KNK’ê û CÎK´ê Newroz li gelê Kurd û li tevahiya miletan pîroz kir û got, “Bila Newroza 2019’an bibe çepera yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezin.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekî nivîskî cejna neteweyî Newroz pîroz kir û got, “Yek ji xisûsên giring ên naveroka Newrozê neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civakê dide ber sînga xwe Newroz. Di van rojên dijwar yên têkoşîna dijî dagirkeran de ev rûyê başî û qenciyê yê Newrozê divê neyê bêxem kirin û zêdetir divê bê bipêşxistin ku dagirkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê da dubendiyê nebînin. Di vê qonaxa giring a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekîtiya xelk û neteweya Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û Kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
Bila Newroza vê salê ya 2019’ê bibe çeperê yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezintir.
Bi ruhê serketina şerê Baxozê, agirê Newrozê gur û geştir bikin! Newroz pîroz be!”
Werin em pêşî li Erdogan bigirin
Civata Îslamiya Kurdistanê (CÎK) jî bi heman minasebetê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Em jibo berxwedêrên grevên birçîbunê û têkbirina tecrîd, ji bo azadiya Gelê Kurd û Kurdistanê bi hemû coşa xwe tevlî Newroza serxwebûnê bibin.
Ji bo ku em jî li ba Xwedê û di dîroka Mirovahiyê de cihê xwe bigrin, Newrozê li dijî Zilma Erdogan, em pîroz bikin. Werin em bi hev re, Newroza îsal bikin Newroza xelasî û azadiyê. Werin em tev bihevre, bibin nêviyên Îbrahîm û Kawayan. Werin em bi hev re, pêşî li Nemrûd û Dehaqên hemdem, Erdogan û hevalên wî bigirin. Werin em bi hev re, Newroza 2019´an bikin Newroza serketina, Azadî, Aştî û wekhevîyê. Em Newroza Gelê xwe û hemu gelên azadîxwaz pîroz dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN