliteya ketî ya Kurd jî, di pirtûka Berunnes “Şêx û Axa” de, li Ewropa berî sêsed salî, bi strana “halê lûya” hatiye veşartin. Dewleta Erodogan, piştî şerê sih salî ku, Kurd ji vê reşbînî û ewrên xezeba sedsala navîn hatiye rizgar kirin, careke din zindî bike. Aliyekî vê muxatabiyê terîqat in, aliyê din jî Kurdên li ser alif û delavên AKPê ne. Di parlamenta xwedî çavkaniya metingerî û kontra de, ne îradeya feodalên ketî û terîqatan, îradeya gel cih digire. Ev îrade, îro jî, li dijî dagirkeriya qijleyên metingeriya kolonyalîst, li dijî kontrayên gomlekreşên Mussolînî, li Bakurê Kurdistanê berxwedanê dike. Divê Ewropa xwe ji mantiqê selefkariya Hecî Pepe rizgar bike, felsefeya “reben, pepû û waweylê” bikar neyîne. Kurd êdî ne qurban in. Hemberî ku destek û hevkariya dewleta Erdogan, bi çeteyên DAIŞ'ê, El Nusra û hwd. re eşkere bûye, di civîna G 20 de, ne vekirî be jî hate eşkere kirin, dîse jî ji dewleta Erdogan ne hate xwestin ku, ne bi behaneya terorê û qirkirina Kurdan, bi rûniştina muxatabê rastî ya Kurdan re rune û bazara çareseriyê bike rojevê. Eger akademisyenên weke Burnnes, nameya Birêz Ocalan ya di Newroza Amedê 2013an de wek destpêka pêvejoya çareseriyê pirsgirêka Kurd bibînin û bînin ziman, divê di îradeya çareseriyê de jî, dîse Birêz Ocalan wek muxatab û sermuzkarevan were dîtin û qebûl kirin. Divê Ewropa, vê rastiyê bi dengekî bilind bêje.
Di 37. salvegera damezrandina PKKê de, êdî li çar parçeyên Kurdistanê, agirê şoreşê gûr û geş bûye, modernîteya demokratîk ku di pratîkê de, wek sîstema xweseriya herêmî derketiye holê û ji bo qeyranên li Rojhilata Navîn bingeha çareseriyê tê dîtin. Divê meşrûiyeta van kanton û sîstemên çareseriya qeyranan fermî werin naskirin.