Ji fermandarên YPG'ê Elîşêr Agirî bibîr xist, ku di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Kobanê ya meheke dimeşîne de, wan gelek nuqteyên weke Taxa Botanê, avahiya Şaredariyê, Kolana 48'an û derdora wê û Navenda Çand û Hunerê ji çeteyên DAIŞ'ê paqijkirin, bi vî rengî gelekî bi pêş ve çûne û got, "Li ser xeta stratejîk a ji Taxa Botanê ber bi rojhilatê bajêr ve Mekteba Reş xelekeke stratejîk bû. Me ev nuqteya stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û azad kirin. Azadkirina Mekteba Reş di şer de qonaxeke nû îfade dike. Li ser vê xeta heta niha em bi pêş ve diçin, hemû nuqteyên me azad kirine xwedî wateya stratejîk in. Lê belê Mekteba Reş nuqteyeke ji bo me esasî bû ku di çarçoveya plana xwe de girîngiyeke mezin didanê."

‘Dor li dijmin hatiye girtin’

Agirî ragihand ku Mekteba Reş qadeke stratejîk e, bal kişand ser avahiyên mezin, qewîn û bilind ên li herêmê, ku ji bo şerê bajêr girîng e. Agirî da zanîn ku Mekteba Reş ji ber cihekî serdestî herêma Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajêr e gelekî girîng e û got, "Ev herêm ji Mekteba Reş û pê ve xwe ber dide jêrê û Mekteba Reş cihê herî bilind ê vê herêmê ye. Lewma me li herêma Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajêr bi vî rengî serdestiyeke misoger destnîşan kirin. Em dikarin nirxandineke bi vî rengî bikin; Li deşteke rûk bi destxistina girekî qewîn yan jî bidestxistina qereqoleke zexm. Ev herêm ji aliyê leşkerî ve avantajeke mezin dide. Bi bidestxistina vê nuqteyê re em dikarin bi hêsanî bêjin ku êdî rêya ber bi girê Miştenûrê ve diçe, vebûye."
Fermandarê YPG'ê Agirî got, "Operasyon roja Çarşemê saet di 16:00 de destpê kir. Armanca me ew bû ku destpêkê kolanên me diyar kirine werbigirin. Me sê kolan azad kirin û bi vî rengî xwe gihandin Mekteba reş."  Agirî diyar kir ku wan biryar dane bi serketina operasyonê re diyariya sala nû bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Tabûra Rizgariya Kobanê

Elîşêr Agirî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku  operasyon ji aliyê Tabura Rizgariya Kobanê ve hatiye meşandin û got planên taktîkê bi serkeftinê hatine meşandin û got çeteyên DAIŞ’ê beşek Mekteba Reş mayîn kirine û got: “Me der barê vê de amadekarî û tedbîrên xwe girtin û tu wendahî nehatin jiyîn. Çete şûnde reviyan û bi mayînan beşek avahiyê hilweşandin.”
Agirî bi lêv kir ku ne tenê Mekteba Reş dibistaneke ku ligel wê bû jî azad kirine û anî ziman ku dîsa di opersyonê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û di nava kesên hatine kuştin de fermandarê çeteyan jî hebûye.

Sala serkeftinê

Elîşêr Agirî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em bi serkeftinên mezin ketin sala nû. Ji vir şûnde jî wê serketinên me bidomin. Ev sal wê di şexsê azadiya Rêber Apo de bibe sala serkeftinê. Emê li her nokteya ku çete hene hesab bipirsin. Emê tola her hevalê xwe yê şehîd ketine ji DAIŞ’ê bigirin.”

Fermandarê YPG’ê Elîşêr Agirî got divê her ciwanê Kurd xwe wek parçeyekê vê serkeftinê bibîne û got: “Piştî vê pêngavê şûnde  êdî li Kobanê serkeftin ji her demê wêdetir nêzîk bûye.”



SEDAT SÛR/ANF/KOBANÊ