Kurdistanî û dostên wan cejna berxwedanê Newroz, li bajarê Holendayê Den Haagê pîroz kir.

Pîrozbahî roja 31'ê Adarê li eywana Rîjswîjkê pêk hat. Di destpêka pîrozbahiyê de Hevseroka DEM-NED'ê Aliye Varto axivî û bal kişand ser dîrok û girîngiya Newrozê.

Piştre peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî bi giranî li ser girîngiya referandûma 16'ê Nîsanê sekinî.

Sariyildiz, komkujiyên di nava du salên dawî de li Kurdistanê, bi bîr xistin û ji bo bersiveke xurt bê dayîn û hesabê komkujiyan bê pirsîn, bang li gel kir da ku dengê NA bide.

Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftinan bi stranên Hozan Comerd, Nûarîn, Pinar Aydinlar, Hesen Şerîf, Koma Rojava û koma şano ya Amele û Remo Can, heta derengî şevê dewam kir. 



ANF / DEN HAAG