Li bajarê Qamişloyê di 12'ê Adara 2004'an de serhildanek pêk hat ku li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bû. Sedema wê jî komkujiya 11´ê Adarê ya li Stadyûma Qamişloyê bû. Di encama komkujî û serhildanan de herî kêm 40 welatiyên Kurd şehîd bûn. Di ser êrişa hêzên dewletê û Erebên nijadperest a li dijî Kurdan re 15 sal derbas bûn. Hêrsa Kurdan a li dijî vê êriş û komkujiyê, û serhildana 12´ê Adarê rê li ber xwebirêxistinkirina civaka Kurd vekir û bû zemînek ji bo pêkhatina Şoreşa Rojava. Em berê xwe bidin wan her du rojan û binihêrin ka çi qewimîbû.

Çawa qewimî

Di 11'ê Adara 2004'an de roja înê, di nav tîma futbolê ya Kurd a bi navê Cîhad û tîma Ereban a bi navê Fîtûwe dê lîstikek bihata lîstin. Wê rojê bi sedan Kurd ji bajarên wekî Dêrik, Tirbesipiyê, Serêkaniyê û Amûdê hatibûn stadyûmê. Li Sûriyeyê roja înê betlaneya fermî hebû û ji ber vê jî gelek kes çûbûn lîstîka futbolê. Kurdên ku dihatin qadê, rastî lêgerîna polîsên Sûriyeyê dihatin. Hemû kêr û tiştên bi wî rengî ji wan hatin standin. Heta radoyoyên wan jî ji ser wan hatin standin. Lê Erebên ji bajarê Dera Zorê dihatin, hemû bi kêr, kevir û çekên xwe ketin hundirê stadyûmê. Kurdan jî li dijî vê cudaxwaziya polîsan nerazîbûn nîşan da.

Êrişên fizîkî birin ser Kurdan

Gelek Erebên ku ji bajarên der û dorê hatin bajarê Kurdan Qamişloyê, diruşmeyên li dijî Kurdan û provokatîf gotin. Hin ji van sloganên ev bûn; "Bijî Sedam", "Bila bimirin pêşengên Kurd" û "Helepceya duyemîn wê bê serê we". Erebên nijadperest ên li stadyûmê bi vê jî têna xwe neşikandin û posterê Sedam Huseyin vekirin. Ji ber van sloganan, beriya lîstikê di nav ciwanan de hin devjenî û pevçûnan rûdabû. Lê dema lîstîka futbolê dest pê kir, Erebên nijadperest êrişên fizîkî birin ser Kurdan. Di serî de polîs di nav Kurd û Ereban de sekinîbûn. Lê dema êrişên Erebên nijadperest dest pê kir, polîs ji nav wan derketin. Li ser vê yekê jî Erebên nijadperest bi kevir, kêr û çekan êriş bire ser Kurdan.

Polîs derî girtin

Di dema êrişa erebên nijadperest de polîsan hîç dest werneda wan û bi ser halan de wan nehişt kes derkeve derve jî. Dema êriş zêdetir bûn, hin kesan xwest derkevin derve. Lê polîsan hemû deriyên stadyûmê girtin û wan nehişt kesek derkeve derve. Li ser vê yekê bi sedan Kurdên bajarê Qamişloyê li ber deriyên stadyûmê civiyan. Kurdên hatin ber stadyûmê dîtin ku derî girtî ne. Li ser vê yekê jî hemû derî şikandin û Kurdên ketin ber êrişa Erebên nijadperest derxistin derve.

Destwerdana eskerên nîzamê

Piştî vê yekê eskerên nîzama Baesê yên ku li nêzî Meydana Futbolê hatibûn bicihkirin, bi armanca 'destwerdana şer' hatin ber stadyûmê. Gelek eskerên ku di nav wan de parlamenter û fermandarê herêmê jî hebûn, bi ser Kurdan de gule barandin. Di bûyerê de, Kurdê bi navê Ehmet Xelîl Muhammed jiyana xwe ji dest da. Li gorî şahidên bûyerê, Xelîl Muhammed hewl dida ku zarok û birîndaran ji stadyûmê derxe derve û li ser vê yekê jî eskeran ew kuşt. Di êrişê de tevî wî bi giştî 8 welatî hatin şehîdkirin.

Serhildana 12'ê Adarê

Roja 12'ê Adarê, ev bûyer di hemû çapemeniya welatên Ereb de wekî şerekî ji rêzê hate binavkirin. Jixwe, qet behsa kuştiyan jî nehate kirin. Di 12'ê Adarê de gelek kes hem li bakur û hem jî li başûrê Qamişloyê civiyan. Girseyê ji du aliyan kuştiyên xwe girtin û ber bi navenda bajêr ve meşiya. Kurdan bi armanca ku vê êrişê şermezar bikin dest bi meşê kir. Ev serhildan bi însiyatîfa gel pêk hat û hemû rêxistinên Kurdan jî di serhildanê de cîhê xwe girt. 8 kesên di êrişê de hatin qetilkirin, wekî şehîdên Kurdistanê hatin îlankirin.

Pêla girtinan

Serhildanê û çalakiyên wê heta êvara wê rojê dewam kir û piştre jî cenaze hatin definkirin. Ciwanên Kurd serî hildan û hemû saziyên dewletê ji bo xwe kirin hedef. Di heman rojê de, polîsan bi ser gelek malan de girt û bi hinceta zirar dane saziyên dewletê, bi sedan kes girtin.

Di serhildanên li Qamişlo û tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê û Helebê de, hêzên rejîma Baesê êriş birin ser Kurdistaniyan û di komkujî û serhildanê de herî kêm 40 welatî şehîd bûn, bi sedan ciwan, û heta li gorî hin daneyan, qederê 2 hezar kesî hatin girtin. Nûçeyên li ser êşkencekirina li van kesan jî wê her belav bibûya.

 

NAVENDA NÛÇEYAN