Li taxa Sanayî ya Yenîşehîrê, li taxa Adnan Menderesê ya Erxeniyê û li bajaroka Kertwenê ya Navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi tevlêbûna hezaran kesan bi coşek mezin Newroz hat pîrozkirin. Ligel namzetên Hevserokatiya Şaredaran, rêveberên BDP’ê bi hezaran kesên li dora Agirê Newrozê kom bûn govend gerandin û silogan gotin. Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî benameya Newrozê hat aşkerekirin. Serokê Komîteya Newrozê ya Qilebanê Erşad Ediş diyar kir ku dê di 19’ê Adarê de li Bajaroka Sêgirkê, Di 20’ê Adarê de li Xelîla, di 22’ê Adarê de li Qilebanê û di 25’ê Adarê de jî li Uzungeçitê agirê Newrozê pêbixin.

DÎHA/AMED